4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li Mexmûrê bi coşek mezin 8’ê Adarê pîroz kirin

Bi hezaran jin li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê kom bûn û bi coş û xûroşekî mezin 8’ê Adarê pîroz kirin.

Jinên Mexmûrê bi cil û bergên xwe yên gelêrî kom bûn û bi coşek mezin 8’ê Adarê pîroz kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi coş û kelecanekî mezin pîroz kirin. Pîrozbahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê pêkhat û qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên şehîdên jin û alên PKK, KCK, YJA-Star û PAJK’ê xemilandin. Pîrozbahî bi hatine hezaran jin û xwendevanan ya li qada pîrozbahiyê û bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya rojê, Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî û di serî de 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên jin û girtiyan pîrozkir û got: “Em vê rojê li tevahî jinên kedkar pîroz dikin. Me jinan, ji mirinê jiyan afirand. Wan em di 8’ê Adarê de qetilkirin, keda me xwarin û em tûnehesibandin. Hest, beden û keda me ji nedîtî ve hatin. Li hember van kiryaran, pêngava 8’ê Adarê bû roja têkoşîn û serkeftina jinan. Çi bibe bila bibe, wê carekdin jin û mirin di nava hevûkekî de neyê bikaranîn. Emê wan mejiyê zingar girtî, bi fikrê jinê yê paqij, têkbibin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo, îro em ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahî mirovahiyê têkoşîn didin meşandin. Wê 8’ê Adarê bibe sembola rizgariya jin. Emê wek jin Rêber Apo bi fîzîkî ji wê girtîgehê rizgar bikin. Rêber Apo derfetê jiyana azad, ji bo me jinan daye avakirin. Heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, em azad nabin. Em carekdin, têkoşîn û berxwedana jinan ji dil û can pîroz dikin.”

Piştî axaftina vekirinê koma govendê ya Stêra Zêrîn ya bi navê ‘Govenda Azadiyê’ hat ser dikê û hunera xwe pêşkêşkirin.

Piştî wê koma erbanê ya Jinên Ciwan hatin ser dikê û bi hunera xwe reng dan şahiyê.

Berbi dawiyê ve jî koma muzîkê ya Stêra Zêrîn hat ser dikê, bi muzîk û hunera xwe, gelê amade mest kirin.

Herî dawî jî Hunermend Narîn Xan hat ser dikê û bi starên xwe yên gelêrî coş da pîrozbahiyê û bi gerandina govendê re pîrozbahiya 8’ê Adarê bi dawî bû.