7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo dagirkeran çekên kîmyewî ne qedexe ne

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Artêşa tirk a dagirker ku di şerê li dijî gelê kurd de ji gerîlayên azadiya Kurdistanê derbên giran dixwe û ji qidûm ketiye, serî li rêbazên qirêj dide û çekên qedexe, kîmyewî û gazên bi jehr bi kar tîne. Di çarçoveya polîtîkayên xwe yên neo-osmanî de di serî de li 4 beşên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn, li Derya Spî, Afrîka û Balkanan polîtîkayên qirêj û yên şer dimeşîne. Li dijî van êrîşên dagirker û qirkirinê; tekane hêza li ber xwe dide û şer dike Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî van polîtîkayan bi taktîkên nûjen û bi bandor têdikoşin. Dagirkeriya tirk a ku li hemberî berxwedana gerîla ketiye çiravê nikare xwe bilivîne. Li Avaşîn, Zap û Metîna li dijî gerîla çekên kîmyewî, gazên jehrî û çekên konvansiyonel bi kar tîne. Dewleta dagirker helbet ne cara yekem e van çekên qedexe bi kar tîne. Belgeya yekem a der barê mijarê de di 25’ê Sibata 1986’an bi mora Sererkaniya tirk hatiye amadekirin.

Ev belge ku di hejmara 23’yê tîrmeha 1989’an a kovara ‘Îkîbîne Dogrû’ de hate weşandin, li binî îmzeya Orgeneral Necdet Oztosûn heye. Dewleta tirk pêwîstî pê nedît ku hebûna gaza kîmyewî ya li depoyên xwe yên leşkerî veşêre jî. Dîmenên li ser bikaranîna çeka kîmyewî li dijî hêzên gerîla, di 1999’an de aşkera bû. Di 11’ê gulana 1999’an de li herêma Bilika ya Şirnexê li hundirê şikeftekê 20 gerîlayên ARGK’ê şehîd bûn.

Li gel yek ji van dîmenên piştî şer ji aliyê artêşa tirk ve hate kişandin û sala 2011’an li Roj TV hate weşandin wiha dihate gotin, “Leşkerên me niha di nava wê metirsiyê de ne ku bi jehrê bikevin. Lê belê dîsa jî mîna cenaweran, dikevin hundir. Tevî ku me rojek navber da, bandora gazê hîn jî dewam dike.”

Dîsa derket holê ku artêşa tirk li navçeya Çelê ya Colemergê di şerekî ku 2009’an de qewimî 8 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd xistin. Di cotmeha 2011’an de li Geliyê Tiyarê jî dîsa bi nemerdane bi çekên kîmyewî 36 gerîla şehîd xistin. Li dijî vê qetlîamê li seranserî Kurdistanê gel rabû serhildanê.

Komeleya Mafê Mirovan di sala 2011’an de ‘Rapora Çekên Kîmyewî’ aşkera kir. Li gorî vê raporê ewqasî ku hatiye tespîtkirin artêşa tirk a dagirker di navbera 1994 û 2011’an de 47 caran ev çek bi kar anîne. Di encamê de 437 gerîla şehîd bûne.

Ne bi tenê li Bakur dagirkeriya tirk li Rojava jî gelek caran ev çek bi kar anîn. Wehşeta di encama van çekên kîmyewî û qedexe de derketî holê ji aliyê Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ve jî gelek caran teyît kir. Li Serêkaniyê bi rêya bombeyên fosforê qetlîamek hat kirin. Di 9’ê cotmeha 2019’an de dagirkeriya tirk li Serêkaniyê ev bombe bi kar anîn. Li ser bedena birîndarên Serêkaniyê ku li nexweşxaneyên Til Temirê hatin muayenekirin şopên kîmyewî hatin dîtin. Roja ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW’ê ku navenda xwe li Hollandayê ye biryar da ku van raporan lêbikole, derket holê ku sefîrê tirk ê Hollandayê Şaban Dîşlî 30 hezar ewro bertîl daye rêxistina navborî.

Ev rêbaza qirêj ya şer ku ji terteleya Dersimê heta bi Helebceyê li dijî gelê kurd hat bikaranîn îro roj jî li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîla tê bikaranîn.

Ji ber ku dewleta tirk a dagirker li dijî gelê kurd û Tevgera Azadiyê nikare plana xwe bibe serî li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê serî li çekên qedexekirî dide. Di vî şerê li dijî gerîla de bombeyên taktîk nukleer, termobarîk û fosforê tên bikaranîn.

Cara pêşî jî li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran a Zapê li dijî gerîla bombeyên fosforê hatin bikaranîn. Wezareta Parastinê ya dagirkeriya tirk, hin caran dîmenên kevin û tenê çend wêneyan ji bo propaganda û şerê xwe yê taybet dimeşîne. Herî dawî du dîmenên nû weşandin, di dîmenê pêşî de bomberdimaneke dijwar a bi balafir, helîkopter, tang, obus û hawanan xuya dike. Di nava dîmen de 2 qareyên balkêş ên tenê 2 saniyeyan didomin bal kişand ser xwe. Di dîmen de tê dîtin ku dewleta tirk li ber çeperên şer ên gerîla van bombeyan diteqîne. Piştî diteqe agir jê hildipeke û dûxaneke spî jê radibe.

Weke bombeya fosfor a 2016’an li Nisêbînê hatî bikaranîn. Di dîmenê din ê Wezareta Parastinê ya dagirkeriya tirk weşandî de jî bikaranîna gazên jehkirî û kîmyewî xuya dike. Beriya niha derketibû holê ka dagirker çawa bi xortuman gaza jehrkirî ber dide nava çeperên şer ên gerîla li Werxela Avaşînê.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî bi karanîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên azadiyê bi agahî parve kir. HPG’ê da zanîn ku artêşa tirk 6 cureyên cuda yên çekên kîmyewî bi kar tîne.

Li gorî vê; a yekemîn bêhna şewatê jê tê. A duyemîn herikbar e. A sêyemîn bêhna ava cilan û klorê jê tê. A çaremîn çav û rû dişewitîne. A pêncemîn rengê wê gewr e tama wê şîrîn e. A şeşemîn jî bêhna fêkî jê tê.

Bi karnanîna van çekên qedexekirî ji aliyê saziyên civakî û kesayetên serbixwe jî hate piştrastkirin û belgekirin. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) belgeyên ku hatine amadekirin qebûl nekir. Ji ber ku ger ew belgeyan qebûl bike divê li dijî dewleta tirk a dagirker biçe hin biryaran. Ji bo xwe nexe rewşeke wisa û êrîşên li dijî gelê kurd ji nedîtî ve hat. Ev jî aşkera dike ku êrîşên li dijî gerîlayên Kurdistanê tên meşandin di çarçoveya konsepteke navneteweyî de tên birêvebirin.