7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MSD ji  Şamê re got: Bi gotinan welat nayê parastin, em pratîkê dixwazin

Riyad Derar diyar kir ku gefên artêşa tirk cidî ne û timayên wê tenê bi herêmê ne sînordar in, lê armanc dike herêmên din jî dagir bike. Derar got “Bi gotinan welat nayê parastin, em pratîkê dixwazin da ku veguherînin lihevkirinan. Ev jî heta niha pêk nehatiye.”

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar duh bi şev di bernameya taybet a ajansa ANHA’yê de behsa gefên artêşa tirk, armancên wê û helwesta civaka navneteweyî ji van êrîşan re kir.

Riyad Derar anî ziman ku gefên dewleta tirk cidî ne û li benda erêkirina Amerîka yan jî Rûsyayê ye ku ber bi aliyê guncaw ve tevbigere.

Riyad Derar destnîşan kir ku ji mafê wan ê parastina herêmê û xaka xwe bikin û projeyên xwe li ser ava bikin da ku çareseriya siyasî dabîn bikin, lê dewleta tirk hewl dide van gavan asteng bike, lewma gefên wê cidî ne.

‘Timayên bi herêmê ne sînordar in’

Der barê timayên dewleta tirk û gefên li dijî Til Rifet û Minbicê de Riyad Derar wiha axivî: “Timayên wê tevahiya xeta sînor anku 900 kîlometreyan digire nava xwe. Erodgan dixwaze 30 km an jî zêdetir sînorekî ava bike, her dixwaze vê herêmê hikûm bike û di rapora xwe ya li pêşberî NY`yê de ev mijara aşkera gotibû. Ev ragihandin nayê wateya ku ji mafê wî ye, ji ber ku isbata hiqûqan nake heta nayê wateya dewleta tirk dikare cîhanê bi navê biryara NY`yê şantaj bike, ji ber ku cîhan dizane gef li sînorê wê nehatine xwarin û di encamê de jî curyeke timayên Tirkiyê ne ku ne tenê li ser xaka Sûriyê ye, lê belê Iraq jî. Ev jî di çarçoveya projeya Erdogan e ku dixwaze Mîsaqî Millî zindî bike û herêmên berê di bin kontrola dewleta Osmanî de bûn vegerîne.”

Riyad Derar wiha axivî: “Pêwîstiya Amerîka bi me heye wekî ku ji bo parastin, îstiqrar û avakirinê hewcedariya me pê heye, lê Rûsya dixwaze wekî rêbazên li herêmên bê çek bi kar anîn tevbigere û rejîmê vegerîne herêmê û ev jî gaveke ne erênî ye. Ji ber ku em dixwazin Rûsya navbeykareke ewlehiyê be û em bi rejîmê re çareseriyeke siyasî ku mafên pêkhateyan bide da ku tev li rêveberiyan bibin, pêk bînin. Her wiha destûrekî li hemû herêman hevbeşiyeke realist mîsoger bike, hebe ku em sîstmeke nenavendî wekî li hemû welatên serkeftî, ji wan Rûsyaya Federal, bi dest bixin.”

Derar behsa serdana dawîn a şandeya Rûsya ji dewleta tirk re kir û got: “Daxuyaniyên herdu aliyan isbat dike ku bi temamî li hev nekirine û nakokî hene, di encamê de dibe ku li ser van nuqteyan lîstok û plan çêbibin, her wiha muhtemel e her du alî guman bikin ku ew dikare serweriya xwe ferz bike.”

Berpirsiyarî ya her kesî ye

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar têkildarî rûniştina Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re wiha got: “Ev gotin ne rast e, em mafên xwe ji rejîmê dixwazin û ji artêşê jî dixwazin bi erka xwe rabe. Lewma parastin berpirsyariya her kesî ye. Dema rejîmê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êrîşên DAIŞ`ê re rû bi rû hişt, ewladên herêmê ew rizgar kirin û wê mudaxele nekir jî, niha jî Tirkiye gefan li welat dixwe û rejîm dikare bi artêşa xwe bersivê bide û dikare binêre jî, lê di encamê de berpirsyariya dîrokî ya wê ye jî.”