10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karwanê alîkariya Xezeyê li ber deriyê Refehê tê rawestandin

Tevî ku Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken duh êvarê piştrast kiribû ku peymana bi Îsraîlê re ya ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî ji Misrê ber bi Xezeyê ve, hatiye kirin lê heta niha Israîl rê nedaye ku alîkarî derbas bibin

Israîlê ne tenê rê nade derbaskirina alîkariyan lê di heman demê de îro serê sibehê deriyê Refehê yê aliyê Filistînê bombebaran kiriye.
karwanê kamyonên li aliyê Misrê yê dergehê Refehê ku çav li rê ye vebe, li hêviya destûra derbasbûnê rawestiyane. Li gorî nûçegihanê El Erebiye 120 kamyonên alîkariyê li ber wî derî rawestiyane.

Alîkariya xwarin û pêwistiyên bijîşkî
Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku 120 kamyon li benda îşareta destpêkê ne.
120 kamyonêçn ku li derî tên rawestandin li hêviyê ne ku alîkariya xwarin, avê û alavên tibî derbasî Xezeyê bikin.
Mijara vekirina dergehê û ketina alîkariyan di van çend rojên borî de bûye mijara nakokî û tevliheviyê. Amerîka berî du rojan ragihandibû ku li ser vekirina dergehê û derketina biyaniyan peymanek di navbera Israîl, Amerîka û Misrê de hatiye imzekirin lê heta niha rastiya vê peymanê ji alî Israîl û Filistînê ve nehatiye piştraskirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji roja îna borî ve, bi hezaran filistînî, di nav wan de hemwelatiyên dualî, ber bi başûrê Xezeyê ve çûn, piştî ku artêşa Israîlî ji wan xwest ku bakurê Cezeyê vala.
Di vê navberê de, Misir, yekane welatê ku bi Xezeyê re hevsînor e, tirsa xwe nîşan da ku ev hişyariya Israîlê bibe sedema hatina bi hezaran filistîniyan ber bi axa wê ve û ev yek wekî plana koçberkirina bi zorê û valakirina Xezeyê binav kir.