spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li 8 navendên Rojava 8’ê Adarê pîroz kirin

Bi hezaran jin li 8 navnedên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kom bûn û 8’ê Adarê pîroz kirin.

Bi dirûşma “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” li Heleb û 5 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên girseyî yên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin lidarxistin. Bi hezaran jin li Gundê Dirêjîkê yê navçeya Tirbespiyê, Sed Xerbî ya li Hesekê, Daristana li rojavayê bajarê Kobanê, Şehba, Reqa û Tebqayê 8’ê Adarê pîroz kirin.

Jin li Helebê jî, ji ber navenda ciwanan a li taxa Şêxmeqsûd dest pê kirin û li herêma Şiqêf bi dawî bû.

Tirbespiyê

Bernameya 8’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo li Gundê Dirêjîkê yê navçeya Tirbespiyê destpê kir. Bi hezaran jinên Kurd, Ereb, Suryan û Erben bi cilên xwe yên rengîn qad xemilandiye. Pîrozbahiya ku dirûşmeyên azadiyê tên qêrîn û li ser stranan govend tê gerandin, bi axaftinan didome.

Hesekê

Pîrozbahiya li Hesekê Sed Xerbî (Bendava Rojava) bi beşdariya hezaran jinan destpê kir. Di pîrozbahiyê de jinan govend gerandin û 8’ê Adarê pîroz kirin. Dîsa nûnerên saziyên jinan li vir axaftin kirin û bal kişandin ser girîngî û wateya têkoşînê.

Şehba

Li Şehbayê li navçeya Ehdasê bernameya 8’ê Adarê bi meşekê destpê kir. Piştî meşê li navenda navçeyê bername bi axaftin û çalakiyên hunerî berdewam kir.

Li kantonên Firat, Reqa û Tebpa, bajarê Helebê jî bi hezaran jin li hev kom bûn û 8’ê Adarê pîroz kirin.