7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Zînî Wertê 5 kesan di qeza trafîkê de jiyana xwe ji dest da

Li gundê Zînî Wertê yê başûrê Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de ji heman malbatê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Li başûrê Kurdistanê, qezayeke giran a trafîqê pêk hat. Li gorî nûçeya ku Rojnewsê derbas kiriye, qeza li gundê Zînî Wertê yê bajaroka Serkepkan a navçeya Ranye ya Silêmaniyê pêk hatiye. Di qezayê de wesayîtek wergeriyaye û di encamê de ji heman malbatê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Di nûçeyê de tê gotin ku kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane xelkê gundê Dêlzen a ser bi Çomanê ne.