28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Zarokên kurd bi werzîşê îstismar dikin’

Serokê MHP’ê yê Amedê Cihan Kayaalp, di 16’ê hezîranê de ji aliyê Navenda Giştî ya MHP’ê ve ji peywirê hat girtin. Rojek piştî vê “tevdîra” MHP’ê, Kayaalp bi sûcdariya “destdirêjiya li zarok” hat binçavkirin û piştre hat girtin. Di 23’yê tîrmehê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi heman sûcdariyê doz li Kayaalp hat vekirin û heta 32 salan ceza jê re hat xwestin. Serokê Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Parêzer Mehmet Emîn Gun, der barê mijarê de ji rojnameya me re axivî û nirxandinan kir. Parêzer Mehmet Emîn Gun, diyar kir ku weke navend ew ji pêvajoya lêpirsînê ve dosyayê dişopînin û wiha got: “Li ser gilîkirina malbatê piştî ku lêpirsîn hat destpêkirin parêzerek ji navenda me ji bo dosyayê hat peywirdarkirin. Pêvajo ji aliyê navenda me ve bi hûrgulî hat birêvebirin. Piştî daxuyaniyên zarokê mexdûr ên der barê gumana ku hin zarokên din jî hatine mexdûrkirin diviya ku dozgeriyê lêpirsînê berfireh bikira û bi lêkolîneke baş tespît bikira ku zarokên din jî hatine mexdûrkirin an na.”

Agahî ji emniyetê re çûye

Gun, bi lêv kir ku diviya qamerayên vîlaya ku Serokê MHP’ê bi kar aniye û avahiya MHP’ê ya Amedê û derdora wê bihatine kontrolkirin û ev tişt anîn ziman: “Li gorî vê lêkolînê diviya ku bihata tespîtkirin ka zarokên din jî çûne van avahiyan an na. Her wiha îfadeyên hemû zarokan bihata girtin. Lê mixabin dozgeriyê wiha nekir. Di vê mijarê de weke parêzer em tenê dikarin van kêmasiyan bînin ziman û îtîrazên xwe bikin. Dîsa ji ber ku mekanîzmeya delîlan derbixe holê tuneye em nikarin xwe bigihînin zarokan.”

Gun, der barê jipeywirgirtina Serokê MHP’î ya berî binçavkirin û girtina wî de jî ev nirxandin kir: “Weke kurdên li Tirkiyeyê dijîn em hînî serdegirtina leşker û polîsan a di saetên serê sibehê de ku derî û paceyan dişikînin û bi çekan dikevin hundir bûne. Lê di bûyera ku Serokê MHP’î de beriya ku operasyon pêk were ji peywirê hat girtin. Lê rojek piştî vê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û Serokê MHP’î hat girtin. Pir zelal e ku ev rewş ne rasthatineke ji rêzê ye. Li gorî me ji nav emniyetê agahî ji MHP’ê re çûye. Heke wiha nebûna wê Serokatiya MHP’ê ya Amedê negirtina.”

Di berdewamê de Gun, destnîşan kir ku di salên dawîn de li Kurdistanê bûyerên êrîşên zayendî yên peywirdarên cemaweriyê faîlên wan in zêde bûne û wiha pêde çû: “Sûcek ji ber dewlet peywira xwe ya pêşîlêgirtinê bi cih nayne zêde dibe. Weke di vê bûyera Serokê MHP’î de jî tê dîtin ku di bin navê rêxistinbûna siyasî de zarok û ciwanên kurd tên xebitandin. Di ser zarokan de têkiliyên tarî yên qirêj tên avakirin. Di demên dawîn de bi sozê ku wê wan bikin leşker û polîs zarokên kurd li eywanên werzîşê û pirtûkxaneyan bi awayekî polîtîk-siyasî îstismar dikin.”