5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji rojeva cîhanê

Ev demeke ku cîhan bûye beroşeke ku dikele û qet agirê binî kêm nabe. Ka werin em bi hev re binerin, bê çi mijar di rojeva cîhanê de heye. Her wiha bê ev ji kîjan mijaran pêk tê. Mijarên ku rojeva cîhanê tije dikin, ev in.

 Şerê Ukraynayê

Şerê li Ukraynayê, di meha sibatê de destpê kir. Hemû cîhan bi bandor kir. Bêguman ev yek mijara sereke ye ku cîhanê eleqeder û mijul dike. Der heqê armanc û destpêka şer de bi hezaran nivîs, teorî û spekûlasyon hatine danîn. Ji ber wê jî naxwazim zêde li ser rawestim. Tenê xalek heye ku mirov dibê bibîne. Ew jî xuyaye ku ev şer dê di demek nêz de bi dawî nebe. Xeteriya şerên wisa ew e ku bi demê re gelek dewletên din bixe nav xwe. Mînak dewletên ewropî di destpêkê de xwe ji şer dûr xistin. Lê niha êdî bi şandina çekan aktîv tev li vî şerî dibin. Ev xeterî jî dikare sihra şer biguherîne û bike şerê cîhanî.

krîza aborî

Li ber çavan e ku ev krîza aborî ya navdewletî bêgûman bi şerê li Ukrayna ve girêdayî ye. Ji ber ku genimê cîhanê û bi taybet Ewropa zêdetir ji Ukraynayê tê. Ukrayna weke embara genim a Ewrûpa tê nasîn. Li rex genim garis û ceh jî li gelek welatên cîhanê belav dike. Bi wan ve ne tenê nan; her wiha çandinî û xwedîkirina heywanan jî pêve girêdayî ye. Beşek mezin a gulberoj (Ji bo çêkirina rûn) ji wir tên. Bes ne tenê ev, gelek perçeyên sektora erebeyan û qabloyên ceyranê jî li Ukraynayê tên çêkirin. Ji aliyê din jî Ewropa bi gaz û petrola Rûsyayê aboriya xwe li ser nigan dihêle. Ev hemû faktorên neyinî ji bo krîza navnetewî ye. Ev krîz bêgûman bandoreke gelek xurt û tund li Tirkiyeyê jî dixe.

Korona û belavkirina derman

Di vê demê de êdî li seranserê cîhanê kêm kes ji ber şewba koronayê jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku bi mîlyonan kes derziya li dijî nexweşiyê li xwe xistine. Ji bo wê jî welatên Swêd, Danîmarka û hinek welatên din jî êdî korona û hemû qedexeyên koronayê bi tevahî rakirine. Korona êdî wek pandemiyê nayê dîtin. Êdî wek nexweşiyek ji rêzê, wek şewba grîbê tê dîtin. Bêgûman ew ê di pêşerojê de bibe perçeyek jiyana me. Ez bawer dikim ku heya em saxbin, ev şewb an jî nexweşiya korona dê bi me re bijî. Ya girîng ew e ku dewletên mezin dê çawa desthilatdarî li ser belavkirina derziya derman bikin. Di pêşerojê de bêgûman dê gelek pirsgrêk ji ber vê derkeve holê. Ne dûrî mejiye ku em bêjin ew ê şerê dermanê korona jî derkevin di navbera gelan, di navbera dewletan de.

Krîza çand û hunerî

Ev xal jî gelekî bi krîza koronayê ve girêdayî ye. Nexweşiya koronayê gelek neyinî bandor li ser beşa çand û hunerê jî kir. Li gelek cîhan şano, atolyê wêneyan, peykeran û hwd. hatin ber girtinê. Gelek cîh jî ji neçarî hatin girtin. Mirov dikare bibêje li seranserê cîhanê ev salên borî ji bo çand û hunerê salên windayî bûn. Ku cîhan bê çand û huner bimîne, bê derûnî, bê ruh dimîne. Ev rastî jî dikare bandoreke gelek xirab li ser hemû derûniya mirovan bike.

Guhertina xwezayê

Mirov nikare guhertinên xwezayê wek krîzekê nîşan bike. Ji ber ku sedemê guhertina xwezayê mirov bi xwe ye. Hemû felaketên di salên borî de qewimîn, hemû ji ber kiryarên mirovahiyê pêk hatin. Mirov cîhanê qirêj dike. Bi fabrîke û toz û dûxana xwe em tebaqeya hewaya cîhanê xera dikin. Em bahr û deryayan qirêj dikin. Ji ber wê jî xweza tê guhertin û wek reflekseke parastinê ev bûyer diqewimin. Li welatên ku qet berf lê ne bariya ye, êdî berf dibare. Li welatên ku dibê berf bibare, ya qet nabare, yan jî hindik dibare. Sala borî li Australyayê bi hezaran dar û daristan şewitîn. Li Almanyayê ji ber barana zêde lehî rabû û bi hezaran mal û cih bixwe ve birin. Ez wisa bawer dikim ku ev hîna destpêk e. Ew ê îsal jî dîsa felaketên bi vî rengî were serê mirovahiyê û mijara cîhanê domîne bike.

Wek em dibînin, di rojeva cîhanê de tenê şer, kerasat, tevlihevî û krîz heye. Ew ê bêgûman bandor li kurd û Kurdistanê jî bike. Di vê sedsalê de, em neçarin xwe û xwezaya xwe biparêzin.