7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Netanyahu: Dê şerê li Xezayê dirêj bike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got şerê wan bi Hemasê re dê dirêj bike, her wiha di hevdîtina bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re bal kişand ser firehbûna şerê li Xezayê ber bi eniyên din ve

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîneke çapemeniyê de li gel serokê Fransayê Emmanuel Macron li Til Avivê de got Hemas ne tenê gefan li Îsraîlê dixwe, lê bel li herêmê, Ewropa û tevahî cîhanê jî dixwe, her wiha sûceke şer a dualî dike; welatiyan direvîne û şêniyên Xezayê dike mertal.

Netanyahu di berdewama gotina xwe de got: “Hemas berpirsê kuştina welatiyan e. Em hewl didin vî şerê bi lez bi dawî bikin, lê dê dirêj bike. Divê Hemas niha were têkbirin, ger na dê hemû zirarê bidin.”

Netanyahu got ger Hizbullah tev li vî şerî bibe dê bi hemû hêza xwe û rêbazekî ew texmîn nake li dijî wê bisekinin.

Macron jî piştgiriya xwe bi Îsraîlê re anî ziman û got: “Fransa di şerê li dijî terorê de bi Îsraîlê re ye. Niha xebatên pêşîn ên Fransa û hemû dewletên demokratîk serkeftina li dijî terorê ye, lê divê şerê li dijî terorê ji xelek û sînorê xwe yê qanûna mirovî ya navneteweyî dernekeve.”

Macron pêşniyar kir ku koalîsyoneke herêmî û navneteweyî li dijî komên gefan li wan dixwazin were avakirin, her wiha divê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ′ê ji bo şerê Hemasê were xurtkirin. Macron bang li Îsraîlê kir ku bihêlin alîkariyên mirovî bigihînin Xezayê.