3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derhêner Mehrjoui û lîstikvan Vahideh li mala xwe mirî hatin dîtin

Derhênerê îranî Dariush Mehrjoui û hevjîna xwe lîstikvan Vahideh Mohammadifar li mala xwe ya li Karajê mirî hatin dîtin. Hat diyarkirin ku Mehrjoui û Mohammadifar bi îşkenceyê hatin kuştin.

Derhênerê Îranî Dariush Mehrjoui û hevjîna xwe lîstikvan Vahideh Mohammadifar li mala lê dijiyan ji hêla kesên nasnameya wan nediyar ve hatin kuştin. Li gorî agahiyên hatin wergirtin duh bi şev li ser îxbara cîranan, polîs çûne mala Mehrjoui û Mohammadifar û tespît kirine ku her du jî bi îşkenceyê hatine kuştin.

Polîsên Îranê têkildarî bûyerê de ev daxuyanî dan: “Ev bûyer ji hêla kesên nayên zanîn ve û bi awayekî nayê zanîn pêk hatiye. Hêj jî sedema cînayetê nayê zanîn. Delîlên heyî nîşan didin ku ev cînayet bi çekên sar û li stû û hinek deverên laş hatine xistin û di encama birîndar bûnê de çêbûye.”

Derhêner Mehrjoui filmên çêdikirin li seranserê cîhanê navdar bûn. Fîlmên Mehrjoui yên li seranserê cihahê navdar ev in: Çêlek, Xeleka Mînayê, Kirêgir, Hamun, Leyla, Dara Hirmiyê, Santûrvan û Lamînur. Lîstikvan Vahideh Mohammadifar jî di gelek fîlmên navdar de lîstibû.