8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kadah: Mele ne azad in

Mele Mahsûn Koçaga giliyê qaumeqamê Pasûrê Burak Akeller kir. Akeller bi hinceta ku mele Koçaga xutbe kêm xwendiye lê dabû û heqaret li lê kiribû.

Qeymeqamê Pasûrê Burak Akeller di 19’ê çileyê de çû Mizgefta Kubayê ya li navenda navçeya Pasûrê û bi hinceta ku Mele Mahsûn Koçaga xutbe kêm xwendiye bi mîkrofonê li mele da. Akeller dema li Koçaga dixist heqaret li wî kir. Piştî vê yekê Koçaga ji nexweşxaneyê rapora derbê girt û giliyê qeymeqam kir. Piştî bûyer bi rêya çapemeniyê di nava gel de belav bû, bertekên mezin hatin nîşan dan û Walîtiya Amedê jî der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. Lê li gel vê yekê Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya jî anî ziman ku ji ber mele nivîs kêm xwendiye rastî tundiyê hatiye û qeyûm parast.

Divê li pey rastiyê biçin

Têkildarî mijarê Serokê Komeleya Alîman a Amedê Heci Kadah nirxandin kir. Haci Kadah anî ziman ku xutbe ji aliyê dewletê ve tê hazirkirin û wiha got: “Ji ber ku mele karmendê dewletê ye, mecbûre li gorî dewletê biaxive. Mele, oldar, alim yên ku memûrtiya xwedê dikin divê aliyê xwedê biaxivin. Ev kesana ji ber ku bacên xwe ji dewletê distînin, dest ji qulê xwedê berdane û li gorî dewletê diaxivin. Wezîrê Karê Hundir li gorî zagonên xwe tev digere. Pere ew didin, qanûn ew amade dikin. Ji ber vê yekê karmendê wan jî mecbûre li gorî wan biaxive. Li mizgeftê ji bo mele li gorî fermana xwedê tev bigere divê mele azad be. Lê eger mele ne azad be, wê demê dê xutbê li gorî fermana dewletê bixwîne. Eger karmend pere ji dewletê nestîne û li gorî xwedê xutbê bixwîne wê demê dê azad be.”

Serokê Komeleya Aliman a Amedê Haci Hadah da zanîn ku li gorî ola îslamê mirovek nikare ji xeynî fermana xwedê fermanek din ji mirovan re bêje û wiha berdewam kir: “Lê ev meleyên dewletê bi salan karmendên dewletê ne û li gorî dewletê diaxivin. Ola îslamê aşkera dibêje ‘Bavê mirov be jî eşîra mirov be jî, nefsa mirov be jî eger tiştekî şaş be, divê mirov wê şaşîtiyê bêje û li pey wê neçe. Lê eger rast be, divê mirov wê rastiyê bibêje û li pey wê rastiyê biçe.”

Meleyên dewletê ne azad in

Kadah destnîşan kir ku bi hezaran meleyên ku di mizgeftan de xutbeyê dixwînin hene û wiha lê zêde kir: “Yek ji wan meleyan jî tiştên ku dewlet dibêje rexne nake. Li dijî xutbeya dewletê dernakeve. Heta niha hemû axaftinên xwe li gorî dewletê kirine. Dewlet jî eger tu carekê jî li gorî wê tev negere, dikare te ji kar jî bavêje. Ola Xwedê belî ye, olê dewletê jî belî ye. Em dibînin ku cihê ola îslamê di nava dewletê de tune ye. Tev li ser netewperestiyê ye. Hemû zagon û qanûnên wan li dijî ola îslamê ye. Hemû nizam û qanûnên dewletê yên olî li dijî ola îslamê ye. Tev mijara rexneyê ye. Hemû xutbeyên wan li gorî gotina dewletê ye. Divê hemû mele azad bibin û li gorî ola îslamê tev bigerin. Mele meaşên xwe ji dewletê digirin û meletiya xwe winda kirine. Mele êdî ne azad in.”

Nûçe Zafer Veşîn