3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KASED dê amûrên avêtî têxe xizmeta muzîkê

Wê KASED bi projeya xwe ya “Îjar jî ji vir de lê binêre” amûrên avêtî têxe xizmeta muzîka kurdî. Di çarçoveya projeyê de wê jinek vê pêvajoyê bike belgefîlmek

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ku di sala 2021’an de hat vekirin, ji bo jin û zarokan projeyên nû diafirinê. Di vê çaroveyê de komeleyê di 22’ê hezîranê de bi navê “Îjar jî ji vir de lê binêre” projeyeke nû da destpêkirin. Wê di çarçoveya projeya ku heta 3 mehan bidome de gelek amûrên muzîkê bên çêkirin û tablo bên xêzkirin.

Rêvebera KASED’ê Saliha Ayata, der barê projeya ku dane destpêkirin de ji rojnameya me re axivî. Salîha Ayata, di despêka axaftina xwe de xemgiya xwe ya ji ber navê tirkî yê komeleya wan anî ziman û destnîşan kir ku ji ber Rewşa Awarte ji neçarî navê komeleyê bi tirkî danîne.

Komeleya jinan

Ayata, der barê KASED’ê û xebatên wê de bi kurtasî ev agahî dan: “KASED komeleyeke jinan e û me di sala 2021’an de bi 5 jinan re ava kir. Ji ber ku çand û huner weke karê mêran tê hesibandin me hewcedarî bi vekirina komeleyeke ji bo jinan dît. Yanî dema ku li Rojhilata Navîn jineke bixwaze bi karê hunerê re mijûl bibe hemû derî lê tên girtin. Ji ber vê gelek jinên dixwazin musîzyenî, nivîskarî û şanogeriyê bikin ji ber zayendiya xwe nikarin bikin. Jinên ji hemû neteweyan dikarin serî li vê saziyê bidin û bi karê hunerê re mijûl bibin. Em ê jî piştgirî bidin van jinan. Rêziknameya me li ser vê hatiye amadekirin. Saziya me ne tenê ji bo jinan di heman demê de ji bo zarokan jî dixebite.”

Wê jinek projeyê bikişîne

Piştî van agahiyan Ayata, der barê projeya “Îjar jî ji vir de lê binêre” ku dane destpêkirin de axivî û agahî parve kirin. Ayata, destnîşan kir ku armanca yekemîn a projeya wan ji bo jinên li navçeya Rêzan a Amedê destpêkirina pêvajoyeke nû ye û ev tişt got: “Weke jinên KASEÐ’ê proje nivîsand û hewl da ku ji bo jinan pêvajoyeke nû bidin destpêkirin. Wê ev proje heta 3 mehan bidome. Em dixwazin ku jinên temenê wan di navebra 18 û 45 salî de bi taybetî jinên li Rezanê dijîn û yê derdorê werin.”

Ayata, bi lêv kir ku wê hemû pêvajoya projeyê ji aliyê derhênereke jin ve were şopandin û kêşandin û wiha axivî: “Derhêner wê her roj bê li guhertina van jinan binêre. Wê heta du meh û nîvan performansa jinan bişopîne û vê pêvajoyê bike belgefîlmek. Roja nîşandayîna performansan em ê belgefîlmê nîşan bidin. Wê belgefîlm were temaşekirin, performans were çêkirin û piştre wê pêşengeh were amadekirin. Bi vî awayî em ê projeyên xwe bi encam bikin.”

Armanca projeyê

Di axaftina xwe de Ayata, destnîşan kir ku bi projeya xwe dixwazin bal bikişînin ser talankirina xwezayê û wiha pêde çû: “Her ku diçe amûr tên avêtin. Weke tê zanîn pergala kapîtalîst pir bandor li ser me dike. Em dixwazin hesasiyata ekolojiyê careke din bikeve meriyetê û jiyaneke ekolojîk ava bibe. Tu dizanî dayik amûran vedişêrin, mesela berê ew qutiyên rûnê Vîta hebûn, niha wisa otantîk tên hasibandin, dayikan ew nediavêtin. Berê dayikan di van qutiyan de kulîlk datanîn. Niha fikreke mînîmalîst heye û dibêje her tiştî biavêje. Ev hinekî girêdayî pergala kapîtalîst e jî. Ew çand hêdî hêdî diqede yanî tiştên dikeve destê dayikan êdî diavêjin. Me xwest em hinekî di vê hêlê de hişyariyekê çêbikin. Avêtina naylon, hesin, tenekeyan zirarê dide xwezayê jî.”

Wê tiştê bêkêr bikin amûra muzîkê

Ayata, agahî da ku wê li gorî kapesîteya xwe bi çil jinan re projeya xwe pêk bînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema me projeyê nivîsand me got, ‘em ê çil jinan kom bikin’. Wê ev çil jin du sê mehan werin cem me. Me got, ‘em ê hefteyekî perwerdeya zayenda civakî bidin, hefteyek jî perwerdehiya ekolojiyê. Ekolojî çi ye? Hesasiyeta ekolojî çi ye? Çima hewceye em zirarê nedin xwezayê? Tiştên em diavêjin li xwezayê bandorek çawa dike? Yan jî tiştên em diavêjin em dikarin çawa dîsa veguherînin yan jî têkin tiştekî nû? Piştra jî em ê çil jinan dabeşî du koman bikin. Wê komekê mamosteyên me yên muzîkê û komekê jî mamosteyên me yên wêneyê dê bi rê ve bibin. Nêzî du meh û nîvan wê perwerde dewam bike.”

Pêşengeha tabloyên amûrên avêtî

Ji bo naveroka projeyê jî Ayata agahî dan û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Mamosteyên me yên muzîkê wê van tiştên ku diavêjin bikin amurên muzîkê. Mînak; plastîkên ku di wan de av tê vexwarin dema ku tu kevir an meqerne yan birinç tixî nava wan deng derdixin. Mamosteyê me yê rîtmê wê ji bo muzîkê amûran çêbike. Mamosteyê me wêneyê jî wê bi dayikan re derkeve derve û amûrên avêtî kom bike. Wê ji van tiştên avêtî peyker û tabloyan bidin çêkirin. Yanê wê amûrên avêtî têxin xizmeta muzîkê. Piştî 3 mehan em ê li Şanoya Amedê rojekê weke performans nîşan bidin. Wê li amûrên avêtî ku kirine amûrên muzîkê bidin û di koroya ku were avakirin de stranan bibêjin. Em ê du rojan jî ji bo mamosteyên me yê wêneyê pêşengehekê vekin. Wê di vê pêşengehê de tabloyên ku bi amûrên avêtî hatine çêkirin bên nişandan.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê