26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Rojhilatî li Sineyê daketin qadê

Çalakvanên mafê jinan û yên civaka sivîl li dijî tundiya li ser jinan, li bajarê Sineyê mîtîng li dar xistin. Jinan li bajarê Sineyê di mîtingê de banga yekîtî û têkoşînê li dijî pergala dijî jinê ya Îranê kir. Rêxistinên mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê û yên Îranê anîn ziman ku çalakvanên mafê mirovan û yên civaka sivîl ku piraniya wan jin bûn, li ber avahiya Dadgeha Sineyê kom bûne û mîtîng li dar xistine. Jinên çalakvan di mîtîngê de dowîzên “Ji Jinkujiyê re na”, “Êdî bese e”, “Êdî ti cihek ji jinan re ewle nîne”, “Bes e ji kuştina jinan a bi navê namûsê re” û “Mafên min ên mirovî neyê nîqaşkirin”, “Em hemû Faîze ne” û “Em dixwazin qetilkirina Faîze were zelalkirin” rakirin. Jina 22 salî Faîze Melekî, li bajarê Sineyê ji aliyê bavê xwe ve hatibû şewitandin û ketibû rojeva civakê. Jinan di mitingê de daxuyanî dan û zêdebûna qetilkirina jinan şermezar kirin. Jinan di daxuyaniyê de wiha gotin: “Em helwestiya rayedaran û bi taybetî dadgehan ku kujeran ceza nakin qebûl nakin. Wekheviya jin û zilam encax bi yekîtî û têkoşîna mirovên azadîxwaz pêkan e.”