2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li Hevselê darên aştiyê çandin

TJA’yê di çarçoveya kampanyaya "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi azadiyê ve" de li baxçeyên Hevselê li dijî şer darên "aştiyê" çandin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê ve” de li baxçeyên Hewselê yên navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî da û dar çandin. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de jinan dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û ber bi nuqteya dê daxuyanî lê bihata dayîn ve meşiyan.

Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar a Amedê Sûltan Yaray di çalakiyê de axivî û wiha got: “Sedsala 21’emîn, sedsala jinan e. Jinên Kurd di vê sedsalê de têkoşîneke mezin didin.” Yaray, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Ev êrîşên piralî, encama tecrîda li Îmraliyê ne. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, pirsgirêkên heyî girantir dike. Tevahiya civakê di tecrîdê de ye.”

‘Ola sûcan nîne’

Yaray, di berdewama axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Di serî de Kurdistan, li gelek deverên Rojhilata Navîn şer hene. Her cureyên sûc tên kirin. Li ti deverekê cîhanê êrîşên li dijî sivîlan nayên qebûlkirin. Kuştina sivîlan, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Zayend, nîjad, ziman û ola van sûcan nîne. Em jî li dijî şer, aştiyê diparêzin. Têkoşîna jinan a li dijî şer mezin dibe. Rejîmên faşîst ên dijminatiyê li jinan dikin, her roj bi hezaran jinan digirin. Hewl didin Kurdan, jinan, siyasetmedaran, çalakger û hwd. bi polîtîkayên dijminane bitepisînin. Divê em li dijî şer û zîhniyeta mêr bi hev re têbikoşin. Divê em xweza, jin û jiyanê biparêzin. Jiyanê mezin bikin û dara jiyanê danin. Ji Rojava, heta Filistîn û Efxanistanê, em ji bo hemû zarok û jinên li cîhanê daran biçînin.”

‘Jin aştiyê diparêzin’

Parlamentera HEDEP’ê ya Amedê Sevîlay Çelîk jî di daxuyaniyê de axivî û ev tişt got: “Ji ber şeran êş bi dawî nabin. Em ji bo ku bibêjin ‘na ji şer re’ li vir in. Yên ku her tim li dijî şer aştiyê diparêzin, jin in. Dê jin ti carî dev ji daxwaza aştiyê bernedin. Şer ne şerên berê ne, divê em jî zimanê aştiyê nû bikin. Vê yekê jî tenê jin dikarin bikin.”

Darên bi nav çandin

Pişti daxuyaniyê jinan li dijî şer darên “aştiyê” ku navê li wan kiribûn çandin û bi stranan çalakiya xwe bi dawî kirin.