4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameya Xwebûnê nadin girtiyan

Rayedarên Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Xarpêtê, rojnameya Xwebûn ku bi rêya kargo ji girtî Firat Macît re hatibû şandin, nedan wî.

Di salên dawî de rayedarên girtîgehê rojnameyên muxalif ên wekî rojnameya Xwebûn ku heftane bi kurdî weşanê dike, Rojnameya Yenî Yaşam ku rojane bi tirkî weşanê dike û rojnameya Evrensel ku rojane bi tirkî weşanê dike nadin girtiyan. Dîsa dema radyo didin girtiyan jî, tenê qanalên FM û yên herêmî dikişinin, didin girtiyan. Radyoyên ku fireqansên kin (SW) nadin girtiyan. Girtî li girtîgehan nikarin sûdê ji rojname, radyo û qanalên televîzyonan yên ku dixwazin sûdê bigirin. Di aliyê ragihandinê de gelek daxwazên girtiyan tên redkirin û sînorkirin.

Yek ji girtîgehên ku daxwazên girtiyan ên rojnameyê tê redkirin û sinorkirin jî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê ye. Girtiyê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Xarpêtê Firat Macît bi rêya malbata xwe, xwest ku rojnameya kurdî Xwebûn ji wan re bişînin. Li ser daxwaza malbatê Midûrê Karê Nivîsan Mehmet Alî Ertaş bi rêya kargo 3 hejmarên cuda yên Rojnameya Xwebûnê li ser navê Firat Macît ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Xarpêtê re şand. Lê rayedarên girtîgehê bi hinceta çima belgeya abonetiyê nexwestiye û bi rêya belgeya abonetiyê rojname nexwestiye, rojname neda girtî Firat Macit.

Ji bo rojnameyê nedin her tiştî dikin

Macît ji bo daxwazên xwe bîne ziman nameyek ji xwebûnê re nivîsand û wiha got: “Ji bo em ji kovar û rojnameyên kurdî sûdê bigirin me bi daxwaznameyekê serî li rayedarên girtîgehê da. Lê rayedarên girtîgehan diyar kirin ku kovar û rojnameyên hûn dixwazin li bayiyên rojnameyan tune. Dîsa ji bo em ji mafê xwe yê zimanê zikmakî sûdê bigirin, me dîsa daxwazname da û me xwest em serî li kîjan rê û rêbazan bidin. Wan jî got; ‘Kovara ku hûn dixwazin bibin aboneye wê, divê hûn belgeya abonetiya kovarê û hesabê îbana kovarê ji ku em heqê wê bidin û ji hesabê we qut bikin, ji me re bişînin. Em ê li ser navê we abonetiyê çêbikin. Em ê li ser hesabê we pere bişînin û kovarê bixwazin. Piştî kovar hat, komisyona xwendinê dê bixwîne û ger guncav dît dê bide we.’ Bi vî awayî daxwazên me bi cih nehatin.

Komîsyon guncav nabîne

Firat Macît, di nameyê de anî ziman ku rayedarên girtîgehê bi hinceta rojname qedexe ye nadin wan û rojnameyên ji wan re hatine şandin jî nedane wan. Firat Macit destnîşan kir ku ji bo karibin ji rojnameyê sûdê bigirin divê bibin abone û piştî rojname hat şandin jî ger komisyona xwendinê guncav bibîne dê bidin wan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê