19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke

Di 4’ê hezîranê de aktîvîstên jin ên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi civînekê çapemeniyê Însiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan (NUN) ava kirin. Înîsîyatîf bi armanca nasandina fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, belavkirina fikr û felsefeya wî û ji bo parastina pêkhate û nasnameyên çandî, etnîkî û bawerî, hat avakirin. Têkîldarî mijarê de berdevk û koordînatora înîsîyatîfê parêzêr Sewsen Şoman axivî.

Şoman, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev însîyatîf ji pêkhateyên Rojhîlata Navîn û tenê ji jinan pêk tê û wiha got: “Ev înîsîyatîf li beranberî fikr û felsefeya birêz Ocalan a ku ji bo jinên Rojhîlata Navîn û ji bo jinên bakurê Efrîkayî pêş xistiye, encama hewildanên wan jinên ku azadiya Ocalan dixwazin hat ava kirin. Birêz Ocalan di encama komployek navneteweyî bi salan in di girtîgeha İmraliyê de tê dîl girtin. Em wek jinên Rojhîlata Navîn û jinên bakurê Efrîkayê hilwêşandina dîwarên Îmraliyê û azadiya Ocalan ji bo xwe wek peywirek dibinin. Xebatên me bi taybetî bi rêya çapemeniyê û amûrên ragihandinê, danasîna fikr û paradîgmayên birêz Ocalan ku li ser jinan û gelên bindest pêş xistiye.”

Şoman, daxuyand ku fikr û ramanên Abdullah Ocalan ne tenê li ser jinên Rojhîlata Navîn û bakurê Efrîkayê ne û wiha pê de çû: “Fikrên Ocalan ji bo hevsengiya Rojhîlata Navîn û bakurê Efrîkayî xwedî taybetmendiyek girîng e. Her wiha ji bo hemû gelên cîhanê û jinan weke çirûskek çareseriyê ye. Bi vî şiklî pêşiya jinan ya di her qadê de hat vekirin, ji bo azadiya jinan di her qadê de bang hat kirin. Hem di qada siyasî hem jî di qada cîvakî de jinan gelek deskeftiyên mezin bidest xistin. Azadiya Ocalan ku ji bo jinan dixwaze ne azadiya di rojavayê cîhanê ya absûrd an jî ne serhişkiya rojhîlatê cîhanê ye. Berovajî van yekan avakirina civakek demokratîk û layiqî nirxên mirovahiyê ye. Ji ber ku ev civaka dualî li ser esasê redkirin û nepejirîna rol û mîsyona jinan e. Em weke jin girîngiyê didin azadiya wî, ji ber ku rêbaz û paradîgmaya wî ji bo azadiya jinan pir girîng e. Me li ser civaka kurd an jî pirsgirêka kurd, dewleta neteweya kurd bihîstiye. Em wî weke rêberekî ku demokratîkbûna hemû civakan û azadiya ne tenê jinên kurd, ji jin û gelên cîhanê dixwaze dibînin. Ev fikir û paradîgma nexşerê ye ji bo gelek civak û pêkhateyên ku rêberiya wî dikin, ji me re girîng e û lazim e ku ji bo azadbûna wî çi ji destê me were em bikin.”

‘Ji fikrên Ocalan ditirsin’
Şoman, destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina belavkirina fikr û paradîgmayên Abdullah Ocalan metirsiyek mezin a hêzên desthîlatdar heye û lewra her diçe tecrîdê giran dikin. Şoman, axaftina xwe bi van gotinan domand: “Dema em li zanista civakî ya Ocalan dinêrin, ew ne tenê lîderekî siyasî û partiyê ye. Dibe ku hilbêrîna wî ya herî girîng zanista Jineolojiyê ye. Bi ramanên xwe yên giranbuha ku jin û xwezayê bi hev ve girêdide, bi analîzên xwe li ser girêdana jinan, rê li ber jinan digihîne azadiya xwe û ramanên wan ronî dike û ji wan re pêşengtiyê dike. Bêguman her fikir û rêbazek ku bandorê li hêz û mêtingeriyê dike wê bibe hedefa zilm û înkarê. Lewra pêşîlêgirtina belavkirina fikr û felsefeya Ocalan a ji hêla Tirkiyeyê ku ji demokrasiyê dûr e, dihat texmîn kirin. Lê belê ew girtina fizîkî û tecrîda girankirî pêşiya fikr û ramanên wî nekarî bigire. Birêz Ocalan li dijî vê tecrîdê li ber xwe da û li girtîgeha Îmraliyê de ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhîlata Navîn, gelek fikr û pêşniyar pêş xistin. Em dizanin ku ev tecrîd ne tenê fizîkî ye, ne hiqûqî û rewa ye. Ev tecrîda girankirî, qutbûna ji cîhana derve û bêparbûna ji hevdîtinên parêzeran, bi rastî jî nîşan dide ku pergala zalim û faşîst çiqasî ji fikir û paradîgmaya wî ditirse.”
‘Saziyên navneteweyî erka xwe pêk naynin’
Şoman, bal kişand ser helwesta CPT’yê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên hegemonîk ne tenê ji fîzîka wî, ji ramanên ku herî zêde berjewendiyên emperyalîzmê hedef digirin jî ditirsin. Helbet birêz Ocalan bi serê xwe sembola berxwedana van sîsteman e. Rast e, ev girtinek fizîkî ye, lê ev raman ne mirî ne û qet namirin. Civaka navneteweyî û saziyên sivîl, li hemberî vê tecrîda dijhiqûqî û pêkanînên dewleta tirk ên li ser Ocalan, erka xwe bi cih neanîn. Van komîteyan an jî saziyên sivîl bi awayekî aktîf erkên xwe yên li hemberî van pêk neanîn. Mixabin em dibînin ku welatên rojavayî vê tecrîdê li gorî berjewendiyên xwe bikar tînin û tenê danûstendinan dikin. Lewma Tirkiye her çendî ew peyman pesend kiribe jî hemû peymanên ku binpêkirina mafên mirovan û mafên girtiyan li cîhanê qedexe dikin binpê dike. Ne CPT ne jî sazî û rêxistinên navneteweyî bertekên cidî nîşan nadin û gavên şênber naavêjin. Herî dawî piştî demeke dirêj Birêz Ocalan bi telefonê bi birayê xwe re axivîbû. Lê roj bi roj di bin şert û mercên girantir ên tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê em dibînin ku ev civak û saziyên sivîl li hemberî van binpêkirinan helwestê nagirin û erkên xwe bi rêk û pêk naynin.”
‘Em bi biryarên ku binpêkirinan aşkera bikin’
Şoman, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Wek înîsiyatîfa me jinan, bi hatina cem hev ji herêm û civakên cuda li ser torên civakî yên cihêreng gaveke girîng e. Em ê bi bikaranîna rêyên veguhestina civakî yên cur bi cur, van ramanên ku dikarin tevahiya mirovahiyê ronî bikin, ji her ziman û civakê re bi hêviya sûdmendî û sûdwergirtinê ragihînin. Bi bikaranîna van ramanan a ji aliyê ciwanan ve di her warî de ji bo civakê sûdmend e. Em bi biryar in ku bi rêya panelên cuda yên konferansên çapemeniyê û medyaya civakî van binpêkirinan aşkere bikin. Ji bo ku her çiqas haya wan jê hebe jî bi awayekî ku zextê li wan tê kirin, dev ji van binpêkirinan berdin.”