21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî daxuyaniyeke girîng

Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî li dijî êrîşên îmha û dagirkeriyê bang li alîgirên demokrasî û mafên mirovan; her kesên dijberê şer, dagirkerî, kuştina jinê û talankirina xwezayê kir, ku piştgiriyê bidin gelê Kurd. Kolektîfê anî ziman ku Pêvajo krîtîk e, divê her kes piştgiriyê bide tevgera Kurd

Hevberdevka Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî aktîvîsta ji Afrîkaya Başûr û parêzvana mafên jinan Fazela Mahomed got, “Bi rêya vê çalakiyê em dixwazin piştgiriyê bidin Kurdan. Li dijî piştgiriya NATO’yê ya ji bo polîtîkaya îmha û dagirkeriyê ya rejîma Erdogan, em bi Kurdan re ne. Beriya her tiştî em operasyonên Tirkiyeyê yên li Iraqê ku bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî û bi kujeriyê li dijî hêzên ku cîhan ji DAÎŞ’ê parastin dimeşîne, şermezar dikin.”

Nuqteyeke din a ku di daxuyaniyê de hate rexnekirin ew bû, ku Swêd û Fînlandiyayê di berdêla destpêkirina danûstandinên tevlîbûna li nava NATO’yê, di mijara Kurdan de serî li ber daxwazên Tirkiyeyê tewandine. Hevberdevkê komê parlamenterê berê yê Almanyayê Jurgen Klûte got, “Ji ber vê yekê em ji Swêd û Fînlandiyayê dixwazin ku serî li ber polîtîkayên antî-demokratîk ên Erdogan netewînin û di mijara radestkirina welatiyên Kurd de daxwazên nerewa red bikin. Fikara me ya bingehîn parastina pîvanên demokratîk e, parastina demokrasiya me girîng e.”

Mahomed û Klûte her wiha bal kişandin ser serdana dawî ya Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock a li Tirkiyeyê û diyar kirin ku rexneya Baerbock a di mijara binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan, helwesteke erênî ye. Hevberdevkan gotin, “Em bang li Birêz Baerbock dikin ku dilsozê vê xeta polîtîka derve bimîne û zextê li Tirkiyeyê bike ku hêzên xwe yên leşkerî ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê vekişîne.”

‘NATO’yê destûr da Erdogan’

Der barê êrîşên li dijî kurdan û piştgiriya NATO ya ji bo dewleta tirk, di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Piştgiriya hêzên navneteweyî ya ji bo êrîşên li ser gelê Kurd êdî mayinde bûye. Herî dawî di Civîna Bilind a NATO’yê de ya li Madrîdê, ji bo pêvajoya serlêdana tevlîbûna Swêd û Fînlandiyayê ya li nava NATO’yê polîtîkayên komkujiyê yên Erdogan ên li dijî Kurdan hatin erêkirin. NATO’yê jî ji bo rakirina vetoya Tirkiyeyê, peyameke qirêj li ser Kurdan çêkir û destûr da Erdogan ku paqijiya etnîkî bike. Erdogan ev rewş careke din bi kar anî û têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û demokrasiyê di oxira berjewendiyên aborî, leşkerî û dîplomatîk de hate fedakirin.

Hîn beriya çend salan rewş gelekî cuda bû: di şerê dijî DAÎŞ’ê de Koalîsyona Global neçar ma ku gelê Kurd û hevalbendên wan weke hêza parastinê ya herî bi bandor a welatê xwe pênase bikin û piştgiriya wan bikin. Di vî şerî de bi deh hezaran jin û mêr ên Kurd û ji gelên din gelek şervanan jiyana xwe ji dest dan. Cîhanê ew bi wêrekî û lehengiyê nas kir. Eşkere ye ku di vê pêvajoya şer de Erdogan piştgirî da DAÎŞ’ê û rejîma Erdogan îro jî beşek ji Rojava (Bakurê Sûriyeyê) dagir dike. Di encama vê yekê de jî hate ragihandin ku şêniyên herêmê bi zorê hatin sirgûnkirin, êşkence li wan hate kirin û hatin kuştin.

