2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Greva birçîbûnê ya berxwedêrên zindanan, banga berxwedanê ya li gel e

Parlamenterê berê yê HDP’ê Mûrat Sarisaç ku di sala 2019’an de ew bixwe jî bi rojan ketibû greva birçîbûnê, destnîşan kir ku greva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîdê banga berxwedanê ya li gel e.

Di dîrokê de li dijî zilmê gelek mînakên grevên birçîbûnê yên encamgir hene. Ji salên 1980’yî ve li zindanên Tirkiyeyê girtiyên siyasî yên kurd jî gelek caran li dijî zilma li ser gelê kurd serî li greva birçîbûnê dane û bi canê xwe rêya têkoşînê nîşan dane. Ji 27’ê Mijdarê ve careke din li zindanên Tirkiyeyê girtiyên siyasî yên kurd bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseririna pirgirêka kurd di greva birçîbûnê de ne. Parlamenterê berê yê HDP’ê Mûrat Sarisaç ku di sala 2019’an de ew bixwe jî bi heman daxwazan bi rojan di greva birçîbûnê de mabû, ji rojnameya me re axivî û pirsên me yên der barê greva birçîbûnê de bersivand.

Pirsên me û bersivên Mûrat Sarisaç weke li jêr in:

Di destpêkê de em bi têgeha grevê dest pê bikin. Li gorî we grev tê çi wateyê û di dîrokê de mirovan ji ber kîjan sedeman serî li grevê daye?

Çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê di têkoşînên siyasî û çînî de li dijî zilm û zordariyê rêbaza dawî ye. Grevên birçîbûnê ku xwediyê pêşerojeke dîrokî ne hema hema di hemû çandan de bi rêzdarî  tên pêşwazîkirin û weke çalakiyên polîtîk ên bihêz tên qebûlkirin. Dema ku em li vê rêbaza têkoşînê ya ku dîroka xwe ji beriya zayînê digire dinêrin, ji wê demê heta îro em dibînin ku bi heman sedeman  derdikevin pêşiya me. Nervayê hevalê nêz ê Şahînşahê Romayê Tiberius ku di dema Şahînşahîtiya Romayê de jiyaye ji ber zordariya li dijî xiristaniyan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Kurt û kurmancî di gelek bîrûboçûnan de ev greva birçîbûnê ya mirov a ewilî tê qebûlkirin û sedemên wê grevê û grevên birçîbûnê yên îro wek hev in.

Di dîrokên dewletan de gava em li grevên birçîbûnê dinerin heman sedem derdikevin pêşiya me. Mînak, beriya zayînê jî dema neheqî li kesek tê hatiye kirin çûye li ber deriyê kesê ku neheqî lê kiriye rûniştiye û hewl daye cihê neheqiyê tije bike.

Mahatma Gandî li dijî dagirkeriya îngilîzan di sala 1930’an de gelek caran ketiye greva birçîbûnê. Dubare gava em li dîroka cîhanê dinêrin, dibînin ku îrlandayiyên di bin dagirkeriya îngilîzan de ji sala 1900’an heta çalakiya Bobby Sands û 9 rêhevalên wî jiyana xwe ji dest dane gelek caran serî li vê rêbaza têkoşînê dane. Grevên birçîbûnê yên li dijî polîtîkayên totalîter ên îngilîzan tenê bi çalakiyên Gandî û îrlandayiyan sînordar nînin. Li Îngilistanê, Sufrajet Marion Dunlop ku ji bo mafê dengdayîna jinan têdikoşe tê girtin û dest bi greva birçîbûnê dike. Têkoşîna Sufrajetê bi çalakiyên weke greva birçîbûnê heta sala 1918’an mafên jinan ên siyasî bi dest dixe didome. Dema ku em pêşeroja nêzîk dinêrin, dibînin ku grevên birçîbûnê wek rêbazek heqbidestiyê derdikeve pêş.

Mînak, girtiyên filistînî li hemberî polîtîkayên Îsraîlê ji bo protestokirina zordestiyên girtîgehan gelek caran ketine grevên birçîbûnê. Dîsa di sala 2017’an de li Îspanyayê rêveberên katalan ji ber referendûma serxwebûnê tên girtin û dikevin greva birçîbûnê.

Cihê greva birçîbûnê yê di Tevgera Azadiya Kurd de çi ye?

