27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Berxwedan xeta jêneveger e’

Evîn Teyfûr a ku di şerê Kobanê de zarok bû û niha ducanî ye got: “Li kêleka kelecana dayikbûnê ji bo pêşeroja zaroka xwe jî bi fikar im. Lê dîsa jî ji bo pêşerojek aram berxwedan xeta jêneveger e.”

Evîn Teyfûr a ku di dema şerê Kobanê de zarok bû û niha ducanî ye ev tişt anî ziman: “Li kêleka vê kelecana xwe ya dayikbûnê ji ber ku bi hesreta zarokatiya xwe dijîm ji bo pêşeroja zaroka xwe jî bi fikar im. Lê dîsa ji ber tecrûbeyên ku min dîtiye ez zanim ji bo pêşerojek aram berxwedan xeta jêneveger e.”

Çeteyên DAIŞ’ê di adara 2014’an li dijî Kobanî dest bi êrîşên hovane kirin. Êrîşên DAIŞ’ê ku heta tîrmeha heman salê rojane berdewam dikirin di 2’yê tîrmeha 2014’an de veguherî êrîşeke topyekûn ku armanca wê tunekirina Kobanî bû.  Serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan wê demê ji bo Kobanê digot ‘Kobanê ha ket, ha wê bikeve.’ Ji bo piştgiriya bi Kobanê re bi milyonan kurd û dostên xwe daketin kolanan û berxwedanê mezin kirin. Di encama têkoşîna 134 rojan a bi pêşengiya jinan re Kobanê di 26’ê çileya 2015’an de ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

Bêguman wek hemû şeran ên ku herî zêde ji vê rewşê bandor bûn jin û zarok bûn. Em bi Evîn Teyfûr ya ku di dema şerê Kobanê de zarok bû û niha li Kobanê yaku xwe ji çeteyan rizgar kiriye amadekariya pêşwazîkirina zaroka xwe dike re der barê rizgarkirina Kobanî de axivîn.

Evîn Teyfûr ku piraniya zarokatiya xwe di nav şer de derbas kir ji bo wê pêvajoyê wiha got: “Zarokatî, qonaxeke gelekî taybet û hestiyar e. Lewma zarokê/zaroka ku di jiyan û civakeke aram û bêşer de dijîn helbet rewşa xwe ne wek zarokekî çavên xwe li nav şer û mewziyan de vekiriye û di guhê wî/wê de dengê fişengan hebûye ye. Min jî wek her zarokek ku di nav şer de zarokatiya xwe derbas kiriye di nav tevliheviyek bêdawî de bûm. Ji ber şerê heyî em ji hemû jiyana xwe dûr ketibûn. Hem mala me hem mafê me yê xwendinê her ku diçû ji me dûr diket. Hema bibêjin wek hemû malan mala me jî di wî şerî de bi tevahî wêran bû. Min dema rûxandina diwarên mala xwe dît, min zarokatiya xwe di bin wan diwarên rûxandî de hişt. Êdî ji bo min pêvajoya zarokatiya min qediya.”

Teyfûr got ku heta DAIŞ’ê êrîşê Kobanê nekiribû şêniyên Kobanê qet ji axa xwe dûr neketibûn û wiha axivî: “Ji ber ku em qet ji axa xwe dûr neketibûn û neçar man ku di dema rizgarkirinê de ji axa xwe dûr bikevin em ketin nav zehmetiyên gelek mezin. Lê em di wê baweriyê de bûn ku dê Kobanî tu car nekeve. Jixwe wek hûn jî dizanin bi têkoşîna ku hat dayîn jî Kobanî xwe ispat kir ku nakeve.”

Dîmenên bi êş

Evîn Teyfûr di axaftina xwe de bal kişand ser hilweşandina Kobanê û wiha pêde çû: “Di nav şer de hemû tiştên hovana mixabin di bîra mirov de cih digirin lê ji bo min yek ji dîmena ku dê qet ji bîra min neçe vegera me ya li Kobanêî bû. Dema cara yekemîn em li Kobanî vegeriyan me dît ku hemû mal wêran bûne. Kevir li ser kevir nehatine hiştin. Dema min çav li vî dîmenê xist ez pir pê êşiyam û ew dîmen hê jî di bîra min de zindî ye.”

‘Berxwedan jiyan e’

Evîn Teyfûr ya ku piştî rizgarkirina Kobanê perwerdeya xwe ya ku nîvco maye temam kir û ji Zanîngeha Kobanê mezûn bû û niha ducanî ye di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Min zarokatiya xwe di bin êrîşên hovane yên DAIŞ’ê de li kolanên Kobanê winda kir û îro wek jineke ku cara yekemîn dê bibim dayik kelecanek mezin dijîm. Li kêleka vê kelecana xwe ya dayikbûnê ji ber ku bi hesreta zarokatiya xwe dijîm ji bo pêşeroja zaroka xwe jî bi fikar im. Lê dîsa ji ber tecrûbeyên ku min dîtiye ez zanim ji bo pêşerojek aram berxwedan xeta jêneveger e. Bi hişmendiya berxwedan jiyan e em ê ji bo pêşeroja xwe her tim têbikoşin.”