7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MEZHEBTÎ, MALBATÎ Û PARTÎTIYÊ DIDIN PÊŞ

Der barê krîza siyasî ya li Iraqê, destwerdanên welatên derve, nakokiyên aliyên siyasî û êrîşên li dijî serweriya axa Iraqê, me bi rêveberê saziya Kurd Bê Sînor, lêkolîner û şîrovekarê siyasî Kadar Pîrê re ev hevpeyvîn ji bo xwendevanên xwe yên hêja amade kir.

Li Iraqê beriya salekê hilbijartinên parlamentoyê pêk hatin. Lê tevî ku salek di ser vê hilbijartinê re derbas bûye jî hê hikûmet nehatiye avakirin. Partî û tevgerên Iraqê ji bo avakirina hikûmetê li hev nakin. Sedema vê nelihevkirina partî û tevgerên Iraqê çi ye?

Bi rastî krîza Iraqê ne ji îro de ye, ew krîzeke kevin e û ji dema rejîma Baasê de maye û heta niha berdewam dike. Berê di bin siya wê rejîma dîktator de her tişt veşartî dima lê piştî rûxandina rejîma Baas a dîktator êdî ew krîz bêtir aşkera derkete ser rûyê erdê. Lewre jî mirov nikare vê krîzê tenê bi rewşa niha ku Iraq tê re derbas dibe ve girêbide.

Di hilbijartinên ku li Iraqê beriya salekê hatin lidarxistin de ji bo ku aliyek bi ser bikeve rola 3’ê tiştan hebû. Meseleya başûrê Kurdistanê cuda bû lê ji bo hêzên Iraqê ew tişt ev bûn: Pere û ekonomî û xîtaba demogojîk a ku pê mejiyê xelkê dişûştin. Di nav de jî rejîma berê ya Baasê wekî rejîmeke sunî binav dikirin û xwe jî wekî şîiyên ku hatine tola xwe hilînin didan nîşandan. Her wiha rola welatên derve û bandora wan bi taybetî ya Tirkiye, Îran û Erebistana Siûdî tevî hin welatên Kendavê.

Lewre jî nakokiyên mezin di navbera van hêzan de hebûn, dubendiya di nava suniyan de ji ber aliyek hevalbendên Erebistana Siûdî bûn û aliyek yê Tirkiyeyê bûn û her kes li berjewendiyên xwe digeriyan. Aliyê Şîiyan jî bi heman rengî piraniya wan girêdayî Îranê ne û hinek jî xwe wekî niştimanên iraqî nîşan didin û siyaseta xwe wekî me got li ser bingeha tolhildana ji rejîma Baasê didin meşandin.

Loma jî em dibînin ku tevî salek di ser hilbijartinan re derbas bû ji ber van nakokiyên derve û hundir ew heta niha nikarin hikûmetekê ava bikin.

Yek ji sedemên bingehîn ên ku hişt ev krîz rû bide ew e ku hemû hêzên siyasî yên Iraqê li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan û tu aliyekî ji wan berjewendiyên gelê Iraqê li ber çavan negirtin, her aliyekî berjewendiyên xwe yên partîtî, netewîtî, mezhebî û tekakesî derxistin pêş.

Di nava kurdan de jî rewş ne cuda bû li wir jî bêtir berjewendiyên tekakesî, partîtî, eşîrî û malbatî derketin pêş. Aliyên siyasî ji bo avanekirina hikûmetê sûcdariyên destwerdana welatên cîran û hêzên navneteweyî li hev dikin. Di encama van nîqaşan de tevî ku di hilbijartinan de bi ser ketibû jî Tevgera Sedir xwe ji parlamentoyê vekişand û herî dawî destwerdana parlamentoya Iraqê kir. Tevgera Sedr bi van hewldanên xwe dixwaze çi bike?

Bi taybetî piştî rûxandina rejîma Baasê ev dewletên cîranê Iraqê bûn xwedî roleke gelekî mezin, her yek ji wan li gorî berjewendiyên xwe nêzîk dibûn. Haya kesekî ji berjewendiyên gelê Iraqê tunebû, bêguman vê yekê jî bandora xwe li avakirin û tevgera partiyên siyasî yên Iraqê kir. Wekî berê me got meseleya pere, demagojî û van dewletên hawîrdor. Wan dewletên cîranê Iraqê nehiştin ku partiyên bi rastî doza mafên gelê Iraqê werin avakirin. Ew partî her çendî navên cuda li xwe dikin lê di rastiya xwe de partiyên mezhebî ne û li gorî bejewendiyên partîtî û takakesî tevdigerin. Lewre jî her aliyek li gorî berjewendiyê wan dewletên piştgirên xwe tevdigeriyan, wiha jî partiyekî ku maf û berjewendiyên gelê Iraqê di ser wan hemû bejewendiyên din re bigire derneket holê.

