21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kampanya heta ku bi encam bibe dê bidome

Tirkiye gef û êrişên xwe yên ji bo dagirkirina deverên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di vê çarçoveyê de desthilata AKK-MHP’ê di serî de Amerîka bi welatên NATO’yê û Rûsyayê re dîplomasiyê dimeşîne. Heta niha destûr negirtibe jî Tirkiye hewldanên xwe yên vê der barê de berdewam dike. Di demên dawîn de bi van hewldanên xwe re li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk tîne û rayedarên herêmê dike hedef.

Li dijî van gef û êrîşên Tirkiyeyê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî bergirî tên girtin û ji bo pêşîgirtina êrîşeke muhtemel a Tirkiyeyê xebatên dîplomatîk tên kirin. Bi vê armancê di meha hezîranê de 33 partiyên herêmê bi daxuyaniyeke hevpar bang li koalîsyona navneteweyî kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firîna balefiran re bêgirtin. Herî dawî jî di 3’yê tîrmehê de bi vê armancê kampanyayek hat destpêkirin.

Nameyek radestî NY’yê kirine

Der barê kampanyayê de me xwe gihand rêveberê kampanyayê hevserokê Partiya Kesk a Demokrat a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Luqman Ehmê û li ser mijarê em axivîn. Luqman Ehmê, bi bîr xist ku di 28’ê hezîranê de 33 partiyên herêmê li Qamişloyê bi daxuyaniyeke daxwaza girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine û piştre di 3’ê tîrmehê de ev daxwaza partiyan weke kampanyayeke hatiye destpêkirin.

Ehmê, da zanîn ku der barê kampanya xwe de nameyekê radestî ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê kirine û ji bo eleqeya kampanya wan jî ev tişt gotin: “Kampanya me di 23’yê tîrmehê de bi hastageke li ser medyaya dîjîtal dest pê kir û li 51 welatan kete rêzê. Ji bo kampanyaya me li 51 welatan 189 hezar twît hatin avêtin. Ji bo kampanya me eleqeyeke di asteke bilind derkete pêş. Hem gelek kes beşdarî kampanyayê bûn hem jî gelek sazî û kesên navdar piştgirî dan kampanyayê.”

Kampanya ji bo tevahiya herêmê ye

Di berdewamê de Ehmê, bi lêv kir ku armanca wan ji kampanyayê ew e ku ezmanên Rojava ji firîna balefiran re bê girtin û wiha axivî: “Ji ber ku her êrîşeke hewayî ya dewleta tirk gelê me yê sivîl şehîd dike, dibe sedema koçberiyê, dagirkirinê û piştgiriya komên terorîst ên mîna DAIŞ’ê. Em daxwaz dikin ku tevahiya qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê qedexekirin.”

Ehmê, ji bo muxatabê kampanyaya wan jî destnîşan kir ku muxatabê kampanya wan Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Navneteweyî, Amerîka, Rûsya, Îngilistan, Fransa ne û heke kampanyaya wan biçe serî wê aramî, xizmetguzarî, aborî li herêmê bi pêş bikevin û wiha pê de çû: “Wê welatiyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê vegerin ser mal û milkê xwe. Her wiha wê şerê li dijî DAIŞ’ê bi xurtî berdewam bike. Ji bo em bigihêjin armancên xwe vê xebatê dimeşînin. Dema kampanyayê bi dema pêkanîna armancan ve girêdayî ye