17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê êrîşên bi gazên jehrî didomin

Duh jî li hin bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrîşî dibistanên keçan kirin. Ji ber êrîşan gelek xwendevan bi jehrî bûn û rewşa wan a tenduristî xirab bû.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrîşên bi gazên jehrî yên li dijî dibistanên keçan didome û heta niha jî rayedarên rejîma Îranê tu daxuyaniyeke zelal der barê van êrîşan de nedaye.

Nêzî 4 meh e li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrîşî dibistanên keçan tê kirin û heta niha herî kêm 4 xwendevanên keç jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran xwendevan bi jehrê ketine û rakirine nexweşxaneyan.

Heta niha rayedarên rejîma Îranê der barê êrîşan de tu daxuyaniyeke zelal nedane. Tenê îdia dikin ku wan nêzî 100 kesan bi tometa tev li êrîşên bi gazên jehrî bûne, binçav kirine.

Herî dawî wezîrê perwerdeyê yê Îranê Yusif Nurî di daxuyaniyekê de îdia kir ku tu pirsgirêkek li dibistanan nîn e û xwendekar dikarin bêyî tirs herin dibistanan.

Çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşan jî berfireh dibin. Duh li Newzland, Kanada, Amrîka, Swêd, Îtalya, Fransa, Danîmarka, Almanya û çend welatek din Kurdên Rojhilat û hemwelatiyên Îranê li dijî êrîşên bi gazên jehrî çalakî li dar xistin. Piştgiriya xwe bi serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ re nîşandan.

Li aliyê din li Zanîngeha Elame ya li Tehranê li 30 xwendekarên ku li dijî êrîşên bi gazên jehrî nerazîbûn nîşan dabûn, ketina wan a zanîngehê hat qedexekirin.