Piştî ku şepêla El Sedir bi ser ket, êdî nakokî di navbera wan dewletên cîranê Iraqê de jî derketin. Îranê ji ber ew alîgirê aliyê din ê Şîiyan e li dijî desthilatiya Sedir derket. Tirkiye jî rola xwe lîst ku kurd di mijara destnîşankirina namzeteke serokkomariyê de li hev nekin.

Sedir çare nedît ku ji derveyî daxwazên Îranê tevbigere, dît ku dê Îranê zêde zextê lê bike û nehêle ku li derveyî berjewendiyên wê tevbigere.

Di 22’yê tîrmehê de dewleta tirk êrîşê Zaxoyê kiribû û 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû û 23’ê kes birîndar bûbûn. Kêliya ku nerazîbûnên Iraqê li dijî vê bûyerê zêde bûn, bi çalakî û xwepêşandanên alîgirên Sedir, ew rojev hate guhertin. Gelo têkliyeke çawa di navbera van herdu bûyeran de heye?

Êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistan û Iraqê jixwe her berdewam dikin. Di wê komkujiya ku li Zaxoyê pêk hat de hin bertek û nerazîbûn çêbûn. Wekî ku cara pêşî be êrîşeke wiha ji alî dewleta tirk ve tê kirin. Mixabin ev jî wê yekê nîşan dide ku xwîna kurdan gelekî erzan dibînin. Ji ber di hemû komkujî û êrîşên bênavber ên li başûrê Kurdistanê kurd tên kuştin lê hikûmeta başûrê Kurdistanê herdem li hemberî kuştina kurdan bêdeng dima. Îca nizanim gelo xwîna me kurdan ewqasî erzan e yan jî sedemeke din a ji bo vê bêdengiyê heye.

Piştî wê komkujiya li Zaxoyê ji ber ku kesên qurbanî ji pêkhateya ereb bûn bertek û nerazîbûnên gelekî xurt çêbûn û me texmîn dikir ku bertekên hê xurtir jî çêbibin.

Ez texmîn nakim ku têkiliya birayra Sedir û daketina alîgirên wî ya kolanê û destwerdana parlamentoya Iraqê bi wê mijarê re hebe. Ji ber ev tevger ne xwedî îdeolojiyeke wiha kûr û berfireh e, girêdana alîgirên wî bi rengekî mezhebî ye û ji ber nav û dengê bavê Muqteda EL Sedir e. Alîgirên Sedir bi gotineke wî dadikevin kolanê, bi gotineke wî dest datînin ser parlamentoyê. Lewre ez texmîn nakim ku girêdanek di navbera wan herdu meseleyan de hebe.

Bi rastî ew nerazîbûn firsendek bû ji bo Iraqê ku dawî li binpêkirinên dewleta tirk ên li dijî gelê Iraqê bîne. Komkujî hatine kirin, zeviyên xelkê hatine şewitandin û mal û milkê wan hatiye talankirin, Iraqê dikaribû xurtir li ser vê meseleyê raweste û bihêle ku neteweyên Yekbûyî hin biryarên xurt bide ku dawî li van kiryarên dewleta tirk bîne, her wiha bargehên xwe jî ji axa Iraqê vekişîne.

Li Iraqê posta Serokkomariyê para kurdan e lê aliyên kurd jî heta niha nikarin di nava xwe de namzetekî hevpar ê Serokkomariyê destnîşan bikin. Her alî namzetê xwe destnîşan dike. Di rewşeke wiha aloz de çima kurd nikarin li hev bikin û dê ev krîza siyasî bandoreke çawa li kurdan bike?

