spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karayilan: Bi biryara Akar leşker hatine şewitandin

Endamê Desteya Rêveber ê PKK’ê Mûrat Karayilan, ji bo şewitandina leşkerên tirk ên li qadên Parastina Medyayê ev tişt got: “Ev biryar a Hûlûsî Akar e. Dîsa bi erêkirina Erdogan pêk hatiye.”

Dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê ku di meha nîsanê de bi piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dabû destpêkirin, didomîne. Dewleta tirk di van êrîşên xwe de li dijî gerîllayên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar tîne. Tevî vê yekê jî nikare bi pêş ve biçe. Ji ber vê yekê herî dawî artêşa tirk leşkerên xwe şewitandin.

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), beriya niha dîmenên leşkerên ku ji hêla artêşa tirk ve li Zapê hatibûn şewitandin, parve kir. Endamê Desteya Rêveber ê PKK’ê Mûrat Karayilan, ji Stêrk TV re axivî û der barê van dîmenên leşkeran de agahiyên balkêş pârve kirin.

Akar û Erdogan

Karayilan da zanîn ku dîmenên şewitandina hin leşkerên jiyana xwe ji dest dane ketine destên wan û ev tişt gotin: “Xwedî lê dernakevin. Piştre jî ji bo ku cenazeyên wan nekevin destê gerîla, wan dişewitînin. Bi awayeke aşkera cenazeyên 3 leşkeran danîn ser hev û şewitandin. Fermandarek ji rêzê nikare biryareke wisa bide. Ev biryar, biryara Hûlûsî Akar e. Dîsa bi erêkirina Erdogan pêk hatiye. Behsê xeberê ger ku erêkirina Erdogan nebe gelo ma dikarin çekên kîmyewî bi kar bînin?”

Ji bo bikaranîna çekên kîmyewî jî Karayilan, diyar kir ku Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî ve hiqûqa navneteweyî bin pê dike û bêdengiya hêzên cîhanê ya li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê jî rexne kir.