Lê belê Serokkomarê Tirk hewldanên Kurdan ên ji bo mafên bingehîn ên însanî weke şantajekê bi kar tîne, sûc dihesibîne û sîstema navneteweyî jî gelê Kurd ji însafa wî re hiştiye. Civîna bilind a NATO’yê ji bo êrîşî Kurdan bike rê da Tirkiyeyê. Ev yek tê wê wateyê ku xençer ji pişt ve li Kurdan hatiye xistin. Ev gava NATO’yê li Tirkiyeyê, li Kurdistanê û jê wêdetir, tê wateya binpêkirina mafên mirovan.

‘Kurd ji bo têkoşîna demokratîk bûn hêvî’

Dewleta tirk di halê hazir de rêxistiniyeke otorîter, asîmîlasyonker û neteweperest e. Tirk an jî kurd bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen û aktîvîst hatine girtin. Sîstema navneteweyî şerê Tirkiyeyê yê li nava sînorê xwe yê li dijî Kurdan erê dike û ev yek jî daxwaza Erdogan a ji bo desteserkirinê mezintir dike.

Piştgiriya ku ji salên 1980’î û vir ve di asta navneteweyî de tê dayin, kir ku di mijara polîtîkayên tundiyê ya der barê pirsgirêka Kurd de hîn bi wêrekî tevbigere û ev tundî û şer dema dawî derbasî Sûriye û Iraqê jî bû.

Çareserî bi rûniştina li dora maseya diyalogê ye

Têkoşîna Kurdan, di sedsala bîst û yekê de ji bo demokrasî, azadiya zayendî ya civakî û ekolojiyê têkoşîneke ku ev nirx li cîhanê di bin gefê de ne. Berevajî pêla siyaseta rastgiriyê ku xwe dispêre neteweperestî, dijminatiya li jinan û nijadperestiyê, Kurd û hevalbendên wan ên li Rojava (Bakurê Sûriyeyê) û tevahiya Sûriyeyê, modeleke rêveberiya berfireh ava kirine ku weke ‘konfederalîzma demokratîk’ tê naskirin û bi vî rengî ji têkoşînên demokratîk ên li tevahiya cîhanê re bûne hêvî.

‘Li dijî imha û dagirkeriyê em bi kurdan re ne’

Li dijî nêzîkatiya NATO’yê ku piştgiriyê dide polîtîkaya îmha û dagirkeriyê ya rejîma Erdogan, em bi Kurdan re ne. Em li dijî operasyonên Tirk ên kujer ên li Iraqê ne ku dixwaze hêzên ku cîhan ji DAÎŞ’ê parastin, bikuje.

Em ji Swêd û Fînlandiyayê dixwazin ku daxwazên antî demokratîk û nerewa yên Erdogan bi cih nîne ku daxwaza radestkirina Kurdan dike; ne em ne jî gelên van welatan wê destûrê nedin vê yekê. Em; ku ji bo demokrasî, azadî û mafê diyarkirina çarenûsa xwe têdikoşin, ji wijdanê gelên cîhanê mafdariyê werdigirin û em ji dîktatoran gelekî xurtir in.

Li dijî çalakiyên durû yên ku nûnerên rewa yên gelê Kurd û hevalbendên wan ên li Tirkiyeyê terorîze dikin, em ê bibin yek.

Em alîgirê demokrasî û mafên mirovan e, em li dijî dagirkerî, qirkerî, kuştina jinan û talankirina xwezayê ne. Em bang li her kesî dikin ên ku xwedî vê nêrînê ne, ku piştgiriyê bidin Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî. Em bi hev re dikarin polîtîkayên şer ên bêdawî têk bibin, em dikarin dawî li tiştên niha tên serê Kurdan bînin, em dikarin nehêlin ku niha yan jî dema bê bi ser komên bêparastin ên li çar aliyên cîhanê neyê.

