30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di malê de mişk heye

Gotineke pîr û kalan heye. Dibêjin; mal, dîwarê wê heye. Di nava dîwêr de mişk heye. Mişk jî guhê wê heye. Mişk lawireke bêar e, bêsînor e, bêmal e. Lê nayê wê wateyê ku pîvanên jiyana wê nîn in. Li gorî gerdûna xwe ew jî dide û distîne, dixwe, dizê, xwe zêde dike û xwe diparêze. Her wiha li gorî teqet û derfetên xwe jî sûdê dide gerdûnê.

Mişk

Mişk û sifore xizmên hev in, yanî ji malbatekê ne, herdu jî dijmin û neyarê mar in. Mişk bi piranî di bin erdê de dijî. Di bin erdê de dizê û xwe diparêze. Lê sifore li ser daran an di hundirê daran an jî di kuna keviran de dijîn. Mişk bin erdê dikol e, axê serobino dike. Bi vî awayî ax nefesê digire, xwe nûjen dike û şîn dibe. Di demsalên zivistanan de mişk di bin erdê de marên tevizîne dixwe û nahêle mar pir zêde bibin. Her wiha bi kurmên ku kokên daran dixwin, zikê xwe têr dike. Bi vî awayî nahêle ku kurmik darê birizînin. Mişk di dîwarê malan de bicih dibe. Di nava dîwêr de ji xwe re hêlînê çêdike, dikeve nava malê, dan û qûtê malê dixwe. Ziyan dide malê, qirêj dike. Lê qenciyê jî dike; dîwarê malê ji hemû kurmik, dûpişk û maran paqij dike, yanî başî û xirabiya wê di nav hev de ne, yekalî nîn in. Mişk pir zû ji hev zêde dibin. Yanî di mijara zayinê de ajala herî zû xwe zêde dike mişk e.

Sifore

Sifore li daristanê li ser darên berû, darên gûzan dijî. Salê carekê du caran, herî zêde sê çêlikan tînin. Biharê der û dora dara dikolin. Li ser pelên daran digerin wan ji dendikên pûç paqij dikin. Dema Berû û gûz çêdibin, sifore dest bi komkirina wan dikin. Erdê dikol e û her carê pênc, deh an bîst gûz an berûyan binerd dikin. Pareke wan jî dibe di hêlîna xwe ya di hundirê daran de vedişêre. Zivistanê sifore gûz û berûyên komkirî hindik hindik derdixe û dixwe. Li vir tiştê balkêş komikên gûz û berûyan gelek caran di bin berfê de, ji ber bager û lehiyê winda dibin. Bi avê re diherikin diçin. Ev jî dibe sedema ku gûz û berû di bin erdê da şîn bibin. Ji ber vê tevgera siforeyê bi hezaran darên gûz û berûyan ji nû ve şîn dibin. Bi vê yekê werçerxa xwezayê didome. Zêdebûna darên gûz û berûyan bi keda siforeyê ye.

Mar

Mar heywaneke xof e. Di gelek ol û bawerîyan de li ser mar gotin, şîroveyên baş û xirab hene. Lê mijara vê nivîsarê ne ev e. Mar di ax, kunên keviran, di nava daran de û li her cihî dijî. Weke Mişkan zêde hêkan dike. Pir zû zêde dibe. Zivistanan ji ber sermayê teviz e, nikare bilive. Mişk ji dûvikê mar dest pê dike dixwe heya serê wî. Lê ji ber mar teviziye pê nahese. Mar jî tola xwe bihar û havînan hildide. Ew dikeve kunên mişkan, devê kunan digire û mişkan yeko yeko dadiqurtîne. Herdu hev dixwin. Hevxwarina wan hevsengiya gerdûnê çêdike. Eger pêşî li zêdebûna mişk neyê girtin, wê dan û daxil li ser rûyê erdê nemîne. Eger mar pir zêde bibe dê jehra wî jîndarên din nehêle. Encam; dualî ye. Herdu hevsengiyê ava dikin.

