5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş ê 68 salî rakirin nexweşxaneyê

Girtiyê nexweşê giran ê 68 salî Cemal Tanhan ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolu girtî ye, ji ber rewşa wî giran bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Boluyê

Girtiyê nexweşê giran ê 68 salî ku gelek nexweşî pêre hene, piştî rewşa wî giran bû rakirin unîteya beşa giran a Nexweşxaneya Dewletê ya Boluyê. Keça Cemal Tanhan Ayşe Tanhan anî ziman ku îro li bavê xwe geriya ye û wiha got: “Rayedarên girtîgehê anîn ziman ku ji ber bavê wê nikare nefese bide û bistîne ew rakirine nexweşxaneyê.

Ayşe Tanhan, destnîşan kir ku ji ber rewşa bavê wê nebaş e, her 2-3 roj carekê li rayedarên girtîgehê digere û wiha got: “Ez îro jî li bavê xwe geriyam. Lê rayedarên girtîgehê îro gotin rewşa wî nebaş e. Rayedaran ne gotin kengî rakirine nexweşxaneyê. Lê diyar kirin ku rewşa tenduristiya wî ne pir baş e. Ji bo rewşa bavê min baş bibe, divê wî serbest berdin û divê di nava şertên guncav de bê dermankirin. Bavê min hatiye ber sînorê mirinê. Em dixwazin wî zû berdin û şertên dermankirinê bên nasîn.

Ez bang li hemû qada cemaweriyê û raya giştî dikim. Divê hestiyar nêzî girtiyên nexweş bibin û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.”

Tanhan ê ku ji ber îşkenceya li girtîgehê rastî gelek pirsgirêkên tenduristiyê tê, carna ji ser hişê xwe diçe û carna jî nizane li ku ye. Tanhan di heyama 29 salên zîndana xwe de gelek pirsgirêkên tenduristiyê pê re çêbûne.