spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li Botanê bi coşek mezin 8’ê Adarê pîroz kirin

Jinên Botanî di peşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê de li Qada Newrozê ya Sîlopiya bi coşeke mezin mîtînga 8’ê Adarê li dar xistin. Jinên Botanê bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî mîtîngê bûn. Jinên Botanê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” herikîn qadê. Ji 7 salî heta 70 salî kes tevlî mîtîngê bûn. Govenda jinan bi dirûşmeyan berdewam dike, Serokwekîla Koma HDP’ê û Parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş, parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêxistinên navend û bajaran û bi sedan jin tevlî mîtîngê bûn.  Mîting dê bi stranên hunermend Xecê, Koma Jinên Azad û Hediye bi dawî bibe.