Hevahengiya jiyanê

Gotina ‘Di malê da mişk heye. Mişk jî guhê wê heye’, tê wê wateyê ku tu di malê de çi bibêjî yekî/e te guhdar dike heye. Di gerdûnê de valahî tune ye. Mişk pir hişyar e. Guhê wê dengê livandina mûyekê jî wek xeterî dinirxîne û dikeve pozîsyona xweparastinê. Mar li bin erdê yan jî li ser erdê xwe diçilmisîne, xwe komî serhev dike û dikeve pozîsyona lêdanê. Di wê demê de li ser diranê wî jehr herdem amade ye. Sifore ji dengê teyrekî, meşa rûvî, pisîkê qîr dide û baz dide ser darê. Xwe berdide kuna darê. Di encamê de, qanûna jiyana her zîndiyekî heye. Ji bo hebûna xwe berdewam bike, xwe biparêze û misoger bike guhê xwe, hestên xwe vekirî dihêle û devê xwe jî digire. Heke tu dev vekirî bî, bêser û ber biaxivî, dijmin dê lewaziya te bibîne û wekî marekî yan jî wekî mişkekî te bixwe.

Rewşa kurdan a li meseleyê

Niha em wek kurd bibêjin: Walatê me kirine çar parçe. Dijminên me pir in û navdewletî ne. Belê, ev rast e! Wê demê çima ew bi qasî ajalekê jî cidiyeta xweparastinê nakin? Qet we ditiye sifore wek mişkê axiviye? Ji heman malbatê ne, dîsa jî di sazuman û xwebûna xwe de dijîn. Mişk bi sifore re nazewic e, eynî malê parve nake. Lê kurd û tirk bi navê eşqê û `biratiyê` dizewic in. Kurd zimanê tirkî, erebî, farsî û çanda wan fêr dibin û ji bo welatê wan dimirin! Lê ew dîsa jî hebûna Kurdan nas nakin, li ser tunebûna me bi biryar in. Qet we dîtiye mişk ji bo mar xwe kuştiye?

Gazinc rewşeke bêvînbûnê diyar dike. Demên dawî li kolanên welatê me dirûşmên `Em zimanê xwe dixwazin, bila destûra xwendina zimanê me bidin` tê gotin. Gelo ji vê rewşê kambaxtir çi heye? Qet we ditiye zindiyek ji yê din zimanê xwe bixwaze?! Kijan ajal dibe bila bibe, bixin odeyekê, devê wî/ê girê bidin jî ew ê piştî demeke din an ji qehra bifetis e yan jî rêyekê bibîne û bi zimanê xwe hawarê bixwaze.
Her wiha em weke kurd di welatê xwe de şerê hebûn û tunebûnê didin. Yanî dewlet û hikûmetê bidin aliyekî, em şerê ’em hene, me tune nehesibînin, reng û dengê me, paşeroja me heye, xwedê em jî dane’ dikin. Lê dijminê gelê kurd bi israr li ber çavê cîhanê dibêje `na tu tune yî, ez ê yê heyî jî tune bikim` yanî mişk desthilatdar be û sifore re bibêjê ‘tu ne sifore yî, tu mişk î!

Di xwezayê de êrîşek li ser ajalekî/ê bibe, ew ajal bêyî ku raweste bi yekdengî, bi yekhelwestê dikeve nava tevgera xweparstinê. Êdî şêwazê xweparstinê rev be direve, xweveşartin be xwe vedişêre, êrîş be êrîş dike, yanî nabêje tu reş î, ez spî me, tu bakur î, ez başûr im yan jî nabêje ola te cuda ye, ya min cuda ye. Di rewşa xeter de tenê yek fikir, yek armanc heye, hebûna xwe biparêze, pêşeroja xwe misoger bike. Ji ber ku têgeha dijmin li ser bingeha fikra yê li hemberî xwe tune bike, teslîm bigire ye, aqilê dijminê gelê kurd ango dewleta tirk li ser tunekirina kurdan e.

Mişkê malê

Tişta ku heywan bi heywan nikare bike, dijminê gelê kurd her tiştî bi kurdan dike. Mixabin di vê qonaxê de di nava gelê me de rojeveke pûç heye. “Mala te, mala min, beşa te, beşa min, zaravaya te, an ya min û ola te, yan ya min, partiya te, yan ya min nîqaşkirin tê wateya ku qanûna gerdûnê ji bo me derbas nabe. Baş e ji bo çi ev rewşa kambax didome? Ji ber ku em mişkê di nav dîwêr de, mişkê guhê wî heye û me guhdar dike em di nava xwe de dihewînin, xiyaneta mişk normal dibînin û lîberalîze dikin. Ev jî nahêle helwesta netewî derkeve holê û dijminê kurdan jî sûdê ji mişkê nava malê digire.