2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên êzidî û ereb li Şengalê 8’ê Adarê pîroz kirin

Jinan li Şengalê 8’ê Adarê bi coşek mezin pîroz kirin. Şahiya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên tekoşîna azadiyê destpêkir û piştre peyamên tevgera azadiya jinên Êzidî, Yekîniyên Jinên Şengalê (YJŞ) û yekîtiya jinên Ciwan ya Şengalê hatin dayîn.

Di peyaman de 8’ê adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û li hemû jinên Şoreşger û yên cîhanê pîroz kirin û dan zanîn ku wê têkoşîna xwe ta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bidest bixînin û xweseriya Şengalê misoger bikin dê bidomînin. Herwiha soz hat dayîn ku ji bo rizgarkirina hemû jinên êsîr tekoşîn û berxwedana xwe wê bilind bikin.

Berdevaka TAJÊ’ê Rîham Hiço di destpêkê axivî û di peyama xwe de  8′ Adarê li Rêber Ocalan, gerîlayên Azadiyê, Şervanên YJŞ’ê û YPJ’ê piroz kir û wiha dewma kir: “Hemû xebat kar û endamên jin ku cihê xwe dinava rêveberiya Şengalê de digrin û hemû jinên Êzidî  em piro dikin. Ev roj roja tekoşîn û berxwedaniya jinane. Di Şengalê de berxwedaniya ku bi pêşengiya TAjê tê meşandin, berxwedaniyek bê hempaye. Di dîrokê de jinên Êzidî berxwedanî û pêşengiyek bê hempa ji bo parastina vê civakê kirine û ev pêşengtî heya roja meya îro berdewam dike. Jinan ev ol, bawerî û çanda xwe  parastine. Îro bi boneya 8’ê Adarê ne tenê şahiyeke belkû evder qada berxwedanî û tekoşînê ye. Hebûna her jinekê livê qadê cihê serbilindiyê ye. Şengal bi wêrekiya jinên berxwedêr li berxwedaye û serketiya. Berxwedaniya ku îro li Şengalê bi peşengiya jinên Êzidî pêşketiye, bi saya fikrê Rêber Apo ye, lewma emê jî ji bo azadiya fizîkî a rêbertî têkoşîna xwe mezin bikin.”

Şahiya Pîrozbahiyê bi peyamên rêxistinên jinan dewam dike.

Li gor bernameya şahiyê piştî peyaman wê koma govendê ya navenda Sitiya Nexşa bi govendekê gelêrî derkeve ser dikê û govenda xwe pêşkêş bikin. Di heman demê de hûnermend Îda Şingalî û Zino wê derkevin ser dikê û bi dengê xwe wê qada şahiyê geş bikin.