6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meral Daniş Beştaş: Em ê tecrîdê bişkînin

4’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Çepên Kesk bi tevlêbûna hezaran dest pê kir. Di destpêka kongreye de Meral Daniş Beştaş li ser navê dîvanê axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ew ji bo azadiyê têdikoşin û dê tecrîdê bişkînin

4’emîn Kongreya Mezin a Partiya Çepên  Kesk bi dirûşma “Dîsa ji bo Azadiyê” li Salona Sporêya Ataturk a Enqereyê bi tevlêbûna hezaran dest pê kir. Salona kongreye dijî û bi hezaran kes jî li derve radiwestin. Li salonê pankartên “Ji bo azadiyê”, “Li dijî kapîtalîzmê, jiyana mirovane keda rêxistinî”, “Ne avhewayê pergalê biguhere”, “Ji bo siberoja azad. bi ciwanên rêxistinkirî re”, “Ji bo astengdaran jiyaneke nû, “Sond ji Rêya re 3”, “Rêya 3’emîn dê serkeftinê bîne, “Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” û “Destûra Bingehîn a Demokratîk” hatin daliqandin. Piştî salon dijî bû, rêzgirtin hat girtin û dîwan hat hilbijartin. Piştî hilbijartina dîwanê li ser navê dîwanê Parlamentera Qersê Meral Daniş Beştaş axivî.

Axaftina  Beştaş wiha ye: “Divê girtiyên zindanan bên berdan û wiha got: “Brêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Em ê tecrîdê bişkînin. Em ê wir azad bikin. Ev berxwedan û têkoşîn dê tecrîdê bişkînin. Em gelê kurd ji xwe bawer in. Em dibêjin ji tecrîdê rena. Ji azadiyê re erê. Em ê bi hevre tecrîdê bişkînin. Îro li dijî polîtîkayên qirêj wekhevî û azadiyê ava bikin. Em bang li hemû dewletên cîhanê dikin, tiştên ku îro li Filistinê pêk tê, li Rojava jî pêk tê. Divê dengê ji bo Filistin bilind dibe ji bo Rojava jî bilind bibe. Rojava şoreş e. Silav ji Rojava re. Di tene rojên dawî de bi sedan hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Em kongreya xwe di şert û mercên dijwar de pêk tînin. Lê dirok û kevneşopiya me şahid e ku me tu carî serî li dijî zilm û zordariyê netewantiye û emê ne tewemînin. Ev kongreya me ji bo azadiyê ye. Hûn dibinin ku salon têra me nake. Em li salonan geriyan, salonên mezin nedan me. Ji bo bi sed hezaran kom nebin û bi sed hezaran ji bo azadiyê denge xwe bilind nekin. Lê îro li her kolanên Enqereyê dirûşmeya “Ji bo azadiyê em li vir in” berz dikin. Desthilat çiqas zilmê zêde bike, têkoşîn û berxwedana me jî mezin dibe. Ji bo azadiyê em dimeşin. Ji bo azadiyê em li ber xwe didin û bi hêz in.”