Bi gelemperî şêwazên çalakiyên ‘grevên birçîbûnê’ û ‘rojiya mirinê’ piştî darbeya leşkerî ya sala 1980’yan bi berxwedana Zindana Amedê ketine rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê. Li Zindana Amedê, berxwedana bêhempa ya li dijî pergala zilma Esat Oktay Yildiran ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dîrok veguherandiye. Ji bo desthilatdaran wateya girtîgehan ew e ku muxalîf, rewşenbîr, şoreşger, rojnameger bi kurtasî hemû kesên têkoşîna maf û heqîqetê dikin bêbandor bike û ji civatê veqetîne û tenê bihêle. Desthilatdar di hewldana wê de ne ku wan ji têkoşînê veqetînin û ew bikin ‘poşmankirî’. Ji hêleke din ve dema em lê dinerin, dibînin ku dewlet çawa girtîgehan ji bo vê armanca xwe bi kar tîne û di heman demê de aşkera ye ku girtîgeh ji bo şoreşgeran jî pir girîng e. Girtî li dijî tundî, zilm û zordariya li ser wan û gel bi mebesta xweparastinê têdikoşin. Mînaka herî şênber jî berxwedana dîrokî ya rojiya mirinê ya li dijî êrîşên dijmirovane yên cuntaya 12’ê Îlonê ya Zindana Amadê ye. Ev berxwedana mezin û piştre jî di berxwedanên zindanên din de jî grevên birçîbûnê ji bo kurdan êdî ne tenê ji bo heqbidestxistinê hatine lidarxistine bûne çalakiyên berxwedan û serhildanê. Piştî van salan kurdan di zindanan de bi berxwedanên grevên birçîbûnê encemên bandorker bi dest xistine.

Di sala 2019’an de we jî weke siyasetmedarekî dest bi greva birçîbûnê kir. We ev biryar çawa da?

Dema ku mirov li grevên birçîbûnê yên kurdan dinere, dibîne ku pratîka vê têkoşînê her tim di kêliyên xeternak de derketiye pêş. Her ku li ser hebûna kurdan, çand, nasname û neteweya wan êrîşên mezin pêk hatine çalakiyên bi vî awayî dane destpêkirin. Sala 2019’an jî weke wan salên ku me amaje pê kirî tu cudahiya wê ya ji faşîzma 12’ê Îlonê nebû. Tecrîda mayînde ya li ser birêz Abdullah Ocalan dewam dikir û êrîş li hemû nirxên me dihatin kirin. Wê demê parlamenter birêz Leyla Guven ku di girtîgehê de bi awayekî nerewa dihate girtin bi pêşbîniyeke xurt dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Piştre bi hezaran girtiyên zindanan tev li greva birçîbûnê bûn. Bi min Leyla Guven hem pêşbîniya wê demê baş kiribû hem jî ev tesbîta wê pir di cih de bû: “Heta tecrîda li Îmraliyê neşikê, polîtîkayên îzolasyona li dijî Ocalan neşikên ne di nava gelan de aştî pêk tê ne jî rê li ber pêvajoyeke rast vedibe. Tecrîda li ser Ocalan ne tenê ji bo şexsekî ye li ser hemû gelan û kurdan e. Ji bo xwesteka (îradeya) jinê jî derkeve holê, di wê hizrê de me ku ev tecrîda li ser jinê ye jî.” Me jî weke 3 parlamenterên HDP’ê yên demê ji bo temsîliyeta vî gelî û piştevaniya vê çalakiyê bikin û zêdetir bikaribin bandora wê xurt bikin, dest bi greva birçîbûnê kir. Lê ez vê yekê jî bibêjin; sedema tevlîbûna me ya greva birçîbûnê ne ji ber parlamenterbûna me ji ber bîr û bawerî û xwesteka ji dil ku piştevaniya daxwazên rewa yên Leyla Guven û rêhevalên wê bû.

Di hêla tenduristiyê de grevên birçîbûnê xesarek çawa digihînin mirov û ji bilî grevên birçîbûnê gelo kurd nikarin rêyeke din a têkoşînê ya encamgir tercih bikin?

Dema wan çiqas bin jî grevên birçîbûnê li ser laşê mirov rûxandinan pêk tînin. Her wiha dem çiqas dirêj be li ser laş nexweşiyên mayînde dihêle. Heke zextên li ser girtiyên siyasî yên di zindanên Tirkiyeyê de bê nirxandin dê bê dîtin ku bêyî grevên birçîbûnê bi hiqûqa dijminane cezayên tên dayîn jî li ser laşê girtiyan rê li ber nexweşiyên giran vedikin. Lê tevî vê rewşê jî li zindan ji bilî ‘grevên birçîbûnê’ û ‘rojiya mirinê’ ji bo têkoşînê peydakirina rêyên encamgir û bibandor zehmet e. Ji ber vê yekê girtî li dijî van rewşên xeternak ji neçarî serî li vê rêbazê didin. Di vê kêliyê de hewceyî pê heye ku em serê xwe di ber xwe de bikin û bi wijdanî di rewşeke rexnedayînê de bihizirin. Em weke kesên derve ku di girtiyên zindanan pêşwendîtir in û nikarin (di serî de ez) siyaseta jiyanê biafirînin. Em weke siyasetmedar dema ku netêr dimînin hemû bar li ser milên girtiyan dimîne.

