30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwe di muzîka kurdî de nas kir

Li bakurê Kurdistanê, tevî zext û astengiyên li pêşiya çand û zimanê kurdî jî xebatên hunerî didomin. Di van xebatan de hunermendên ciwan digihînin û ciwanên têgihiştî ji bo gelê kurd xizmeta hunerî dikin. Mahmût Goçer (30) jî yek van kesan e ku di karê hunera deng de hêj nû tê gihandin û dixwaze bi sewta xwe ji çanda ku di nav de mezin bûye re xizmetekê bike. Lê çîrokeke wî ya balkêş heye. Em li Amedê em bi hev re rûniştin û jê çîroka wî ya hûnerî guhdar kir.

Mahmût Goçer, ji gundê Kurbeytê yê navçeya Farqîna Amedê ye. Lê bi eslê xwe ji Cizîra Botanê ye û 150-200 sal beriya niha pêşiyên wî ji Cizîrê koçî Farqînê dikin. Goçer, got destpêkirina wî ya muzîkê kodeke malbatî ye û derbarê mijarê de ev tişt got:

“Ji ber bûyera ku qewimiye wextê koçberbûnê leşker li pey pêşiyê me bûne û dema ku tên mala Badê ji ber leşker wan nas nakin û ew ber didin. Ji ber vê kêf dikin û li def û zirnê dixin. Wexta ku xwe li avê dixin defa xwe jî bi avê re ber didin. Dema ku ez zarok bûm û min li baterî dida bavê min digot, ‘me bi zorê eslê xwe ji bîr kiriye û terka defê kiriye, tu jî dîsa vî bi me ve dikî’. Ji ber vê ez dibêjim ruhê min ê muzîkê kodeke malbatî ye.”

Li Edeneyê ji dayik dibe

Goçer, da zanîn ku destpêkê pêşiyên wî li nêzî gundê wan Kurbeytê di şikeftan de bi cih dibin. Li gorî vegotinên Goçer, ev şikeft hê jî hene û ji ber şertên wê demê zarok û mezinên pêşiyên wan di van şikeftan de dimirin. Piştre mezinên Goçer li gundê Kurbeytê bi cih dibin û dûre ji hev belav dibin. Her yek ji wan bi cihekî ve diçe.

Di salên 1980’yî de bavê wî dikeve TEKEL’a Farqînê û piştî azmûnê derbasî nexweşxaneyê dibe. Piştî ku dikeve nexweşxaneyê tayîna wî dertê Edeneyê. Goçer, got ku 20 salan li Edeneyê dimînin û ew jî di sala 1992’yan de li Edeneyê ji dayik dibe û di sala 1998’an de bi malbatî vedigerên Farqînê.

Vedigerên Farqînê û diçe dewetan

Dema ku vedigerin Farqînê Goçer hê 5-6 salî bûye û bi van gotinan qala meraqa xwe ya muzîkê ya ji zarokatiyê ve kir: “Di zarokatiyê de meraqa muzîkê bi min re hebû. Ji ber vê ez hê di zarokatiya xwe de gihîştim komên muzîkê yên dewetan û bi wan re diçûm dewetan. Destpêkê min karê ber dest û piyan dikir. Lê ji ber ku dengê min xweşbû dema ku dewet sivik dibûn mîqrefonê didan destê min û min kilam jî digotin.”

Goçer, da zanîn ku bavê wî jî kilam gotine û dema ku wî kilam gotine gelek caran wan jî lê vegerandiye û wiha got: “Min li malê, li kar û li dibistanê her stran digotin. Heta sala 2015’an jî min li dewetan kilam digotin. Me ji xwe re komeke ava kiribû û em diçûn dewetên gund û taxan. Dibistan qediya û ketim azmûnan. Lê beşên dikaribûm wan bixwînim ji min re hatin jî min ew qebûl nekirin û her bala min li ser muzîkê bû.”

Ji Hozan Şiyar bibandor dibe

Hunermendê farqînî Hozan Şiyar (Celal Sarikaya) herî zêde bandorê li Goçer dike û vê derbarê de ev tişt gotin: “Roja ku cenazeyê wî anîn Farqînê ez tev li merasîma cenazeyê wî bûm û gelek jê bibandor bûm. Piştre min bi lêkolînê hîn bûm ku Mihemed Arifê Cîzrewî û Tahsîn Taha, Mihemed Şêxo jî bandor li ser Hozan Şiyar kirine. Ez jî ketim pey şopa wan û min xwe di muzîka kurdî de nas kir.“

Goçer ku ji dengbêj Zahiro, Salihê Beynatî û Hozan Aydin jî bibandor dibe, ji ber ku dixwaze xebateke berfirehtir ji bo hunera gelê xwe bike biryara perwerdeya akademîk dide û di sala 2016’an de li Konservatûara Aram Tîgran dest bi perwerdeya xwe ya muzîkê dike. Goçer, diyar kir ku tişta xwestiye û lê geriyaye li Aram Tîgranê dîtiye û ji ji vir jî derbasî Ma Muzîkê dibe. Piştre ji Ma Muzîkê vediqete û di sala 2017’an de dest Konservatûara Zanîngeha Dîcleyê dike û perwerdeya deng digire. Di sala 2021’an de ji vir derçû dibe.

Wê stranên berhev kiriye bibêje

Niha jî Goçer amadekariya mastera li ser muzîka kurdî dike û herî dawî der barê xebatên xwe de jî ev tişt gotin: “Ez tenê stranên ku dengbêjan çêkiriye dibêjim. Lê tenê ne stranên dengbêjiyê di heman demê de stranên folklorîk, pop, caz û raqê jî dibêjim. Min stran çênekirine, gotinên wan nenivîsandiye lê muzîk û nota dinivisînim û arenje dikim, întro dinivisînim. Berhevkariya stranan dikim. Heta niha min ji Farqînê 8 stranan berhev kiriye. Stranên ku min berhev kirine ez ê bibêjim.”