Divê hikûmeta başûrê Kurdistanê dest ji berjewendiyên malbatî, ta[1]kakesî û partîtî berde û berjewendiyên gelê kurd bi esasî bigire dest. Sed sal di ser şoreşa gelê başûrê Kurdistanê re derbas bûye û bi sedhezaran şehîd dane da ku ew destkeftî bi dest xistine, lewre divê li xwe vegerin û xwedî li vê kedê derkevin. Divê ew vê yekê jibîr nekin ku çawa îro destkeftiyên kurdan ên li rojavayê Kurdistanê ji dewleta tirk re hedef in, wê sibe destkeftiyên kurdên Başûr jî ji xwe re bikin hedef. Ev ne tiştekî veşartî ye, jixwe dema ku mirov bala xwe bide daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk ên der barê xewnên wan ên osmaniya nû, aşkera û zelal derdikeve holê ku armanca wan ne tenê destkeftiyên Rojava ye, lê hemû destkeftiyên kurdan di hedefa wan de ye. Ma we tevan nedît ku hemû rayedarên vê dewletê ji Erdogan bigire heta bi wezîrê karê derve, heta bi wezîrê parastinê û serokê îstixbaratê tevan bi yek zimanî digot: me şaştiyeke mezin kir ku me pêşiya avakirina Herêma Federal a Kurdistanê ne girt. Divê kurd hişyar bin û berjewendiyên gelê kurd di ser hemû berjewendiyên din ên tekakesî, malbatî, eşîrtî û partîtiyê re bigirin.

Rewşa vê aloziya siyasî ya ku Iraq tê re derbas dibe, jixwe ew krîza aborî jî bi xwe re tîne û kûrtir dike. Sedemên sereke yên vê aloziyê Tirkiye û Îran in. Ji ber ku kurdan wekî kelem li pêşiya proje û xewnên xwe yên li herêmê dibînin.

Di krîza siyasî ya Iraqê de sûcdarî li Tirkiye û Îranê tên kirin. Di vê pêvajoyê de Îran û Tirkiye li hev rûniştin. Piştî van hevdîtinan hem êrîşên Tirkiyeyê yên li Iraqê hem jî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê zêde bûn. Gelo pêkan e ku lihevkirineke veşarî di navbera wan de hatibe îmzekirin?

Di mijara Sûriye û rojavayê Kurdistanê de jî wiha ye, wekî me li jor behs kir her çendî li ser hin tiştan li hev bikin jî gelek tiştên bi nakok jî di navbera Tirkiye û Îranê de hene ji ber ku her yek ji wan dixwaze bêtir mijarê bixe bin xizmeta pêkanîna berjewendiyên welatê xwe. Tirkiye û Îran hem li başûr û hem jî li Rojava hene û bêguman haya wan û destê wan di êrîşên li dijî herdu parçeyên kurdistanê de heye. Li ser meseleya ku dê êrîşeke nû li ser rojavayê Kurdistanê bikin di daxuyaniyên fermî yên serok û wezîrê Karên Derve yê Îranê de nerazîbûna xwe ji bo êrîşeke nû dan xuyakirin. Lê Îranê ji aliyekî din ve zextê li ser kurdên Rojava dike ku her tiştî teslîmî rejîma Sûriyeyê bike. Jixwe hevdîtin û peymanên Tirkiye û Îranê piraniya wan di vî warî de ne ku di bin gefên dewleta tirk de kurdan mecbûr bikin dest ji hemû destkeftiyên xwe berdin û xwe teslîmî rejîmê bikin. Jixwe her yek ji wan berjewendiyên wî yê cuda jî hene. Tirkiye dibêje ji Heleb heta Mûsil, Kerkûk û hemû axa başûrê Kurdistanê jixwe ya me ye û divê li me vegere. Îran jî heke gundekî şîiyan li ku hebe dikeve wê derê û dibêje ez şîiyan diparêzim. Bêguman gelek peym û lihevkirinên wan herdu dewletan ên li dijî kurdan hene û bi taybetî bi nêzîkatiya bidawîbûna peymana Lozanê ev liv û tevgera wan zêde bûye.

Bêguman ev ked, xebat û têkoşîna kurdan jî ya ku li her deverên Kurdistanê tê kirin ne ji bo destkeftiyên biçûk an jî ji bo demeke kurt tên kirin, ew têkoşîn ji bo di sedsalên bê de bibin xwedî maf û zilm û zordariya li ser wan bidawî bibe.

Ji ber ku dijminên kurdan jî vê rastiyê baş dizanin lewre êrîşên li ser kurdan û destkeftiyên wan zêdetir dibin û wê hê jî dijwartir bibe.

Tiştê ji me kurdan jî tê xwestin ew e ku em hişyar bin, li xwe vegerin û baweriyê bi dijminê xwe neynin. Ji berê ve pêşiyên kurdan gotine: Dijminê bav û kalan nabin dostê kur û lawan. Bi taybetî jî ez bang li rayedarên me yên başûrê Kurdistanê dikim ku baweriya xwe bi dewleta tirk û Îranê neynin. Bi taybetî jî dewleta tirk ku bûye serê rima ku pêşkêşiya şerê li dijî hemû destkeftiyên kurdan dike.