27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jiyana dayikan

Derdê me girane, digot dayika Edlê. Ji bo bernama ‘jiyana dayikan’ ez gund bi gund digeriyam, her şevê li gundekî dibûm mêvan û me derdê xwe bi hev re parve dikirin. Em geh dikeniyan û geh digiriyan. Geh xemgîn dibûn û geh me kêxweşiyên xwe bi hev re parve dikirin.

Ez rojekê li gundekî Wêranşara Rihayê, li mala dayika Edlê bûm mêvan. Dayika Edlê, temenê wê li derdora heştê salî bû. Bi kefya xwe ya mor, bi kiras û xeftanê xwe yê bi rengê reş, eniya wê ya bi deqê şîn hatibû neqîşandin, bi rûyê xwe yê gewr, çavên şîn weke du stêrkê şermok. Yanî ez karim bêjim dayika Edlê wek şimamokek nav bostanan bû.

Piştî şîva êvarê, dayika Edlê çar mûm pêxistin û li ber ronahiya wan bûma destê xwe da ser hev û dia kir û paşê jî got: “Amîn amîn amîn.” Em bi hev re derbasî salona mezin bûn. Li dîwarê salonê çar wêne hebûn. Sê xortên ciwan û jineke bûkîn. Hersê xortên ciwan, bi cilên leşkerî, bi çek û rextan girêdayî bûn. Hersê pir dişibiyan hev. Çavên wan keskê zelal bûn, por û burî û simêlên wan reş bûn. Te digot qey dikin ji wêne derkevin û werin bi me re têkevin sohbetê, ewqas ku bi bandor bûn.

Yên jina bûkîn, diyar bû ku cilê bûkaniyê lêne. Kirasekî şîfonê mor lêbû, axbaniyek der a hevirmîş li serî bû, destmalek mor dabû ser qorê zêra, wek kevakek neqişandî li ser doşekê rûniştibû. Bê hemdî çavê min li her çar wêne yan aliqî. Dayika Edlê ji paş ve, destê xwe danî ser milê min û destên din jî ber bi wêne yan kir û got.

— Hersê kurê min in û yan jin jî bûka min e.

Min xwest je bipirsim, bejim ka li ku ne? Lê min kir û nekir, devê min negeriya ku ez vê pirsê ji dayika Edlê bikim. Ez bêdeng mam. Wek girêkekê ket gewriya min. Em bi qasî deh deqa bêdeng man. Dayika Edlê pêşî li min nerî, paşê berê xwe da wêneyê ku bi dîwar ve daliqandî ne û got: “Ev kurê min ê mezin e, Harûnê min pir hêja bû. Ev jî Sînan û Seyidxan in. Ew jî ne kêmî Harûn bûn. Gelek mêrxas û çeleng bûn. Lê Bêrîvana min, jineke weka wê, di Wêranşarê de tunebû, lê ez çi bikim felek bêbext e.”

Min bêdeng guhdarî kir li dayika Edlê. Wê domand û got: “Harûn û Bêrîvan evindarê hev ê zaroktiyê bûn. Min dawetek kurmancî ji wan re kir û min ew zewicand. Ji ber ku Harûn birayê mezin bû û  hîn zarok bû bavê wî miribû wî şûna bavê xwe girtibû, Harûn sermiyanê malbat xwe bû. Harûn û Bêrîvan weke Mem û Zîn ji hev hez dikirin. Şevekê heval li me bûn mêvan. Lê ne hew wê şevê tenê, gelek caran dibûn mêvanê me û em bi mazûvaniya wan pir şad dibûn. Wexta şîva evarê bû. Pênc heval li odê rûniştibûn. Berivan li aliyê malê amadekariya şîvê dikir.

Harûnê min wê rojê pir ponişandî û histûxwar bû, min hîs kir derdekî wî heye! Min bi çavên xwe ew şopand. Ez gelekî tengav bûm, lê min qêmîş nekir ku ez jê bipirsim. Harûn çû aliyê makê yanî (mitbaxê) li hember Bêrîvan ê rawestiya, serê wê xist ber singa xwe, ew maç kir. Dema Bêrivan çav li min ket şerm kir rêgê wê çû û delka xwe da Harûn ew dûrî xwe da. Êdî derengiya şevê bû wê heval rabûna wextê çûndina wan bû.

Harûn bi wî stûyê xwar bang li min kir û got: “Yadê haa yadê ,ka were ez ê bi te re şêwrekê bikim?” Ez ji cîhê xwe pekiyam!

–Bele yadê qurban,ka bêje! Yadê ez dixwazim tev li hevalan bibim biçim!

Wê demê, ne mirin, ne zilm, ne îşkenca bi salan, tiştek nehat bîra min ji xeynî Bêrîvanê. Hew ev bêhemdî ji devê min derket.

– Le Bêrîvan?

– Bêrîvan emanetî te, dayika min!

– Ez hêviyê ji te dikim, tu Bêrîvan ê li vir nehêle! Wê jî li gel xwe bive.

– Na yadê, ez nikarim wê bibin. Şertê wir zor in Bêrîvan ê nikare. Ku ez mam sax ez ê teqez vegerim û ku ez mirim temiya Bêrîvan ê li te.

Ez giriyam. Harûn giriya. Bêrîvan ê hesirê xwe ji min veşartin û giriya! Heval jî li ber Harûn geriyan da ku wî îkna bikin vegerînin lê bêfêde bû. Eşqa netewperestiyê dabû ser eşqa Harûn yan li hember Bêrîvan ê. Harûn xatir xwest û çû. Me teva li pey nerî! Çûn, ji ber çavan winda bûn. Mehek du meh derbas bûn, mala bavê Bêrîvanê bihîstin, bi ser me de hatin, em rexne kirin. Em bêdeng man.

Birayê  wê got:

– Ka rabe kinc û kolê xwe bide hev, em biçin malê, ma êdî mêrê te tune, tê li ser kar û berxê Edlê bibanî? Bêrîvan giriya, bi ser min de zûriya, bang li Xwedê kir! Lê ber tişkî negirt.

Birayê wê ew bi darê zorê bir. Jinên bedew, çavên her kesî li ser wan e. Her rojên Xwedê xwazgîniyê wê li mala bavê wê rûniştî bûn. Bêrîvana min dan axayekî Hîzolan.

Şeva hêneya wê hat xatir ji min xwest, got:

– Ku rojekê bive qismet û Harûn vegere, jê re bêbije, destê tu kesî bi yê Bêrîvanê nebû ji yê te pê ve.

Ez û wê bi ser hev de giriyan. Ez ne axivîm, zimanê min negeriya. Êvarê piştî dest hinekirinê, sehet li der dora yazdan, qerepere ket nava gund. Hawar û fîgan a ezman hilanî ! Bêrîvan ê xwe bi dar ve kiriye. Dema me ew danî ser teneşîrê, ji paşîla wê wêneyê Harûn derxistin. Êşek ku tarîfa wê tunebû hat jiyîn.

Piştî salekê Harûnê min şehîd ket. Sînan çeka wî rakir, piştî du salan xebera şahadeta Sînan jî hat. Seydxan jî çû bi şopa wan ve. Seydxanê min niha li Rojava ye, xaziye, lê baş e. Silamet e.

Lê bi oxira Harûn û Sînan û Seydxan sond dixwim derdê Bêrîvana min deye ser derdê hersê deleliyê ber dilê min.

Belê xwînerên hêja, ev serpêhatî ji devê dayika Edlê. Sed mixabin û hîn bi hezaran serpêhatî yên me yên wilo hene.