10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

OHD: 11 mehan bêagahî hiştin sûc e

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Amed û Êlihê, bi boneya tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bikin li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Rêvebirê OHD’ê yê Amedê Muhittin Muguc daxuyanî xwend

Muguc anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê 1999’an de bi organîzasyonek navdewletî ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê. Muguc, da zanîn ku piştî Ocalan anîn Tirkiyeyê di 23 salan de pirsgirêka kurd li şûna bê çareserkirin, bêtir mezin bûye. Rê li pêş qeyranên din vekirine.

Ocalan, 23 sal in ji cîhana derve hatiye qutkirin. Ji 25’ê Adara 2021’an heta niha ji Birêz Ocalan bi tu awayî agahî nayên girtin. Ev yek nayê qebûlkirin. Girtiyek ku 11 mehan bêagahî bê hiştin ev sûc e. Ev yek li dijî zagonên neteweyî û navneteweyî ye.

Em bang li rayedaran dikin ku Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev yek hem mafekî zagonî û hiqûqî ye û hem jî dê rê li pêş kaos û aloziya civakê bigire.