22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên kurd pêşengiya sedsalê dikin

Salvegera 55’emîn a pîrozkirina 8’ê Adarê bi pêşengiya jinên kurd hatiye asta herî jor. Jin weke teyrê simûrg xwe ji xweliya xwe avakirine û bi berxwedana xwe her roj derbên giran li pergala mêrsalariyê  dixin.

Êrîşên deshilata mêrsalar a ku li ser jinan tê meşandin ne mijara îro ye. Ev pênc hezar sal in ku erîşên cur bi cur li ser jinan û zanînên jinan ên ku civak kiriye civak didomin. Jinan di hemû pêvajoyên bi vî rengî de li ber xwe dane û bi bedelên giran encam bi dest xistine. Ji van serhildanan yek jê ya 8’ê Adarê ye. Her çiqas ev roj di asta navneteweyî de di salên 1970’an de hatibe pejirandin jî bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş a jinên cîhanê rastî salên 1800’an tê.

Di 8’ê Adara 1857’an de jinan li New Yorkê grevek li dar xist. Jinan bi greva xwe daxwaz dikir ku saeta wan a kar dakeve 8 saetan û heqdestekî weke hev bidin wan. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hat şewitandin û bi qasî 100 jinan di encama vê bûyerê de jiyana xwe ji dest da. Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabin pejirandin jî têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinan di salên 1900’an de dest pê dike.

Di sala 1903’yan de li Amerîkayê ji bo parastina mafên jinan ên aborî, polîtîk û kesayetî “Koalîsyona Sendîkayên Jinan” hat sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908’an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêk anîn. Her wiha ev roj weke yekem xwepêşandana “roja jinan” tê pejirandin.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê lêgerîna jinan a ji bo mafên xwe di sala 1909’an de bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20-30 hezar karkerên tekstîlê yên jin greveke giştî dan destpêkirin. Karkerên jin, di greva xwe dixwestin ku şert û mercên xebata wan were başkirin û heqdesteke baş ji wan re were dayîn. Koalîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin, dan.

Cara yekem hat pîrozkirin

Têkoşîna jinên amerîkî, bandoreke erênî li ser jinên Ewropayê çêkir. Di sala 1910’an de li Kopenhagê Duyemîn Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî hat lidarxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin der barê rojeke jinan a cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hat pejirandin. Piştî vê biryarê, roja jinan teqez nehate diyarkirin. Lê Yekem Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di 19’ê Adara 1911’an de li Almanya, Awustralya û Danîmarkayê hat pîrozkirin.

Girîngiya vê rojê ew bû ku keyayê Prûsyayê di sala 1848’an de hin reform mohr kiribûn û di nava van reforman de mafên dengdanê yê jinan hat naskirin. Lê belê ev reform di pratîkê de pêk nehat. Pîrozkirina 8’ê Adarê weke Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di sala 1972’yan de bi rêxistineke mezin a bi navê “Tevgera Adarê” li Sidneyê hat avakirin, destpê kir. Piştî ku Neteweyên Yekbûyî navbera salên 1975-1985’an weke “Dehemîn Jinên Neteweyên Yekbûyî” îlan kir, di 16’ê kanûna 1977’an de jî 8’ê Adarê weke “Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê” hat îlankirin û her roja 8’ê Adarê were pîrozkirin. Di salên piştî vê de welatên endamê Neteweyên Yekbûyî 8’ê Adarê weke Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.

Dixwazin vîna jinan têk bibin

Îro 8’ê Adarê semboleke berxwedana jinan a wekheviyê ye. Lê mixabin hêj li cihanê û bi teybetî jî vê erdnîgariyê em nikarin behsa wekhevî ango edaletê bikin. Desthilatiya AKP-MHP’ê ev demeke dirêj e vîna jinan hedef digire û dixwaze hêza jinan lawaz bike. Her wiha polîtikayên xwe yên li dijî jinan ku hêza herî çalak a civakê ye bi tundî û tevkujî xistine dewreyê, bi kûrkirina newekheviya zayendî ya civakî mêr hêzdar kirine, bi taybetî li bajarên kurdan tacîz û tecawizê weke polîtîkaya şerê taybet bi kar tîne.