4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kara: Divê her kes li dijî êrîşan rabe ser xwe

Şeva din balafirên şer ên Tirkiyeyê wargeha Mexmûrê û navenda Şengalê bombebaran kir. Di bombebaranê de gelek şêniyên wargehê birîndar bû. Piştî êrişê Meclisa Gel a Mexmûrê daxuyaniyek bi girseyî da. Meclisê li ber derê Nexweşxaneya Şehîd Hogir a wargehê daxuyanî da. Hevserokê Meclisa Gel ya Mexmûrê Yusif Kara axivî û got: “Hemwext dewleta Tirk êrişî wargeha Mexmûr, Şengal û Dêrikê kiriye. Kara êriş şermezar kir û got; “Yên êrîş kirine, hevkarên wan û xayîn şirîkên wanin. Ev êriş derdora wargehê pêkhatiye, birîndarên me hene. Lê hîn hejmar nediyare. Em bang li raya giştî, bi taybet kurdên bi şeref dikin. Li hemberî van êrişane xwedî helwestek rast bin. Di nava çalakiyan de bin. Em êdî vê zilm û dagirkeriyê qebûl nakin. Emê li ser piyan bin.”

Kara anî ziman ku beriya êriş li ser wargehê pêk bê ceyrana wargehê hate qutkirin û got; “Ev ne tesadûfe, ceyran beriya êrişê hate qutkirin. Piştî wê carek din hate berdan. Divê her kes rabe ser xwe.”