Çawa ku em li welatê xwe li dijî rêxistinî û siyaseta zordar têdikoşin, li dijî gefên Erdogan ên ji bo paqijiya etnîkî ku îro li hemberî hêzên ku DAÎŞ têk birine dike, ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re em li hev kom dibin. Em ji her kesî dixwazin ku di vê dema krîtîk de piştgiriyê bidin tevgera Kurd, ji bo piştgiriya bi kurdan, gelan, azadî, demokrasî û aştiyê bi me re tevbigerin.

Lîsteya kesayetên imzeya xwe danîne binê daxuyaniyê ev e:

“1. Shirin Ebadi, Parêzvana Mafên Mirovan, Xwediyê Xelata Nobelê ya sala 2003’an, Îran

  1. Jody Williams, Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1997’an, DYA
  2. Elfriede Jelinek, Xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya sala 2004’an, Awûstûrya
  3. Yanis Varoufakis, profesorê aboriyê, endamê Parlamenta Yewnan û lîderê MeRA25, hevparê damezrandina DîEM25
  4. David Adler, Koordînatorê Giştî, Progressive International, DYA
  5. Jeremy Corbyn, Parlamenterê Bakurê Islington, Lîderê berê yê Partiya Karker a Îngiliz, Îngilistan
  6. Srecko Horvat, Fîlozof, hevparê damezrandina DîEM25, Xirvatistan
  7. Massimo D’Alema, Serokê berê yê Konseya Wezîran a Komara Îtalyayê, Îtalya
  8. Gregor Gysi, Parlamentê Elmanyayê, Hevserokê berê yê Dîe Lînke û Serokê berê yê Çep a Ewropayê, Elmanya
  9. Zingiswa Losi, Serokê Kongreya Sendîkayên Efrîkaya Başûr (COSATU), S-Afrika
  10. Otmar Steinbicker, Edîtorê Aachener Friedensmagazin, Elmanya
  11. Amineh Kakabaveh, Endama Parlamenta Swêdê, Swêd
  12. Ögmundur Jónasson, Wezîrê Berê yê Edaletê, Îzlanda
  13. Pierre Laurent, Alîkarê Serokê Senatoyê, Serokê Konseya Neteweyî ya PCF, Fransa
  14. Jonas Staal, Hunermend, Damezrînerê New World Summit, Hollanda
  15. Daniel Riazat, Endamê Parlamenta Swêdê, Swêd
  16. Kariane Westrheim, Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) Başkanı, Norwêc
  17. Jürgen Klute, Parlamenterê berê yê Parlamenta Ewropayê û Serokê berê yê Koma Dosxtaniya Kurdan a Parlamenta Ewropayê, Koma Çep
  18. Ken Loach, Derhênerê Fîlm û Senarîst, Îngilistan
  19. Gabi Zimmer, Parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê û Seroka berê ya GUE/NGL, Elmanya
  20. Elisabeth Decrey, Seroka Berê ya Komara Cenevre û Parlamenta Kantonê, Swîsre
  21. Stefanie Prezioso, Endama Konseya Neteweyî, Together on the Left-Cenevre, Swîsre
  22. Laurence Fehlmann Rielle, Endama Konseya Neteweyî PS/Geneva an jî Parlamenta Swîsreyê (Konseya Neteweyî)
  23. Franco Cavalli, Parlamenterê Federal ê Swîsreyê Serokê berê yê Koma Sosyalîst û dijberê kanserê ya navneteweyî, Swîsre
  24. Raúl Prada Alcoreza, Fîlozof û Sosyolog, Universidad Mayor de San Andrés, Bolîvya
  25. Cristian Delgado, Nûnerê Lûtkeya Gel, Gundî û Etnîkî, Kolombiya
  26. Leonor Yonda, Nûnerê Lûtkeya Gel, Gundî û Etnîkî, Kolombiya
  27. Jose Santos, Nûnerê Lûtkeya Gel, Gundî û Etnîkî, Kolombiya
