2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nadine Maenza: Bila hêzên navneteweyî peywira xwe bînin cih

Çeteyên DAIŞ’ê êvara 20’ê Çileyê ji bo revandina çeteyên di girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de êrişek pêk anî. Piştî êrişê çeteyên girtî jî tev li êrişê bûn. Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Til Temir, Şengal û Eyn Îsayê jî nîşan da ku êrişa li ser girtîgehê ne êrişeke biçûk e, êrişeke plankirî û berfireh e.

Piştî êrişê daxuyaniyên HSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ev êriş di nava planeke berfireh de pêk hatiye. Îtirafên endamên çeteyên DAIŞ’ê yên dîl hatine girtin jî aşkere kir ku ev plan li herêmên ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, hatiye amadekirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HSD’ê li dijî êrişê bi lez tev geriyan, nehişt plan bi encam bibe û operasyonên xwe yên paqijkirinê jî didomînin.

Têkildarî êrîşên DAIŞ’ê, sekna hêzên navneteweyî û dadgeha navneteweyî ku çete lê werin darizandin cîgira serokê Komseriya Azadiyên Olî ya Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî (USCIRF) Nadine Maenza axivî û wiha got: “Piraniya çeteyên DAIŞ’ê yên ku xwe di zindana Hesekê de radest kirine, ji herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de hatine amadekirin û ev yek sedema aciziyî ye.”

Nadine Maenza destnîşan kir ku bi destê Tirkiyeyê êrîş li ser sivîlan pêk tên û gundên suryanan ên ku ji qirkirina DAIŞ’ê hatin rizgarkirinê tên bombebarankirin û wiha domand: “Tirkiye berovajî armancên Koalîsyona Navneteweyî yên ji bo têkbirina DAIŞ’ê tev digere. Dema ku Tirkiyê li dijî HSD’ê êrişên hewayî pêk dianîn, di heman demê de DYA’yê li dijî DAIŞ’ê di girtîgeha Hesekê de li gel HSD êrişên hewayî pêk dianîn. DYA yan jî civaka navneteweyî çawa dikarin vê yekê qebûl bikin?”

Maenza bal kişand ser girîngiya civîna ku di 4’ê kanûnê de li ser înternetê hat lidarxistin ku sefîrê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Cîhanê Morse Tan, damezirînerê Akademiya Mafên Navneteweyî Matthew Daniels, sefîrê Ofîsa Pirsgirêkên Jinan a Cîhanê a Roving Kelly E. Curry û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd tev li bûn û banga fermandara HSD’ê Newroz Ehmed û  xwest ku ev bangewazî bên bersivandin.

Cîgira USCIRF’ê Nadine Maenza bal kişand ser zehmetiya xwedîkirina zêdetirî 10 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên ji 70 neteweyên cuda û destnîşan kir ku divê ev yek bi tenê li ser milê Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk neyê hiştin û ev tişt got: “Ji bo darizandina kesên ku nikarin vegerin welatê xwe, divê civata navneteweyî berpirsyariya xwe ya danîna mekanîzmayên hiqûqî pêk bîne.”

Nadine Maenza got Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek hikumeteke herêmî û rewa heq dike ku ji aliye siyasî jî ve were nasîn û ev yek pêşniyareke Komîsyona USCIRF’ê ye. Nadine Maenza Rêveberiya Xweser wek “tekane hikumeta serkeftî li Sûriyê ye” bi nav kir û wiha lê zêde kir: “Azadiya olî û wekheviya zayendî mîsoger dike û berovajî dema DAIŞ’ê, jîngehekê çêdike. Heke civata navneteweyî hemwelatên xwe çekdarên DAIŞ’ê yên biyanî red dike yan jî mekanîzmayên qanûnî ji bo darizandina girtiyan ava neke, divê piştgiriya Rêveberiya Xweser bike da ku van dozan çareser bike.”