7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Xezayê hejmara kuştiyan derket 5 hezar û 791 kesan

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, der barê encamên şerê li herêmê de daxuyanî da û ragihand ku hejmara kuştiyên ji ber bombebaranên Îsraîlê derketiye 5 hezar û 791 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, der barê şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de daxuyaniyek da û encamên şer ragihand. Wezaretê, ragihand ku ji 7’ê cotmehê ve di êrîşên li ser Xezayê de 5 hezar û 791 kesan jiyana xwe ji dest daye û 16 hezar 297 kes jî birîndar bûne. Her wiha Wezaretê, destnîşan kir ku ji kuştiyan 2 hezar û 360 kes zarok in.

Li aliyê din Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron serdana Îsraîlê kir û Bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû re hevdîtin kir. Macron, peyamên piştevaniya Îsraîlê da û pêşniyar kir ku Koalîsyona Navneteweyî ya ku li dijî DAÎŞ’ê hatibû avakirin li dijî Hamasê jî şer bike. Macron, bang kir ku pêvajoya siyasî careke din bi filistîniyan re were destpêkirin.

Li bendê ye ku Macron li Ramallahê bi Serokê Rêveberiya Filistînê Mahmûd Abbas re jî hevdîtin bike.