3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîn, Taywanê dorpêç kiriye û gefa destwerdanê dixwe

Çend roj in ku artêşa Çînê li nêzî Taywanê manewreyên xwe yên leşkerî berdewam dike. Çînê bang li Taywanê kir û wiha ew hişyar kir: “Heke bi riyên diyalogê pirsgirêk çareser bibe dê Taywanê bibe xwedî statuyeke xwebirêvebirinê ya berfireh lê ku bi diyalogê çareser nebe em ê hêzê bikar bînin.”

Çînê gef li alîgirên serxwebûna Taywanê xwarin û got ku dê bersiva wan ji tevgereke wiha re gelekî tund be.

Hêjayî gotinê ye ku Çînê bi nûçeya serdana seroka Nûnerên Meclisa Amerîkayê Nancy Pelosi ya Taywanê re gef li Taywan û Amerîkayê xwaribûn û pê re li nêzî Taywanê dest bi manewreyên xwe yên leşkerî kiribû.

Serdana Seroka Meclisa Nûneran a DYA’yê Nancy Pelosi rastî nerazîbûneke tund a Çînê hatibû û piştî vê serdanê Çînê hin têçkliyên xwe yên bi DYA’yê re rawestandibûn û li nêzî girava Taywanê dest bi manewreyên leşkerî kiribû.

Her wiha mirov dikare bêje ku rewşa niha Taywanê tê de derbas dibe gelekî dişibe rewşa Ukraynayê ya beriya êrîşên Rûsyayê. Amerîka û welatên Ewropayê çawa ku li dijî êrîşên Rûsyayê soza alîkarî û piştgiriyê bi Ukraynayê re dabûn, niha wan sozên xwe li dijî Çînê bi Taywanê re dubare dikin.