14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Ukraynayê gel daket kolanan

Bi hezaran gelê Ukraynayê ji bo protestokirina gefên Rûsyayê yên li dijî welatê xwe daketin kolanan. Li paytexta Ukrayna, Kievê gel bi xwepêşandanekê serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn şermezar kirin û li ber awazên marşa xwe ya neteweyî sloganên li dijî gefên Rûsyayê qêriyan.

Xwepêşandêran sloganên wekî ‘ Ukrayna dê li ber xwe bide’, ‘bijî welatê me û bimire dijmin’, ‘Ukrayna yek parçe ye’ berz kirin û bi van sloganên xwe re wêneyên xêzkirî ên Vlademîr Putîn li kêleka Sedam Huseyin, Muemer Qedafî û Slobodan Miloseviç jî hildabûn.

Li kêleka van sloganan jî daxwaza Ukraynayê ya tevlêbûna NATO’yê jî bi sloganan dihate dubare kir. Tevî ku şertê bingehîn ê Putîn ew e ku Ukraynayê dest ji daxwaza xwe ya tevlêbûna NATO’yê berde.

Hêjayî gotinê ye ku zêdeyî mehekê ye Rûsyayê leşkerên xwe li ser sînorê Ukraynayê bicih kiriye û wekî gefekê bikar tîne. Pê re jî di serî DYA gelek welatên rojava metirsiya destwerdana Rûsyayê tînin ziman û ew yek bandorê li ser jiyana gelê Ukrayna û aboriya wê dike. Lewre gelek caran rayedarên Ukraynayê jî bang li wan welatan kir ku ev bang û nûçeyên wan zirarê didin aboriya Ukraynayê.