28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jîr û zanebûyîna bi ramanên Ocalan

Têkoşîna ji bo azadiyê ya bi pêşengiya vîna rêxistinkirî ya mirovê azad /xwe naskirî, gihiştiye nîv esrî û li pêş xwe tu keleman nasnake; ber bi dînamîzma meyla şoreşê ve bi coş diherike. Ev qonax bi qonax di hembêza xeyalên şoreşê de bû dendika hêviya serketinê. Mîmarê van xeyalên mezin ku Abdullah Ocalan e, îro li zindana Îmraliyê tevî nêrîn, gotin, raman û xeyalên azadiyê tê tecrîdkirin. Tecrîd nexasim jî di 23’yemîn salvegera bêbextiya navneteweyî de hîn girantir bû.

Hêzên navneteweyî li ser tesfiyekirina tevgera rizgariya şoreşa Kurdistanê, li dora berjewendiyên xwe yên hevpar kombûn, komploya herî qirej a li dijî mirovahiyê pêş xistin. Alîgirên komployê di pêşbaziya tolhildanê de dor ji hev digirtin, hikûmeta tirk a wê demê ser desthilatê bû li kolanên cihanê di lavelava parsekiya alîkariyê de qajeqaj pê ketibû. Tebatî pê nediket û nehsîtiyek nedima ku ne dikir! Di hilperijî sinc û diwarên desthilat/hikûmetên cîhana hegemon de. Kula wî tenê ew bû ku tevî hevkariya hêzên hegemon ên dinyayê, bi komployek navneteweyî xeta rizgariya şoreşa Kurdistanê bi her awayî tesfiye bike û plana qirkirina li dijî kurdan bi encam bike.

Bi tecrîdê komplo tê rewakirin

Gelek hêlên komploya navneteweyî hene ku bên nirxandin ango fêmkirin; lê em ê behsa milê wê yê tecrîd û qirkirina bi plan tê kirin, bikin: Plana qirkirina kurdan, tevî komploya navneteweyî hat nûjenkirin. 23 sal in tevî tecrîda şidandî ya Girava Îmraliyê, komplo û plana qirkirine ya li dijî heyîna gelê kurd, bi hev re tên meşandin. Bi kûrkirina tecrîdê re, komplo tê rewakirin. Tê xwestin ku komplo bi tecrîdê re hebûna xwe mayînde bike.

Sergovendên komployê!

Komplo, bi alîkariya hêzên serdestên cîhanê yên ku ji çareseriya siyasî û rêya diyalogê ya pirsgireka kurd dûr in ve hat gerandin. Di gerandina vê bêbextiya mezin a navdewletî de sergovendiya gerandina komployê, Îngilistan, Amerîka û Israil serkeşî kirin; glodyoya NATO’yê pêk anî, nokerên navxweyî erê kirin û hişmendiya mêttinger a tirk jî notirvantiya vê planê kir. Rê û resmê exlaqî û hiquqî yên gerdûnî hatin binpêkirin-paşguhkirin û di vê komployê de berjiwendiyên desthilatdaran esas hatin girtin. Di diyalektîka hêzên dijber hev ên cihanê de, ji bo wan tişta herî esas berjiwendiyên aborî, siyasî, ewlehî û parastina desthilatdariya hegemonîk a cîhanê ye.

Ji bilî çareseriyê polîtîkayên qirêj

Di pêkanîna vê komploya hevbeş a van hêzên serdest ên cihanî de, çarenûsa mafê gelê kurd hatiye înkarkirin, tune hatiye hesibandin. Bi vê planê re, qirkirina çandî, fizîkî, demografik û nirxên civaka azad hatin parçe parçe kirin. Êrîş daîmî bûn. A balkêş ew e ku di van 23 salên derbasbûyî de, ji bilî çareseriyê her cûre polîtîkayên qirêj; qirker, êrîş, îşkence, dagirkerî, talan, revandin, kuştin, sîxurtî, biçûk xistin, bêrûmetkirin, girtin, zext û tecrîd bi hev re li dijî vîna gelê kurd hatin meşandin. Bi vê re hat xwestin ku hêviya çareseriyê lewaz bikin. Lê tevî van planên tunekirine jî, nikarîbûn vîna kurdên azad teslîm bigirin û tevgera rizgariyê tasfiye bikin. Israrkirina di komployê de tê wateya nenaskirina hebûna gelê kurd e. Ekolên sereke yên bêbextiya 15’ê Sibata 1999’an, li gorî berê vekirî tevnagerin, li pişt perdeyê, nepenî dixebitin. Alîgirên komployê ne mîna 23 sal berê ye. Bîr û baweriya ronakbîr a zanista civakî ya têkoşîn û berxwedana Îmraliyê, hevkariya alîgirên komploger ji hev xistiye. Ji lewma hêzên komploger serdema xwe ya herî lewaz dijîn. Qeyranên kûr ên pergala modernîteya kapîtalist, hêzên hegemon êsîr girtin. Dikin û nakin nikarin xwe ji vê qeyrana binyadî xilas bikin, ev rewşa aloz a halê hazir pergal ji mejî ve felç kiriye.

Planên tasfiyekirinê

Bi xistina dewreyê ya komploya navdewletî re, xwestin planê tesfiyekirina tevgera azadiya Kurdistanê berfireh bikin. Lê Abdullah Ocalan, li gorî pêşketina diyalektîka zanista civakî tevgera azadiyê ji nû ve afirand; Guhertin û veguhertinên bingehîn pêk anî. Bi vê re pêşî li ber mezinbûna bêbextiyê hat girtin.

Hêza çarenûsê

Ji hêla din ve jinên azadîxwaz, di van 23 salên darbasbûyî de xwe ji hêla rêxstinî ve mezin kirin, fikr û nêrîna li Îmraliyê pêşket, ji bo xwe kirin hêza rêxistina yekbûyî ya tevahî jinên cîhanê. Em weke jinên kurd, li ser girîngiya felsefeya ku jinan weke hêmanên bingehîn ê civaka demokratîk û hevjiyana azad a ku temsîla ramanê Abdullah Ocalan dike, ji bo xwe rêya ji koletiya hezar salan rizgarbûn dibînin. Em jinên kurd, berxwedana ku li Îmraliyê kêlî bi kêlî gur dibe, tevî xeyalên xwe yên azadiyê dixin hêza çarenûsê. Jin, bi ronakbiriya ramanên Îmraliyê jîr û zane bûn. Bêrîkirin û heskirina salan a jinên azadîxwaz, li ber peravên Girava Îmraliyê bi baskê balîndeyan; fir dide. Lewma divê çarmixa Îmraliyê ya ku vîna mirovê azad dîl girtiye, bê hilweşandin û tecrîd bi dawî bibe.