Çaremîn Kongreya Mezin a Partiya Çepên Kesk a Pêşerojê (Partiya Çepên Kesk) ku bi şîara (Ji bo Azadiyê) li Eywana Werzîşê ya Ataturk a li Enqerê tê lidarxistin didomin. Di kongreyê de Komîsyona Lêhevkirin û Amedekariyê ya Partiyê, ji bo navê nû yê partiyê biryareke nû girt. Li gorî biryara komîsyonê navê Partiya Çepên Kesk guherî û navê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) lê hat danîn.