Berxwedana zindanan ne tenê ya hevalên di zindanan de ne ye. Banga berxwedana hemû gel e. Rexnedayîn hat dayîn ku hevalên derve mil bidin ber barê li ser milên hevalên di zindanan de lê rewşa bêsiyasetiyê, hevaltiya bêkêr her carê hevalên di zindanan de neçar hişt ku serkêşiyê bikin.

Piştî çend salan îro jî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtiyên siyasî careke din ketine greva birçîbûnê. Hûn bi ketina girtiyan a greva birçîbûna çawa şîrove dikin?

Her weke min di serî de amaje pê kir ku kurd ji salên 1980 ve di zindanan de xwedî kevneşopiyeke berxwedanê ne. Îro jî ji 12’ê Îlonê cudatir nîne, em dikarin bibêjin ku hê girantir e. Ji hêla naverokê ve jî cuda û girantir e. Ji 12’ê Îlona 1980’ê heta 12’ê Îlona 2012’an armanca grevên birçîbûnê bi gelemperî ew bû ku mercên girtîgehan bên başkirin û bi rehetî xweparastina siyasî bê kirin. Lê îro ji hîmê xwe yê bingehîn wêdetir bi temamî bi armanca siyasî û daxwaza azadiya birêz Abdullah Ocalan û bi rêyên aştiyane û demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd greva birçîbûnê tên girtin. Eger ku pirsa kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk bê çareserkirin bêguman ev ê bi tevlîbûna birêz Abdullah Ocalan pêk bê. Pêvajoya ku Ocalan ne di nav de be ji pêvajoya aştiyê wêdetir dê bibe pêvajoya tasfiyeyê. Lê divê ku vê carê tenê bi armaca rakirina tecrîdê neyê sînordarkirin. Ji ber dîrokê em piştrast kirine ku eger pirsa kurd bi awayekî mayînde neyê çareserkirin û ji bo çareseriyê encameke mayînde neyê bidestxistin dê qirkirin, jiholêrakirin û tunehesibandin her tim metirsî be. Hêza ku vê pirsê çareser bike û hinkûfê wê jî birêz Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe ya konfederalîzm û neteweya demokratîk ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê di heman demê de ji bo Rojhilata Navîn jî li dijî polîtîkayên şer hêza çareseriyê ye.

Ji bo piştgiriya girtiyên di greva birçîbûnê de dixwazî çi bangê bikî?

Eger îro di zindanan de girtî ji bo demokrasî û aştiyê bi rihê xwe ketibin greva birçîbûnê û heta daxwazên wan neyên bicih çalakiya xwe bidomînin, divê ku gelê me bizanibe ev çalakî ne tenê ya girtiyan a tevahiya gel e. Ceribandinên me di dîrokê de nîşanî me didin ku nêzîkatiya li birêz Abdullah Ocalan di heman demê de nêzîkatiya li gelê kurd e. Dema ku tecrîd rabûye hawir bûye ya aştiyê, dema ku tecrîd giran bûye jî li dijî gelê kurd êrîş pêk hatine. Ji ber vê yeke jî divê tekane rojev daxwazên girtiyên zindanan be. Bêşik di van daxwazan de mafdar in.

Mûrat Sarisaç kî ye?

Di sala 1983’yan de li Wanê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Aksarayê beşa Zanista Sîyasetê û Rêveberiya Giştî xwendiye. Di sala 2010’an de bi operasyonên li dijî ciwanên welatparêz hatiye girtin û ji bo demeke kurt di Girtîgeha Kurkçulerê de girtî maye. Di sala 2016’an de piştî endamtiya PM’a DBP’ê, Hevserokatiya Bajar a Wanê ya DBP’ê kiriye. Di dema hevseroktiya xwe de hatiye girtin, sal û nîvekê di girtîgehê de maye. Piştî berdana xwe bûye endamê PM’a HDP’ê. Di Hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de li Wanê weke parlamenterê HDP’ê hatiye hilbjartin.