  28. Robert Daza, Senatorê Komara Kolombiyayê
  29. Milena Ochoa, Dîrektora CEDINS, Endama Konseya PI, Kongreya Gelan, Kolombiya
  30. Radha D’Souza, Nivîskar, Akademîsyen li Zanîngeha Westmînîsterê Profesor, Îngilistan
  31. Kim Johnson, Parlamenter, Partiya Karker a Îngiliz, Îngilistan
  32. Mick Whitley, Parlamenter, Partiya Karker a Îngiliz, Îngilistan
  33. John McDonnell, Parlamenter, Partiya Karker a Îngiliz, Îngilistan
  34. Zarah Sultana, Parlamenter, Partiya Karker a Îngiliz, Îngilistan
  35. Uffe Elbæk, Endamê Parlamenta Danîmarkayê û Wezîrê Çandê yê berê yê Danîmarkayê
  36. Eva Flyvholm, Endama Parlamenta Danîmarkayê, Danîmarka
  37. Pernille Frahm, Endama berê ya Parlamenta Ewropayê, Danîmarka
  38. Christian Juhl, Endama Parlamenta Danîmarkayê, Danîmarka
  39. Søren Søndergaard, Endamê berê yê Parlamenta Ewropayê, Parlamenterê Danîmarkayê
  40. Villo Sigurdsson, Şaredarê berê yê Kopenhagenê, Danîmarka
  41. Bjørnar Moxnes, Lîderê Partiya Rødt û Endamê Parlamenta Norwêcê, Norwêc
  42. Anton Gomez-Reino, MP Podemos, Galicia en Comun, Congreso Diputados, Spanya
  43. Vincenç Vidal, Endamê Parlamenta Spanyayê
  44. Anna Miranda, PE-BNG, Spanya
  45. Rebekka Timmer, Seroka Partiya BIJ1, Hollanda
  46. Fatima Faïd Haagse, Seroka Partiya Staats, Hollanda
  47. Håkan Svenneling, Parlamenterê Partiya Çep, Berdevkê Têkiliyên Derve, Swêd
  48. Leo Gabriel, Antropolog û endamê Konseya Navneteweyî ya DSF, Awûstûrya
  49. Stellan Vinthagen, Zanîngeha Massachusetts Amherst, DYE
  50. Karl-Heinz Lambertz, Serokê Parlamenta Civaka bi Elmanî Diaxive a Belçîkayê
  51. Antonios Antoniadis, Alîkarê Serokê Parlamenta Civaka bi Elmanî Diaxive a Belçîkayê
  52. Matthias Zimmermann, Serokê SP Ostbelgien, Belçîka
  53. Paolo Ferrero, Wezîrê berê, Alîkarê Serokê Partiya Çep a Ewropayê, Îtalya
  54. Massimiliano Smeriglio, Endamê Parlamenta Ewropayê, S&D, Îtalya
  55. Zerrin Baratay, Kesk, Endama Meclîsa Herêmê, Auvergne-Rhone Alpes, Fransa
  56. Benjamin Joyeux, Kesk, Endamê Meclîsa Herêmê, Auvergne-Rhone Alpes, Fransa
  57. François ALFONSI, Parlamentê PE’yê, Koma Keskan/Tifaqa Azad a Ewropa (EELV). Fransa
  58. Benoît Biteau, MEP, EELV, Fransa
  59. Damien CARÊME ,MEP, EELV, Fransa
  60. David Cormand, MEP, EELV, Fransa
  61. Gwendoline Delbos-Corfield, Parlamentera Parlamenta Ewropayê, ELLV, Fransa
  62. Claude Gruffat, Parlamentera Parlamenta Ewropayê, EELV
  63. Caroline Rosse, Parlamentera Parlamenta Ewropayê, Fransa
  64. Mounir Satouri, Parlamenterê Parlamenta Ewropayê, Fransa
  65. Gary Diderich, Hevserokê Déi Lénk (Çep), Luksemburg
  66. Carole Thoma, Hevseroka Déi Lénk (Çep), Luksemburg
  67. Debbie Bookchin, Rojnamevan û Nivîskar, DYE
  68. Matt Meyer, Sektereê Giştî, Komeleya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî
  69. Gökay Akbulut, Parlamenta Dîe Lînke, Almanya.”