9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Aştî bi rûniştina li gel Ocalan pêkan e’

Hevserokê Tum Bel Senê Mehmet Candar diyar kir ku bi rûniştina bi Ocalan re aştî pêkan e û got: “Dema ku serokkomar pêvajoya çareseriyê ji sarincê derxe û bi rêyên aştiyane pirgirêka kurd çareser bibe hatiye.”

Piştî heyetek siyasî di 3’yê çileya 2013’an de çû Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, pêvajoya diyalog û çareseriyê dest pê kir. Lê piştî 5’ê nîsana 2015’an Serokkomar Erdogan dawî li pêvajoyê anî û hevdîtin qut kirin.

Ji bo ku pêvajo ji nû ve dest pê bike û aştiyeke bi rûmet pêk were, pêngavek li  cîhanê hatiye destpêkirin. Dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendan dest bi çalakiyan kirin. Li 160 navendan pirtûkên Ocalan xwendin û li ser felsefeya Ocalan nirxandin kirin. Niha girtiyên siyasî ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 27’ê mijdarê ve dest bi greva birçîbûnê kirine. Malbatên girtiyan ji 4’ê kanûna 2023’yan de li gelek bajaran dest bi Nobedên Edaletê kirine.

Piştgiriyê didin çalakiya dayikan

Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan mezin dibe. Têkildarî pêvajoyê Hevserokê Tum Bel Senê Mehmet Candar nirxandinên girîng kirin. Candar anî ziman ku ji divê girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Tevî ku raporên girtiyên nexweş hene jî nayên berdan. Girtî jiyana xwe ji dest didin. Dayik ji bo azadî û aştiyê têdikoşin. Weke rêxistinên sivîl em piştgiriyê didin têkoşîna dayikan. Ji bo aştiyê çi ji destê me bê em ê bikin. Divê her kes ji bo aştiyeke birûmet, însanî, wekhev û adil têbikoşe.”

Qanûnên dijdemokratîk hene

Candar da zanîn ku wan îmzeyên xwe heta niha her gav avêtine binê deklerasyonên ji bo aştî û azadiyê û wiha domand: “Kî dibe bila bibe, îzolasyon nayê qebûlkirin. Mafê her kesî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê mixabin 8 sal in qanûn tune û pêkanînên dijdemokratîk hene. Divê êdî pêkanînên dijdemokratîk û dijhiqûqî yên 8 salan bi dawî bibin. Divê girtî bên berdan. Ev nayên qebûlkirin. Mafê her girtîyî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Em dixwazin daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin û hevdîtin pêk bên. Jiyaneke bi rûmet, aştiyeke adil, mafê her kesî ye. Em alîgirên aştiyê ne.”

Kurd zimanê xwe diparêzin

Candar da zanîn ku ji ber ku kurdan nasname, ziman û çanda xwe parastin 8 sal in zext zêde bûne û wiha got: “Em weke kurd ji dayik bûn. Em xwedî çand û ziman in. Ji ber kurd çand û zimanê xwe diparêzin, bi zilmê re rû bi rû man. Demekê gelek saziyên kurdan ên çand, ziman û civakî hebûn. Lê piştî 2015’an bi tecrîdê re hemû mohr kirin.”

Armanc tunekirina çanda kurdan e

Candar destnîşan kir ku pergal armanc dike çanda kurdan tune bike û wiha axivî: “Daxwazên kurdan diyar in. Kurd nêzîkatiyeke demokratîk, rêveberiyên herêmî ku karibe xwe bi ziman, nasname û çanda xwe, bi rê ve bibe dixwazin. Ev mafên wan ên herî xwezayî ye. Ger ku zîhniyeta faşîst vê daxwaza kurdan qebûl bike, dê pirsgirêk çareser bibe. Em dixwazin tecrîdê rakin. Ji bo tecrîd bê rakirin û rê li ber aştiyê bê vekirin divê tevlîbûna dayikan ya nobeda edaletê zêde bibe. Divê her kes ji bo aştiyê bi berpirsyarî tev bigere. Daxwaza me tenê edaleta û aştiyeke birûmet e.”

Pêvajoyê aştiyê

Candar destnîşan kirin ku kurd ji bo jiyanek bi ewle ji bo her tiştî amade ne wiha bi dawî kir: “Di 2013’yan de piştî hevdîtina bi Birêz Ocalan re pêvajoya diyalogê dest pê kir. Aştî û aramî pêş ket. Hêviyên gel pir zêde bûn. Lê Serokkomar Erdogan di 2015’an de hevdîtin qut kir. Ji wê rojê ve malbat û parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Piştî diyalog qut bû, şer dest pê kir û cenaze hatin. Em naxwazin di bin panzeran de li kolanan bimirin. Ev bi aştiyeke birûmet pêkan e. Ev bi rûniştina birêz Ocalan û hikûmetê ya li ser maseyê pêkan e. Şer û tecrîd dibe sedema krîza aborî. Aştî pêş bikeve û tecrîd rabe dê qeyrana aborî rast bibe. Kengî ku serokkomar pêvajoya çareseriyê ji sarincê derxe û bi rêyên aştiyane pirgirêka kurd çareser bike wê demê dê her tişt rast bibe.”