spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Kurdistan û Tirkiyeyê ‘Ji bo azadiyê’ herikîn Enqereyê

Bi hezaran kes ji bo beşdarî 4'emîn Kongreya Mezin a Partiya Çepên Kesk ku bi dirûşma "Ji bo azadiyê" bibin di saetên serê sibê de hatin Enqereyê

4’emîn Kongreya Mezin a Partiya Çepên Kesk bi dirûşma “Dîsa ji bo Azadiyê” îro li Salona Sporê ya Ataturk a Enqereyê tê lidarxistin. Kesên hatin kongreyê ji çerxerêya Ulus Baruthane derbasî salonê bûn.  Li salonê pankartên “Ji bo azadiyê”, “Li dijî kapîtalîzmê, jiyana mirovane keda rêxistinî”, “Ne avhewayê pergalê biguhere”, “Ji bo siberoja azad. bi ciwanên rêxistinkirî re”, “Ji bo astengdaran jiyaneke nû, “Sond ji Rêya re 3”, “Rêya 3’emîn dê serkeftinê bîne, “Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” û “Destûra Bingehîn a Demokratîk” vekirin.

Jin bi otobusên ku ji Tirkiye û Kurdistanê hatin, bi şal û cil û bergên xwe yên kesk sor û zer û cil û bergên neteweyî û bi tilîliyan tevlî kongreya ku dê ji 10 hezarî zêdetir kes beşdar bibin bûn. Girseya ku herikî qadê bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Bernameya kongreyê

Kongre wê bi parvekirina rojevê û deqeyek rêzgirtinê destpê bike. Piştre jî dê hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Îbrahîm Akîn axaftinek bikin û bername dê bi pêşandana sînevîzyonê berdewam bike. Piştî axaftinan guhertina tuzika partiyê, biryarname bê pêşkêşkirin, danasîn û axaftina namzetên hevserokatiyê, danasîna mêvanên ji welatan bê kirin û peyamên ji bo kongre yê dê bên xwendin.