18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karamûs: Em li Başûr gihiştin armanca xwe

Heverokê KNK’ê Ahmet Karamûs, der barê serdana wan a başûrê Kurdistanê de got ku ew gihîştine armanca xwe û xwest ku hemû aliyên kurd Newrozê bikin cejna yekrêzî û yekitiya hemû kurdan.

Di 2’ê Sibatê de Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi pêşengtiya hevserokê giştî Ahmet Karamûs ji bo sedsaliya Peymana Lozanê serdana Başûrê Kurdistanê kir. Şandeya KNK’ê di serdana xwe de hinek rêzehevdîtin li gel serokên aliyên siyasî û kesayetên diyar re kirin. Serdanên KNK’ê yên li Başûr bi dawî bûn. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, der barê hevdîtinên wan de ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku armanca wan a hatina Başûr ew bûye ku helwestek hevpar a hemû aliyên Kurdistanî li dijî Peymana Lozanê nîşan bidin.

Ahmet Karamûs, da zanîn ku hevdîtinên xwe yên li gel hêz û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê bi dawîkirin û wiha got: “Em li ser bername, plan û armancek diyar hatin Başûrê Kurdistanê ku ew jî di sedsaliya Peymana Lozanê de yekitî û yek helwestiya hêz û aliyên siyasî ye. Ji bo vê jî me bi wan re di asteke bilind de hevdîtin kir ku li hemberî cîhanê bibin berpirsyar û bibin xwedî nasname û dengê Kurdî.”

Bêyî cihêkarî hevdîtin pêk anîne

Karamûs, destnîşan kir ku li ser rêzeçalakiyên ku di 6 mehên salê de li dijî Peymana Lozanê werin lidarxistin û konferansa li bajarê Lozanê were lidarxistin bêyî ku cudahî bixin navberê li gel hemû aliyan civiyane û hevdîtin pêk anîne û ev agahî dan: “Di hevdîtinan de helwestek erênî û di astek bilind de piştgiriya xwe nîşandan, her wiha tevlîbûna xwe ragihandin û pîrozkirin. Lewra em jî wek şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê gihiştin armanc û hedefa xwe . Ya giringtir encamên çalakiyên me yên pêşerojê ne. Em bi bawerin ku ew helwesta ku di hevdîtina de hatî nîşandan, di Konferansa Sedsaliya Lozanê de reng bide dengê gelê me, helwesta me ya di daxwaz û projeyên me yên ku wek Kurd nîşanî cîhanê didin.”

Pîrzokirinê Newrozê

Di berdewama axaftina xwe de Karamûs, der barê pîrozbahiyên Newrozê de jî axivî û wiha pê de çû: “Îsal cejna Newrozê ji salên din cudatir tê pîrozkirin. Ji ber erheja ku li Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê çêbûyî ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan kes jê bandorbûn. Ji ber vê yekê gelê me xemgîne. Divê gelê Kurd di vê rojê de xwedî li çand, nasname, xak, netew û hemû dîroka xwe derbikeve. Em bi vî awayî pîroz bikin, tevî hemû karesat û xemên xwe jî divê Newrozê pîroz bikîn. Karesatek mezin çêbû, divê helwesta me ya li beramberî vê karesatê mezin be. Divê hemû gelê Kurd bê cudahiya siyasî û îdeolojîk bi hev re Newroza 2023’yan pîroz bikin, ev yek ji bo hemû gelê me, şehîd û hemû kesên ku canê xwe fedakirine ye.”

Banga yekgirtinê

Karamû, di dawiya axaftina xwe de bang kir ku kurd di pîrozbahiya Newrozê de bi hesteke neteweyî û bi yekitî û yekrêziyê peyama xwe ya siyasî ragihînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bang li hemû partî, rêxistin, hêz û aliyên siyasî dikin ku di bin vê diruşme û peyamê de bi hev re Newrozê pîroz bikin.”