6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin

Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin Îş a DÎSK’ê Farûk Eren di daxuyaniya der heqê 20 rojnamegerên binçavkirî de axivî û wiha got: “Heke îro bertek nîşanî binçavkirina neheq û derhiqûqî neyê nîşandan dê sibe heman zext li deriyê her kesî bixin.”

Rojnamegeran bi pêşengtiya Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan Çapxanayê ya Tirkiyeyê (DÎSK Basin-Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), têkildarî binçavkirina 20 jê rojnameger bi giştî 21 kesên li Amedê hatine binçavkirin, daxuyanî da. Daxuyanî li navenda sendîkayê hate dayîn. Di civînê de pankarta “Em bêhnê nastînin, rojnamegerî nayê xeniqandin” hatibû daliqandin. Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îş’ê Farûk Eren, endamên Platforma Rojnamegerên Jin a Mezpotamyayê (MKGP), rojnameger Tugrul Eryilmaz, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de Farûk Eren anî ziman ku rojnameger her roj rastî zexteke cuda tên û wiha domand: “Salek berê me rêxistinên pêşeyî dîsa ji ber zextên li ser rojnamegeran li Cagalogluyê ji Walîtiya Stenbolê re gotibû; ‘Em nikarin bêhnê bistînin, rojnamegerî nayê xeniqandin’ û em meşiya bûn. Polîtîkaya tundiya li ser rojnamegeran û krîmînalîzekirina wan her ku diçe girantir dibe. Di çalakiyên salvegera Geziyê de gelek rojnameger hatin binçavkirin û derbkirin. Lewma jî me gilî kiribû. 20 hempîşeyên me li Amedê hatin binçavkirin û ev 4 roj in di bin çavan de ne. Sûcekî ku pê tên darizandin tune ye. Rêbazê binçavkirinê li dijî hiqûqê ye. Bi awayekî derhiqûqî dest danîn ser kompîtir û alavên wan. Hefteyek berê Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu hatibû binçavkirin û hevserokê din Serdar Altan bi daxuyaniyekê bertek nîşan da bû. Niha jî Altan hatiye binçavkirin û Muftuoglu bi daxuyaniyê bertek nîşan dide.”

‘Kevneşopî mezintir bû’

Bi domdarî Eren got ku zextên li ser çapemeniya kurd her ku diçe girantir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mixabin ku li dijî van zextan bertekên têrker nayên nîşandan. Rewşeke cidî li holê ye û rojnamegeriyê difetisînin. Li gel ewqas binçavkirin, girtin û tundiyê jî kevneşopiya çapemeniya azad rastî gihande civakê. Di demên berê de bi kuştin û bombekirinê hewl dan tune bikin lê ev çand her ku çû mezintir bû. Bêguman ev zext ne tenê li ser çapemeniya kurd lê li ser hemû derdorên ku desthilatdar ji weşanên wan aciz tên kirin. Lê belê heke îro bertekeke xurt li dijî binçavkirina neheq û derhiqûqî ya rojnamegerên kurd neyê nîşandan, ev zext sibe dusibe dê li deriyê her kesî bixe. Dixwazin mafê agahîgirtinê yê civakê bi temamî tune bikin. Desthilatdariya qesrê dixwazin bi medyaya xwe bikeve hilbijartinê. Lê wekî her carê dê vêcarê jî nekare bi ser keve. Banga min li hemû rojnameger û rêxistinên pîşeyî ew e ku xwedî li rojnamegerên binçavkirî derkevin. Divê hevalên me di zûtirin demê de bên berdan. Kesek nikare dengê çapemeniya azad qut bike. Rojnamegerî sûc nîne.”

‘Rojnamegerên kurd bêdeng nebûn’

Piştre jî Rêvebera Şaxa TGS’a Stenbolê Çagri Sari axivî û wiha got: “Tu agahiyan nadin parêzerên wan. Em li Tirkiyeyeke wisa dijîn ku neçar dimînin ku tawanên li wan tên kirin li ser AA’yê hîn bibin. Banga min li hemû kesî ew e ku xwedî li rojnamegerên binçavkirî derkevin. Em dizanin bê ka rojnamegerên kurd çima hatine binçavkirin. Di serdemekî ku zext li herêmê ewqas giran bûyî de, di serdemekî ku qala ‘operasyonên li derveyî welat’ tên kirin û di demekî ku li Sûrê hestiyên mirovan derdikevin de dixwazin rastiyê veşêrin. Bi dehan salan rojnamegerên kurd li dijî van zextan bêdeng neman. Divê em xwedî li wan derkevin û bi hev re têbikoşin.”

‘Keleha rûmetê’

Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Zana Kaya jî diyar kir ku heke li Tirkiyeyê mekanîzmayeke zextê bikeve meriyete, ji ewil li ser rojnamegerên kurd tê sepandin û wiha pê de çû: “Piştre jî dor tê yên din. Rojnameger û dezgehên çapemeniyê yên ‘muxalîf’ ku di xwe de nabînin li gel rojnamegerên kurd xuya bikin; reva we tune ye, dor dê were we. Divê em bi hev re li dijî van zextan bisekinin. Kevneşopiya Çapemeniya Azad dizane di her şert û mercan de xwe li ser pêyan bigire. Banga me ew e ku em xwedî li pîşeya xwe derkevin. Çapemeniya azad, keleha rûmetê ye. Divê hemû derdorên civakê xwedî li mafê xwe yê agahîgirtinê derkevin.”

Banga piştevaniyê

Herî dawî jî parlamenter Zuleyha Gulum bertek nîşan da û ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî gelê kurd siyaseta dijminatiyê dimeşîne. Êrîşa dawî ya li dijî rojnamegeran jî parçeyeke vê siyasete ye. Dema dixwazin civakekê bêdeng bikin, ji ewil çapemeniyê bêdeng dikin. Divê em xetên têkoşîna hevpar ava bikin. Heke çapemenî nebe, mekanîzmayeke ku em bikarin agahiyan bigirin tune ye. Lewma bang me li hemû kesî ew e ku xwedî li rojnamegerên binçavkirî derkevin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û bi çepikan bi dawî bû.