27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Saroeva: Serok jiyanek nû pêşkêşî hemû jinên cîhanê kir

Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê li paytext Moskovayê konferansek pêk anîn. Jinan di konferansê de hev nas kirin, li ser 9’ê cotmehê û kêşeyên jinan axivîn û biryara avakirina yekîtiya jinên herêmê dan

Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê bi boneya Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li paytext Moskovayê di 7’ê cotmehê de konferansek pêk anîn. Di konferansê de endam û nûnerên jinên rûs, cûhî, moldavî, yunan, kazak, kirgiz, ermenî, azerî, ereb, îranî, afgan û jinên li Komara Komî ya li başûrê Rûsyayê dijîn beşdarî konferansê bûn.

Têkildarî armanca konferansê û niqaşên di konferansê de pêş ketin Endama Meclisa Tevgera Jinên Herêma Krasnodar Guhar Saroeva nirxandin kir. Guhar Gasanova anî ziman ku ev gavekî nûh bû û wiha got: “Cara yekemîn jinên xwedî nasnameyên cuda di vê konferansê de hatin cem hev û hev nas kirin. Yekemîn Konfêransa ku bi vê formatê li paytexta Rûsyayê li Moskova hate li darxistin bi coşeke gelek mezin pêk hat. Bi tevlêbûna nêzî 50 nûnerên jin yên kurd û gelek bajarên din ên Rûsyayê û jinên rûs, ereb, yahûdî, ermenî, tajîk, alman, yûnan pêk hat. Armanca konfêransê tespîtkirina pirsgirêkên jinên kurd ku li herêmê pêş dikevin bû. Me xwest rastiya jinên li vê herêmê bi jinên din re parve bikin. Dîsa şermezarkirina komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê bû.”

Pirsgirêkê jinan li her derê û di her civakê de dişibin hev

Guhar Saroeva anî ziman ku di konfêransê de bi taybetî pirsgirêkên ku di civakê te tên jîyîn hatine nîqaş kirin û wiha axivî: “Li gor derfetên ku hene mixabin hê jî pirsa nexwandin, di emrê biçûk de zewicandin heye. Weke ku nûnerên miletên din anîn ser ziman, pirsgirêkên jinan li her deverê tên jîyîn. Rast e çand û terzê jîyanê dibe ku hinek cuda be. Lê fikir, ramanên jinan ne cuda nin. Pirsgirêkê hemû jinan dişibin hev. Çiqas ji civakeke azad û serbixwe be jî, di mêjî de hê jî koletîyeki giran û kûr heye. Di vê konferansê de li ser mijara xebatên jinan ku li bajarên din tên meşandin hate nîqaş kirin.”

Serok sembola azadiya civaka cîhanê ye  

Guhar Saroeva destnîşan kir ku li ser mijara 9’ê cotmehê jî axivîn û wiha berdewam kir: “Ji bo Serok Apo bi fikr û felsefeya xwe rêya azadiyê da pêşiya civakê û jinan, di 9’ê Cotmehê de komploya navdewletî li dijî Serokê me yê netewî birêz Abdullah Ocalan pêş xistin. Serok ne tenê Rêberê gelê kurd e. Her wiha sembola azadiya civaka hemû gerdûnê ye. Di şexsê Serok Apo de xwastin civaka kurd tune bikin. Serok Apo hebûna gelê kurd e. Eger îro ku em wek kurd tên naskirin hûnera Rêberê me ye. Eger îro jin konferansan pêk tînin bi saya fikra Serok e. Serok jîyana xwe pêşkêşî gelan kir û ji bo avakirina jîyaneke nû dîrokeke nû nivîsî. Serok pêşengîtiya brêxistinkirina hemû jinên cîhanê kir. Di dîroka mirovahiyê de tu kesî weke Serok Apo bîrdoziya jina azad pêş nexistiye. Ji bo jina azad fikrek nû afirandiye. Ji ber vê yekê hemû jinên ku beşdarî konferansê bû, nirxekî pir mezin didin Serok Apo. Hem jinên kurd û hem jî hemû jinên gerdûnî di ferqê dene ku Serok Apo qîmetek mezin daye jinan. Fikr û birdozî daye pêşiya jinan. Vê yekê pir bi wate û pîroz dibinin.”

Biryara yekîtiya jinên herêmê dan

Guhar Saroeva li ser encama konferansê jî rawestiya û wiha got: “Jinan di vê konferansê de hev nas kir. Ji bo pirsgirêkên heyî çareser bikin pêşniyar û biryar hatin girtin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên di qada  çandî, civakî û her wekî din de biryara avakirina koman hat dayîn. Ji bo demê pêş biryarên avakirina yekîtîya  jinên heremê hate dayîn. Bi silogana hevala Emîna ya “Jin, Jîyan Azadî” konfêrans bi dawî bû.”