8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên ciwan li dijî êrişan meşiyan

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê, bi diruşma “Li dijî dagirkeriyê jinê ciwan soza tolhildanê didin”, meşeke girseyî li dar xistin û êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê û zindîkirina DAIŞ’ê şermezar kir. Endamên Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî meşê bûn. Girseyê di meşê de alên Yekitiya Jinên Ciwan, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên şervanên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan û pankartên “Li dijî dagirkeriyê.Jinê ciwan soza tolhildanê didin” hildan.

Girse ji jêrzemîna Yasîn  a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest bi meşê kir û diruşmeyên şermezarkirinê êrişên Tirkiye û dilsoziya bi şehîdan re berz kirin. Meş li qada Heft Şehîdan a beşê rojhilatê taxê veguherî mîtîngê. Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan, Heyfa Bekir axivî û wiha got: “Dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan kurdan qir bike. Ciwanên şoreşger bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker didin. Dê tevahî planên wan têk bibin. Bi şopandina xeta rêber Abdullah Ocalan û bi berxwedana gerîlayan em ê planên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên din ji xaka me têk bibin.”