4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mirîşk bi zimanê xwe dike qajeqaj

Herî kêm mirîşk wek mirîşk ser jê dibe, yan jî wek mirîşk bi zimanê xwe qajeqajê dike. Ma em çi ne, bi kîjan zimanî, kîjan rengî û kîjan ola xwedayî dijîn û dimirin?

Mijar ne hêk ji mirîşkê derketiye, ne jî mirîşk ji hêkê derketiye. Mijara me, kêmekî xweser e, kêmekî jî kul û derd e, yanî armanc tradejiyên ku gotin têrê nakin di kesayeta mirîşkê de kêmekî şîrovekirin e.

Bêguman mirîşka ku em behsê bikin ne yê qefesê ye, ne jî ya li fabrîkeyê ye, ya em pênase dikin ê malê ye û kêmekî gorî xwe azad e, lê sînorê azadiya wê dîwarê der û dora malê ye.

Karê mirîşka yê herî kambax, dema wê bikeve kurkê, yanî wê ser hêka bênavber 20 rojan rûnê, da ku ji hêkan çêlikê wê derên. Çima kambax? Ji ber ku dema xwediyê malê hêka di kurikê mirîşk bicîh dike, hêk tenya ê mirîşkê nîn in, yê elokê, werdekê û carinan jî yê qazê jî dixin bin de. Mirîşk pê nahise ku hêkên biyanî hene, li ser dikeve xewê, hêka bi germahiya xwe can dike, bi nikilê xwe hêka komê bin perê xwe dike, da ku hêk li derve nemînin, necemidin û xirab nebin, çêlik zindî ji nava hêkê derkevin.

Hêkê derketina cûcik e, cûcik qaz e, werdek e, elok e yan jî mirîşk e. Mirîşk tê dernaxe, yekser tevdigere, genim û danê kom dike ser hemûyan dabeş dike. Cûcik bîst rojê din êdî reng û bejnê xwe diyar dibin, da ku kîjan qaz e, werdek e, elok e û mirîşk e. Qaz û werdek giran dibezin, dikevin nava golê avê bi seatan dernayên û zikê xwe bi kurmikê di nava avê de têr dikin. Elok demekî din jî li cem mirîşkê dimîne, bi çêlikê mirîşkê re tevdigere, lê ya kambax mirîşk hê jî tênegihiştiye ku qaz û werdek lê çûne.

Demekî, çend meh serde diçe û bejna elokê ji mirîşkan bilindtir dibe, dengê wan ji mirîşkê cûdatir, meşa wan nazdar û di nava mirîşkan de jî dîk dertên pêş, lotika diavêjin, qîr dikin, li ser dayika xwe dengê xwe bilind dikin, bi nikilê xwe ve lê dixin, lê mirîşk dîsa jî wek tiştek nîne, wek ku xwezaya jiyana wê diherike, tevdigere. Payîz e, êdî dema serbirîna qaza ye, xwediyê malê serê qaza yek bi yek difirine, ne qîreqîra wan, ne jî neynûkê xwe dema jan dikişîne erdê dikole mirîşk bandor nake. Qaz xilas bûn, goştê wan bi darê ve ye, ser xwedîkirî li ber rojê hişk dibe. Di dorê de elok û werdek serpêhatiya qazê dijîn. Dor hatiye çêlikên mirîşkê, destpêkê dîkê zêde serî difire û ser agir boyî mêvanan sor dibe, lê mirîşk hê jî bi nikilên xwe ve di sergoyê de qût digere, zikê xwe têr dike, xwe amade dike da ku hêkê nû bike û careke din kurik bikeve.

Encam, mirîşk mirîşk e, bê fikir û raman e, lê ew gorî siruşta xwe her di nava hilberînê de ye, xelk keda wê nizanibe jî Xweda dizane, yanî bêhesab dide.

Sînorê aqilê mirîşkê, gorî me mirovan der û dora çeperê malê derbas nabe. Çima wisa ye? Bersiv; Gerdûna wê ew e!

Gelo, em kurd hînde ji welat dertên, koçberî dikin, an jî ji ber zilma dagirkeran, bi darê zorê ji welatê xwe derketine, zaroka çêdikin û zimanê xwe, çanda xwe nadin wan zarokan, an jî nikarin bidinê, ma cûdahiya me ji mirîşkê çi ye? Herî kêm mirîşk wek mirîşk ser jê dibe, yan jî wek mirîşk bi zimanê xwe qîr dike, ma em çi ne, kîjan zimanî, kîjan rengî û kîjan ol û xwedayî dijîn, dimirin?

