18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aydar: Kampanyaya azadiya Ocalan bûye kampanyaya cîhanî

Di destpêka sala 2022’yan de gelek rêxistinên kurd, rêxistinên navneteweyî û partiyên siyasî ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xebatê dikin û kampanya dane destpêkirin. Li Silêmaniyê 10 partî û rêxistinên kurd, li Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê 31 partiyên siyasî ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî dan.

Kampanya îmzeyan a li welatên Ewropayê didome. Têkildarî mijarê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hemû temenê xwe xistiye xizmeta gelê kurd û wiha got: “Ji ber vê xizmeta Ocalan, kurd bi her awayî li Rêberê xwe xwedî derdikeve. Kampanya azadiya fizîkî ya ji bo Ocalan, ne tenê gelê kurd hemû cîhan lê xwedî derdikeve. Kampanyayeke cîhanî ye.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar anî ziman ku rewşa  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo wan mijara sereke ye û wiha got: “Kampanya azadiya Rêber Apo ji bo me rewşeke sereke ye. Serok Apo 24 sal in di zindanê de ye. Rêber Apo ket temenê xwe yê 74’an. Hemû jiyana xwe xist di xizmeta vî gelî de. Ji ber vê yekê ji hemû dijminan re bûye hedef. Heta niha hertim dijmin tolê jê hiltînin. Ji ber vê yekê ji bo me hemûyan xwedîderketina li Serok Apo armanca sereke ye. Di hemû xebat û çalakiyên me de xebata sereke û yekemîn azadiya Serok Apo ye. Kampanya azadiyê ji aliyê hemû rêxistin, sazî û partiyên kurdistanî, gelek sazî û rêxistinên navneteweyî ve tê meşandin. Ji aliyê dostên kurdan ve jî tê meşandin. Kampanyayeke cîhanî ye.”

Rewşa Ocalan wekî ya Mandela ye

Aydar destnîşan kir ku ev kampanya ji aliyê hiqûqî, dîplomatîk, siyasî û civakî ve tê meşandin û wiha axivî: “Di asta navneteweyî de Rêber Apo êdî  wekî ku heta niha dijminan daye naskirin û wekî kesekî sûcdar nayê dîtin. Êdî wekî ku em didin danasîn û wî jî xwe bi fikr û xebata xwe daye danasîn. Êdî her kes nas dike ku Rêberê miletekî ye. Serokê Tevgera Azadiyê ye. Ji ber vê yekê  jî bûye hedef û ev 23 sal in di zîndanê de ye. Pozîsyona Rêber Apo ya niha wekî ya Mandela ya salên 1980’yî ye. Di asta navneteweyî de rewşa wekî ya Mandela pêş dikeve. Em dixwazin vê rewşê xurttir bikin. Saziyên hiqûqî, civakî û partiyên siyasî hemû di nava xebatê de ne. Kampanyaya “Dem Dema Azadiyê ye” berfireh tê meşandin. Em dixwazin vê kampanyayê di nava vê salê de xurttir bikin. Êdî temenê Rêber Apo mezin bûye. Tenduristiya wî di xeterê de ye. Salek û 20 roj in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Tenê bi gotinekê jî agahî jê nayê girtin. Me qet agahî jê negirtiye. Ji 25’ê adara 2021’ê û şûnde me bi tu awayî agahî jê negirtiye. Di bin tecrîdeke giran deye. Tişta li Îmraliyê bi pêş dikeve ne însanî, sincî û zagonî ye. Ne li gorî tu tiştî ye. Ne li gorî qanûn û qiqûqê ye.”

Zubeyîr Aydar li ser rewşa CPT’yê jî rawestiya û wiha got: ”CPT li gorî tê xwestin xwedî li Ocalan dernakeve. Lê raporên CPT’yê jî hene. Li gorî raporên ku CPT’yê gav nayê avêtin. Di vê mijarê de li DMME’yê dozên hatine vekirin didomin. Niha ev mijar di Konseya  Ewropayê de ye jî. Êdî her tişt bi xebata me ve girêdayî ye. Em ê heta dawî li azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwedî derkevin. Xebata niha li gelek cihan û li zanîngehan tê meşandin, li ser paradîgma û fikrên wî bi pêş dikevin. Êdî bi fikr û pênûsa xwe tê nasîn. Em bawer dikin ku em ê vê kampanyayê bi ser bixin û Rêber Apo azad bikin.”

