3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinka axa

Payiza van rojan jî ne tu payiz e, ne sar e, ne germ e, tav heye lê me germ nake, bayê payizê jî ser de me dihetikîne.  Baran jî dema dibare yan lehî radibe, li der û dora me çi hebe dike nav xwe û diherikîne.

Tu carê ew barana payizê weke barana biharê nerm nabare. Niha jî bi şev wisa sar e, ez bi xwe du heb lihêfên giran davêjim ser xwe dîsa jî heta ku dikevim xewê germ nabim.

Karê payizan pir e. Niha jî dema derxistina paziyan e ( Pazî, pincara şekir e). Em hemû dor bi dor alîkariya hevdu dikin, çend roj paziyên min ji nava zeviyê derdixin.

Piştî wê yên cînarên min, heta mehekê em di nava wan zeviyan de dixebitin, du re wan dişînin fabrîqeya şekir, em pereyekî xweş jê digirin.

Ev bu du roj, me hemûyan paziyên xwe derxistin û firotin, baş bû ku beriya ba û baranê me karê xwe qedand. Çend roj bûn me hinekî bêhna xwe girt, hevala me, cînara me ya di nav me de ya herî bêdeng e.

Gulîzerê hat got; “Hevaleke min a ji berî çend salan ez wê baş nas dikim, paziyên wê di nava zeviyan de mane, kesek tune alîkariya wê bike, ji xwe kesekî/ê wê jî tune, hevjînê wê çend sal berê rehmet kir, zarokên wê jî her yek zewicîne û li hin bajarên dur û mezin dijîn û nikarin alîkariya dayika xwe bikin.”

Wê digot; “Ger alîkariya min bikin, ez ê pereyekî baş, xwarinên xweş jî ji wan re çêkim.”

Dema Gulîzerê behsa wê kir, dilê me li ser wê şewitî. Me got; “Lê lê pereyê çi? Em ê herin bi hev re karê wê biqedînin di nava çend rojan de. Em qasî neh deh jin, me tivdarekên xwe kirin û çûn.”

Xwezî qet me guh nedana gotinên Gulîzerê. Roja ewil, jinikê xwarin û vexwarinên xweş çêkir û anî, roja dîtir, em di nava zeviyan de paziyan derdixin, ew jinik qet ne hat li cem me, rojtira din, rojtira din dîsa nehat, ne ji ber birçîbunê, kesek tune ku tasek av bide me.

Min ji Gulîzer re got, ka ew hevala te li ku ye? Evqas jin hatine, sibê heta dane êvarê hilke hilka me ye, em dixebitin, ew jî qet serê xwe ji malê dernaxe, gelo xêr e, çi ye?

Gulîzer çû mala wê hevala xwe, piştî demekê vegeriya, madê wê qet nexweş bû. Keçê te jinik dît an na?

Gulîzera me soro moro bû, got; “Ew dibêje bila karê xwe bikin, bêha wan çiyê ez ê heqê wan bidim. Pîîî îca em hatine bi dil û can karê wê dikin, ew jî ji me re axatiyê dike? Keçiknoo, dev ji kar berdin, em diçin malên xwe, wa ye ew hevala xwişka Gulîzerê ji me re axaftinê dike, êdî karê min li vir nema.”

Gulîzera feqîr vir de û wê de, ew jî xemgîn bû, me got em bi ser xatirê te hatin, me alîkariya te kir, ne ya wê. Em vegeriyan malên xwe, paziyên wê jî di nava zeviyan de man.

Piştî çend rojan me bihîst ku jinik bi tena serê xwe dixebite, dîsa jî me got guneh e, karê rojekê maye, em herin mil bidin wê, bila rûyê Gulîzerê tal nebe.

Me di rojekê de qedand û vegeriyan malê. Sibetirê wê hevala Gulîzerê hat cem me, hem hêsir barand û heim jî xemginiya xwe got. De ka hema hûn bibêjin em ê çawa wê tenê bihêlin, lê bi her halî karê me jî ew bû ku me ji xwe re hevalek baş qezenc kir.