2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karê rojnamegeriyê  sûc hatiye hesibandin

Îdianameya der barê rojnamevanan de, piştî 10 mehan hat amadekirin û qebûlkirin. Ji van yek jî rojnamevanê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê cezakirin e.

Îdianameya der barê 15 jê girtî 18 rojnamevanan de, piştî 10 mehan hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de bernameyên ku rojnamevanan çêkirine, hevdîtinên wan ên bi mêvanên bernameyan re û hevpeyvînên wan wekî hincet hatine nîşandan û bi “endamtiya rêxistinê” hatine sûcdarkirin.

Yek ji van rojnamevanên ku tê xwestin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin jî, Midûrê Karên Nivîsê ya Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş e.

Di îdianameyê de Ertaş, ji ber nîqaşên ji serverên Stêrk TV û Medya TV’yê hatine wergirtin sûc hatine hesibandin. Bernameya “Çavdêrî” ku Ertaş bi hevpîşeyên xwe re çêdikir jî di nava van sûcan de ye. Di îdianameyê de hatiye îdiakirin ku bernameya navborî ku tê de geşedanên rojane hatine nîqaşkirin, “propagandaya rêxistinê” kiriye.

Hevpeyvîn sûc, pirtûk wek delîl hatiye dîtin

Hevpeyvînên ku Ertaş çêkirine di îdianameyê de cih girtine. Hevpeyvîna ku Ertaş di 2’yê nîsana 2021’ê de têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û der barê siyaseta kurd de bi parêzer Kazim Bayraktar; hevpeyvîna di 7’ê kanûna 2020’î de bi Serokê Rûmetê yê ÎHD’Ê Akin Bîrdal û hevpeyvîna ku di 28’ê îlona 2019’an de bi Endama Detseya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsûf re têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêkiriye, wekî sûc hatine hesibandin.

Di îdianameyê de pirtûkên ku di dema avêtina ser malê de hatine desteserkirin jî wekî delîl hatine hesibandin.

Her wiha hejmarên rojnameya Azadiya Welat ku bi biryarnameya di hukmê qanûnê de (KHK) hatiye girtin û hejmarên rojnameya heftane Xwebûnê jî sûc hatine hesibandin û wekî xebatên di çarçoveya “propagandya rêxistinê” de hatine nirxandin.

Wêneyên Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ku li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de di jêrzemîna avahiyekê de hat şewitandin û qetilkirin û wêneyê Gurbetellî Ersoz jî sûc hatine hesibandin.

Di îdianameyê de nameyên ku ji Ertaş re hatine sûc hatine hesibandin û wekî “propagandaya rêxistinê” hatine hesibandin.