Wekî şênber kurdên Sovyeta berê li ser 5 welatan belav bûne û di nava van welatan de jî li bajar û gundan belav bûne. Kes hay ji kesî nîne, tenya dema mirina de, an jî dawetan de hay ji hev dibînin, ew jî bi çend xizman sînordar in. Zarokê wan êdî zimanê xwe nizanin, ê dizanin jî kêm, lewaz dizanin. Li gorî ola Êzidîtiyê zimanê kurdî pîroz e, dua bi kurdî tên kirin, lê êdî nifşa nû zimanê xwe nizane, baş e êzdî çend salê din wê bi kîjan zimanî hawara Melekê Tawis û Şems bikin? An jî kurdên misilman wê bi kîjan zimanî di nava qazax, qirgiz, azerî û rûsan de biaxivin, pêşerojê ew ê nikaribin bi hev re jî bidin û bistînîn, ji ber ku êdî zimanêkî hevbeş namîne. Ji niha ve kurdên li Azerbaycanê dibêjin: (Atam Kurt tu, ozûm Azeriyem) wateya wê; kal û bavên me kurd bûn, em bi xwe azerî ne, êdî bi kurdî nizanin.

Eger civak ji çanda xwe, îradeya xwe ya polîtîk, paşeroja xwe, ramanê xwe û xweparastinê bêpar be, wek mirîşkeke serjêkirî lê tê. Dema serê mirîşkê jê dibe, çend deqeyan xwe li erdê diperpîne, nefes hildide dide, lê helwestekî bêwate ye. Di qanûna sosyolojiyê de; hebûna biyolojîk bi serê xwe têra hebûna civakekê nake, yan jî têra pênaseya civakbûnê nake, ji ber ku yê civakê dike civak çand e. Çand jî serpêhatî û destkeftiya civakê ye, civak xwe li ser çandê xwe ji nû ve şîn dike. Niha pirs ev e: Kurdên li diyaspora û metropolên dagirkeran wê xwe ji bişaftinê rizgar bikin an na?

Derencam; mînak cihû (yahûdî) penaberî û dagirkeriya babîlan û paşê jî romiyan li çar aliyê cîhanê belav bûn. Nêzî 2 hezar û 100 sal derbas bû û dîsa jî sedsala 20’an vegeriyan ser axa xwe. Baş e çawa vegeriyan, çawa di nava gelek çandan û zimanan tune nebûn, xwe winda nekirin da ku çûn çanda xwe û ola xwe bi xwe re birin? Gorî ku tê zanîn cihû dema zarokê wan edî ziman fêm dike, her ser sala cihûyan di guhê zarokên xwe de wiha dibêjin; “Em ê sersala bê li Qudisê, Îsraîlê pîroz bikin.” Zarok jî pirsa; “Qudis ku der e, Îsraîl ku der e?” Bersiv, dîroka Îbrahîm beriya zayînê di 1700’an de dest pê dike, hemû serpêhatî ji zarok re tê şîrovekirin. Hişmendî, bîr û baweriya zarok li ser vî esasî ava dibe. Di encamê de, ev bîr û bawerî nehişt ku cihûdî tune bibe. Niha em kurdên di nava welat û derveyî welat ji bo ku tune nebin yekem tişt dîroka xwe bixwînîn û zarokên xwe fêr bikin. Her malekî bikin dibistan û xwe, cînarê xwe fêr bikin. Zarokê xwe re bêjin: “Tu kurd î.” Wê demê di hişê zarokan de pirs çêbibe û pirsa; kurd kî ne? wê bikin. Ev şîrova wê kîlîda deriyên nû veke   û wê ev jî rê li ber pirsên nû veke. Wê demê pirsên; em ji ku hatin li vir, welatê me ku der e? bikin. Bi vê rêbazê em dikarin xwe jî perwerde bikin. Analîzeke dawî ku tirkan kirine, dibêjin; “Ji bo me ya herî xetere ew e ku di nava kurdan dehişmendiya hevbeş a dîrokî ava bibe.” Ev jî tê vê wateyê; aqlê hevbeş ê ramanê wê helwesta hevbeş bîne. De werin em teşiya dîrokê bizvirînin.