spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li Serhedê bi girseyî 8’ê Adarê pîroz kirin

Bi hezaran jin li gelek bajarên serhedê gihiştin hev û 8'ê Adarê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" pîroz kirin.

Bi minasebeta 8’ê Adarê li Serhedê jinan çalakiyên 8’ê Adarê li darxistin û bal kişandin ser berxwedana jinan.

 Erzirom

Li Erziromê şahiya jinan hat lidarxistin. Gelek jin tevlî şahiyê bûn û her wiha namzetên hevşaredarên DEM Partiyê jî di şahiyê de amade bûn. Di civînê de timî dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Li jinan qurnefîl hatin belavkirin.

Agirî

Li Agiriyê jin li ber avahiya DEM Partî ya li Kolana Cumhuriyetê hatin cem hev. Gelek jin tevlî hevdîtina jinan bûn. Parlamentera Agiriyê ya DEM Partiyê ê Nejla Demîr jî amade bûn. Jinan di hevdîtinê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Di hevdîtinê de namzeta hevşaredariyê ya Agiriyê Hazal Aras axivî û bal kişand ser berxwedana jinan û got jinên Agirî dê dîrokê binîvsînin.

Bernameya jinan piştî Koma Muzîkê ya Sorjiyan bi dawî bû.

Erdexan

Li Golana Erdexanê jî jin li buroya hilbijartinê kom bûn. Li vir govend gerandin û dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. Di bernameyê de jinan bal kişand ser têkoşîna jinan û da zanîn ku dê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.

Mûş

Li Mûşê hevdîtina jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” pêk hat. Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê tevlî hevdîtinê bûn. Jinan di hevdîtinê de klîba “Keziyên Sor” temaşe kirin. Namzeta hevşaredariya Mûşê Tuba Sayilgan axivî û da zanîn ku li dijî serdestiya mêr li ber xwe didin. Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz jî di hevdîtinê de axivî û destnîşan kir ku îro bi hezaran rêheval li qadan li ber xwe didin, Sumeyye diyar kir ku heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe.

Çalakî bi gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.