Êdî cîhan li me guhdarî dike

Zubeyîr Aydar bal kişand ser kampanyaya rêxistinên civakî ya ku dixwaze PKK’ê ji lîsteya terorê derxin û wiha got: “Dijminan Rêber Apo û tevgera me heta niha li gorî keyfa xwe dinasîn û didan nasandin. Lê niha em xwe didin nasîn. Piştî êrîşa 2014’an a DAIŞ’ê û berxwedana hêzên azadiyê ya li dijî vê yekê, kurd zêdetir xistin rojeva cîhanê. Gelê cîhanê got kurd kî ne, PKK çi ye? Bi rastî jî hêzeke xirab e? Êdî cîhan di vê mijarê de li me guhdarî dike. Dema li dengê me guhdarî dikin vê carê me mafdar dibînin. Berê bêyî li me guhdarî bikin û me binasin tevgera me û kurd wekî tevgera terorê pênase dikirin. Bi vê yekê hem neheqî li tevgera me û hem jî neheqî li gelê kurd dikirin. Niha li dijî vê yekê me di aliyê siyasî, hiqûqî, dîplomatîk û civakî de kampanyayek berfireh daye destpêkirin. 2 hefte berê li Dîwana Edaletê ya Yekitiya Ewropa celseyek çêbû. Li wir jî her tişt diyar bû. Kesên xwedî wicdan be vê rewşa di lîsteya terorê de qebûl nakin. Li Belçîkayê me encam girt. Niha li Dîwana Edaletê 2 doz didomin. Em bawer dikin em ê encamê jî bigirin. Niha li Almanya, Holanda, Swêd, îngîltere, Amerîka, Kanada û Avusturalya li van cihên ku PKK di lîsteyê de û li her cihî lêkolînên me hene. Em dixwazin di aliyê hiqûqî de dozên cuda li wan welatan jî vekin. Kampanya îmzeyan jî tê meşandin. Hezar dostên kurdan înîsiyatifa Edaletê ava kirine. Di serê salê de kesên di cîhanê de navdar bang li welatên cîhanê kirin û xwestin PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Niha kampanya di nava gel de bi berfirehî didome. Em ê li cihên din jî konferans û xebatên lobiyan bikin. Êdî her kes dizane neheqî hatiye kirin. Li dijî vê yekê jî têkoşîneke berfireh tê meşandin.”

‘Em sala 2022’an bikin sala serkeftin û azadiyê’

Aydar têkildarî peyamên ku di Newroza 2022’an de hat dayîn jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Newroz ji bo me serê salê ye. Bi Newrozê em derbasî salek nû dibin. Helwesta gel a di Newrozê de derket holê, helwesta me ya salê ye. Wezîfeya me tevan diyar dikin. Li wir gel ji me çi dixwaze diyar e. Salvegera 50’emîn a tevgerê ye. Di Newroza 49 sal berê de tevger bi 6 kesan hat avakirin. Heta îro mezin bû. Gel jî li ser vê wate û mîsyonê peyama xwe da. Gel bi biryarî li dijî hemû dagirkeran serî hilda. Em wekî tevgera azadiyê di destpêka sala nû de ne. Em peyamên gelê xwe yên Newrozê li ber çavan digirin. Em ê rêxistina xwe xurt bikin. Di aliyê leşkerî, siyasî dîplomasî û hemû qadan de rêxistinê xurt bikin. Em ê li dijî li dijî îqtîdara AKP, MHP, Ergenekon û hemû qadan de berxwedanê bilind bikin. Em ê bi her awayî berwedanê mezin bikin. Em ê destkeftiyên xwe biparêzin. Em ê statuya xwe li Rojava fermî bikin. Tirkiye li başûrê Kurdistanê xwe ji operasyonên mezin re amade dike. Dixwaze wekî sala borî li van qadên parastinê çekên kîmyewî bikar bîne. Em ê van êrîşan vala derxin û hewl bidin gelê xwe yê başûr jî li cem xwe bihêlin. Em ê Mexmûr, Şengal û hemû başûr biparêzin.  Em ê li Rojhilat jî rêxistinê xurt bikin. Em rêxistin û hêzek hemû Kurdistanê ne. Em ê di qada navneteweyî de dostên kurdan zêdetir bikin.  Em ê bi her awayî li ser kar bin. Em ê sala 2022’an bikin sala serkeftin û azadiyê.”